Divê em ji bo azadiya xaka xwe têkoşîn bikin

Dîrok Amed

Divê tundî û êrîşên li ser jinan ti carî ji rêzê neyên dîtin. Pêwîst e di asta bîrdozî û teoriyê de were destgirtin û nirxandin. Ji ber pirsgirêk dîrokî ye û hemû civakê jî eleqedar dike. Jixwe dema em vedigerin 30 hezar sal beriya niha mirov hîn baştir haj li rastiya zilamê kujerê kastîk dibe. Mirov dikare bi felsefeyê û tehlîlên bîrdozî kiryarên tundrew ên îro li ser jin û civakê têne sepandin fêm bike û li çareseriya wan bigere. Rêbazên kuştin û destdirêjiyê yên roja îro bêbingeh nînin. Em ji mamoste û fîlozofê serdemê fêr bûn ku dîrok di roja me de û em di destpêka dîrokê de veşartîne.

Ez weke jin, şoreşger û gaziyeke vî welatî dema li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê difikirim, rastiya wan serdemên bihurî hîn baştir his dikim. Dibe ku em bibêjin ma çima wê demê jinê têkoşîneke pir xurt raber nekiriye? Wê demê klan hebûn û malbat weke klan dihatin dîtin. Ew jî piranî li ser esasê zarok, dayik û xalên zarokan pêk  dihat. Hejmara her klanekê 25-30 kes bû. Zilamên ciwan û nêçîrvan her li pey sewalan bûn, ji bo nêçîrê ji xwe re amûr ango çekên seretayî çêkirine. Di taktîka nêçîrê de bûne hoste. Zarok ji dayika xwe fêrî tiştan dibûn. Di mîtolojiyê de behsa 104 ME ango berhemên civakbûnê yên Înanna têne kirin. Civakbûn li ser van esasan li dora jinê ava dibe.

Piştre kur li hemberî dayika xwe derdikeve. Di mîtolojiya  “Enûma Elîş” de qala Mardûkê dayika xwe Tîamat dikuje tê kirin. Mirov dikare heman tiştî ji bo kiryarên zilaman ên roja îro jî bêje. Dibe ku bi piranî zilam li hemberî dayika xwe ya jê welidiye, bi hurmet be û pir kêm hatiye dîtin ku yekî dayika xwe kuştiye. Lê mixabin gelek nimûneyên wiha hatine dîtin ku zilam xwişk, keç û herî zêde jî dayika zarokên xwe kuştiye yan jî keça ku qebûl nekiriye pêre bizewice qetil kiriye. Kes nikare vê înkar jî bike. Rojane kuştina jinan dikeve rojeva me. Em jî weke jin di aliyê wijdanî de diêşin. Em her hewl didin ji pirsgirêkên jinan re bibin bersiv û dawî li kuştina jinan bînin. Ji ber em dixwazin di şexsê jinê de mirovan ji kuştin û şeran rizgar bikin da ku di nav aramiyê de bijîn.

Li ser mijara şer, tundî û kuştina jinan gelek dahûrandinên Rêber Apo hene. Rêbertî bêhtirî 52 sal e li ser pirsgirên jin û civakê diponije. Tekez xwedî biryar e ku pirsgirêkên jin û civakê çareser bike. Rêber Apo destnîşan dike ku pirsgirêkên civakê di mijara jinê de kilît mane, li ser vê mijarê gelek pêxember, fîlozof û zanyar xebitîne, lê çareser nekirine. Ji ber xwe di nav pirsgirêkê de nedîtine û weke pirsgirêkeke malbatê lê temaşe kirine.

Rêbertî behsa gotina Bûda ya “Dema di pişta te de xencer heye te gerdûn, cîhan, malbat wisa pîroz kiriye, wisa şîrove kiriye, wisa xeyal çêkirine. Ti qîmetekî wan nîne. Tenê tişta tu bikî ew e ku xencerê derxî.” Rêbertî li ser wan gotinên Bûda vê zêde dike û dibêje, “Xencera di pişta civakê de jî koletiya jinê ye û hemû pirsgirêk li dora wê kom dibin. Heya jin azad nebe civak jî wê azad nebe.”

Pêwîst e em jî serê xwe li ser vê mijarê biêşînin. Em weke jin û zêdetir jî mêr divê li ser rewşa ku niha civak û jin têde bikevin nav lêhûrbûnê. Ji ber pirsgirêk hevpar e û hemû tengasî bi destê mêran tên afirandin. Yên jin û civak anîne vê rewşê mêr in û divê mêr vê rastiya xwe fêm bikin. Dibe ku di nav şoreşê de jî mêr bêjin “Karê me bi mêrên civakê nîne.” Wê demê jin jî dikarin bêjin, “Naxwe ma şoreşgeriya me ji bo çi ye? Em hemû ji nav wê civakê hatine û em îro pêşeng in.” Karê me yê em wan pirsgirêkan çareser bikin heye. Rêber Apo diyar dike ku divê her kes ji xwe dest pê bike û rexnedayîna xwe bide.”

Weke encam pêwîst e her kesên hestên azadî û wekheviyê bi wan re hene, ji dil û can bixebitin. Divê em ji bo azadiya xak û gelê xwe têkoşîn bikin.

Îro Rojavayê Kurdistanê ya şoreşa mirovahiyê ava kir ji hêla çeteyan ve rastî êrîşan tê. Kobanêya cîhan ji belayeke mîna DAÎŞ’ê rizgar kir, îro di bin dorpêç û êrîşeke mezin de ye. Ev êrîş û dorpêç li hember paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ye ya Rêber Apo diyarî hemû bindestan kiriye.

Ez bang li tevahî jin û ciwanên Kurd dikim ku xwedî li xak û gelê xwe derkevin. Ji bo parastina rûmeta xwe berê xwe bidin çeperên berxwedanê yên li Rojava.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button