Jin her tim avakera jiyanê ye

Cûdî Cizîr

Jin zêdetirî 30 hezar sal e ji hêla pergala mêrê serdest ve hatine kolekirin. Lê tevî vê yekê jî li dijî vê zîhniyeta zalim û zordest bi eşqa azadiyê li ber xwe dan. Jinê bi sekna xwe mohra xwe li şoreşan da. Serhildêrî, reng, deng û kenê xwe şoreş xemilandin.

Di serdema me de mafê jin yek ji mijara  herî girîng e. Dema mafê jin tine be, her tim pirsgirêkên civakî hene. Em ê weke şoreşger dîroka zerîn bi rengê jinê bixemilînin. Hewce ye jin ji bo mafên xwe bibin rewiyên azadiyê. Ji lewra xwedîderketina li nasnameya jin, xwedîderketina li mafê xwe ye.

Wek jinên Apoyî em li rastiya xwe geriyan. Me rastiya xwe di nav ramanên Rêber Apo de dît. Jin nûnera civak û jiyanê ye. Ne tenê ji ber em xwedî felsefeya azadiya sosyalîst in, ji bo felsefeya jiyanê vê fermanê dide em bi jinê dest bi têkoşînê dikin. Jin bi hezkirin, ked û dilovaniya xwe jiyanê watedar û geş dike.

Jinê  bi keda xwe  jiyana piroz pêkanî ye. Li ser vî esasî mirov dikare beje, “ma pîrozî li ser çi pêş dikeve?” Pîrozî li ser azadiyê, wekheviyê, edaletê û aştiyê pêş dikeve. Di bingehê pîroziyê de jî ked û jiyana jin heye. Pîrozî bi temamî çavkaniya xwe ji vê digire. Jin û ax jiyanê ava dikin. Ji lewra çawa jin pîroz e, ax jî pîroz e.

Tiştên ji axê çêdibin û dikevin xizmeta mirovahiyê pîroz in. Lewra dema mirov li dîrokê temaşe dike, dibîne ku jin û ax pîroz hatine destgirtin. Jin jiyanê pêş dixe û  çavkaniya jiyanê ye; ax jî jiyanê pêş dixe û çavkaniya jiyanê ye. Yanî sedema pîroziyê jî ev e. Jin, di wateya bingehîn de otorîteya civakê û çavkaniya jiyanê ye. Jin bi destên xwe yên kedkar jiyanê dixemilîne û hûnandina jiyaneke komînal pêk tîne.  Di jiyana neolîtîkê de demokrasiya komînal heye. Wê demê demokrasî li ser çi bingehî ye? Li ser bingehê azadî, edalet, wekhevî û aştiyê ye. Ev temsîla jin dike.

Naxwe ji ber wê rastî û heqîqet di dilê jinê de ye. Jin her tim avakera jiyanê ye û mirovahî di dergûşa jin dayik de mezin bûye. Keda wê gelek mezin û dîrokî ye, lewma jî jin dibe serkêşa jiyana nû. Di xwezaya jin de edalet, sosyalîzm, demokrasî û azadî heye. Sedsala 21. sedsala têkoşîna azadiya jinê ye. Di hundirê têkoşîna azadiya Kurdistanê de, hewldanên Rêber Apo yên têkildarî  jin rê li ber pêşketina hêza cewherî ya Tevgera Azadiya Jinê vekiriye.

Jinên Apoyî jiyaneke nû ya azadî û wekheviyê ava dikin. Jin, jiyanê dîsa di dergûşa mirovahiyê de li Mezopotamyayê careke din diafirîne. Belê eger kes xwe di xeta azadî û wekheviya Xeta Apoyî de pêş xistibe, di felsefeya jiyanê de ji nû ve tê afirandin. Di civakekê de jin xwedî kîjan çand û ferasetê be, pêşeroja civakê û rewşa niha jî li gorî wê tê diyarkirin. Terzê jiyana jin weke terzê jiyana civakê bi sazî dibe. Ji ber vê ji bo fêmkirina civakekê divê statûya jinan bê zanîn û lêkolînkirin. Yanî di encam de  azadiya jin azadiya civakê ye. Divê mirov  vê dawerivîne. Ji ber vê di tevahî civakan de pergal li ser jinan polîtîkayên pergalî dixe jiyanê. Em jî weke pêşengên civakan bi ramanên Rêbertiyê rêxistinbûna jin pêş dixin. Bi kurt û kurmancî dixwazim bibêjim ku Apoyîtî daneheviyeke xeta jina azad e.

Eger jin ne rêxistinkirî be, nebe lêgervana azadî û demokrasiyê, civak nikare zêde li ser lingan bîmîne. Em bi dilekî rehet dikarin bejin ku em bûn xelata jinên lêgerînvanên jiyana azad. Her wiha li Kurdistanê pêwîstî ji her alî ve bi lekolînên li ser jinê hene. Di gelek waran de jin bûye bingeh û sedema guhertinên muezem. Jinê mohra xwe li guhertin û veguhertinên Kurdistanê daye.

Di civaka Kurdan de jin xwedî giranî ye.  Bila jin ti carî hêviya xwe winda neke. Dema hêviya xwe winda kir, wê her tiştên xwe winda bike. Ji ber vê divê jin bêhêvî nemînin, her tim bi hêvî û ji xwe bawer bin. Jin bi zanistî û hinbûnên xwe gelek tiştên baş fêrî hemû mirovatiyê kir. Ev têgînên xweş û girîng tenê bi rengê jinê re dikarin pêk werin. Em weke pêşengên bi avakirin û parastina civaka exlaqî û polîtîk erkdar, bi qasî nûnertiya exlaqê azadiyê xurt û bi bandor dikin, em ê di civakê de şoreşa jin mezintir pêk bînin.

Cîhanê di herikîna dîrokê de şahidî ji gelek şoreşan re kiriye. Lê belê her şoreş nikarî bibe xwedî taybetmendiya civakî. Her wiha nikarî hem bibe şoreşa jinê, hem jî bibe xwedî taybetmendiyên gerdûnî û herêmî. Lewma şoreşa Jin Jiyan Azadî hem pêşeşengiya jinan, bi tevlîkirina gel a li nava xwe -ya ji 7 heta 70 salî-  hem jî derbasbûna ji sînoran cihê xwe di dîroka berxwedanê ya gelan de girt.

Rêber Apo bi paradîgmaya xwe xeta jina azad îspat kir. Bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê re zîhniyeteke rast tê avakirin. Ji bo ev paradîgma pêk were em ê ji her demê bêhtir bixebitin. Ji bo jiyaneke bi wate, pêwîstî bi şoreşeke mezin a azadiyê heye. Li ser vî esasî ji bo pêkanîna jiyaneke bi rûmet, adil, wekhev û azad em soza xwe dubare dikin.

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button