Feraşîn Botan: Em ê layiqî ked û xebata şehîd Argeş bin
Gaziya şer Feraşîn Botan a şehîd Argeş Serhed bi bîr anî got, “Têkoşîna me berdewam dike. Em ê ji bo xwedîderketina li bîranîna wan hevalên giranbiha têkoşîna xwe xurt bikin. Em ê layiqî ked û xebata wan bin.”
Milîtanê Tevgera Apoyî û kedkarê Navenda Ragihandina HPG’ê Argeş Serhed sala 2019’an li Herêmên Parastinê yên Medya dema li ser wezîfeya xwe bû di êrîşeke dewleta Tirk de bi giranî birîndar bû. Argeş ê ji bo tedawiyê derbasî Rojava bibû 10’ê Tebaxa 2025’an gihişt şehadetê.
Yek ji gaziya şer Feraşîn Botan a di pêvajoya tedawiyê de bi şehîd Argeş re li heman qadê ma têkildarî jiyan û têkoşîna şehîd Argeş axivî.

Feraşîn Botan di destpêka axaftina xwe de di şexsê şehîd Argeş Serhed tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anî û ev anî ziman, “Heval û rêzan Argeş Serhed ji bo me her dem pêşeng, cihê bawerî û hêza serkeftinê ye. Fedakariya hevalên weke Argeş ji bo gel û welat kiriye, mirov nikare wer bi hêsanî bîne ziman. Li hemberî kesayeta wan a bêhempa mirov nizane çi bêje. Tenê ez dikarim bêjin ku em deyndarên wan in.”
Gaziya şer Feraşîn bal kişand ku şehîd Argeş li çiyayê Kurdistanê weke rojnamevanekî şer her têkoşîn kir û wiha domand, “Di karê xwe de jî pir serkeftî bû. Heval Argeş pir baş û serkeftî rojnamegeriya çiyayan kir. Berxwedanî û qehremaniya gerîla ji tevahî gelê Kurd û cîhanê re nîşan da. Her hewl dida ku heqîqetê bide xuyakirin. Ji bo gelê xwe bigihîne rastiya jiyana azad û pergala demokratîk, pir xebitî. Min heval Argeş di pêvajoya tedawiyê de nas kir. Em bi hev re jî mane. Heval Argeş di karê xwe de pir jêhatî bû.”
Feraşîn destnîşan kir ku Argeş Serhed pir ji xebata xwe ya ragihandin-çapemeniyê hez dikir û wiha axivî, “Ji dil û can dixebitî û her dem jî serkeftî bû. Heval Argeş weke kesayet jî pir bi disîplîn û xwedî ked bû. Şehadeta hevrê Argeş ji bo me hemû hevalan giran hat. Her çiqasî heval gazî û birîndar bû jî ji bo me hêz û bawerî bû. Me jê hez dikir Hevrê Argeş pir xwedî bîr û bawerî bû, kedkar û zana bû.”
Gaziya şer Feraşîn Botan diyar kir ku ji şehîd Argeş fêrî gelek tiştan bûye û got, “Di wê rewşa xwe ya birîndariyê de jî weke mamosteyekî têkildarî ragihandinê gelek tişt bi me re parve dikirin. Piştî şehadeta heval Argeş, gelek kesên navê wî radikin, tevlî têkoşînê bûn. Têkoşîna me berdewam dike. Em ê ji bo xwedîderketina li bîranîna wan hevalên giranbiha têkoşîna xwe xurt bikin. Em ê layiqî ked û xebata wan bin. Careke din ez soza xwe ji wan re nû dikim û dibêjim, em sozdarên we ne. Em ê dibin ala we de ber bi serkeftinê ve bimeşin.”




