Pirsgirêkên civakî yekpare ne û ji hev nayên qutkirin
Arjîn Kobanê

Divê li ser mijara rizgarî û azadiya jinê pir bê nîqaşkirin. Ferdên di nav civakê de jî pêwîst e bikevin nav lêgerîn û têkoşîneke xurt da ku xwe binasin û rewşa heyî biguherînin. Ji ber pirsgirêk tenê ya jinê tê dîtin. Mêr pirsgirêkê ya xwe nabîne, her tim jinê berpirsiyar dibîne yan jî jinê weke sedema hemû xerabiyan digire dest.
Di Mîtolojiya Yewnan de pir qala Qutiya Pandora tê kirin. Mebesta wan jî ew e ku hemû pirsgirêk ji jinê dest pê kirine yan jî hemû berhema kiryarên jinan e. Heke ew nêrîn ji ser jinê neçe, wê civak jinê bi temamî reş bike û wê bi vî awayî xwe jî tine bike. Ji ber jin hêrs, kîn û tundiya mêr sînordar dike. Eger jin bi temamî sûcdar were dîtin û ji derveyî civakê were hiştin wê mêr dinyayê xerab bikin. Lewma divê were zanîn ku pirsgirêkên civakî yekpare ne û ji hev nayên qutkirin.
Bi tevahî hewldanên pergala sermayedar ew e ku jinê bike amûra şerê taybet û civakê bêparastin bihêle. Werin em her yek dayika xwe bînin bîra xwe. Temaşe û dahûrandin bikin bê çawa dayika me her bavê me aram dikir û nedihişt her hêrs bibe, êrîşî xelkê bike, hinekan bikuje yan jî yekê birevîne.
Jixwe li herêma me her dibêjin, ‘Eger mêrekî Kurd têr bixwe yanî dewlemend bibe yan wê yekî bikuje yan jî dê yekê birevîne.’ Em jî gelek caran bûne şahid ku mêran ji bo mirîşkekê hevdu kuştine û ev jî hunera mêr û tundiya wî dide diyarkirin. Lê dîsa jî mêr hemû sûcên xwe dixin stûyê jinê. Pêwîst e were zanîn ku jin di nav eşîr, malbat û civakan de dengê aştiyê ne.
Ji bo wê nêrîna min jî ew e divê jin xwe bikin yek û têkoşîna xwe bilind bikin. Hewce ye mêr jî wê hişmendiya dewletê ya desthilatdar terk bikin û bibin sosyalîst. Ji ber ji derveyî xerabkirin û qirkirinê tiştek ji dewletê dernakeve. Hewce ye her kes ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk têkoşîn bike û xwe di serkeftinê de kilît bike.




