Têkoşîn wê li ser xeta şehîdan bê meşandin

Gaziya Şer Cûdî Cizîr

Destpêkê em tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin, soza xwe nû dikin û em dibêjin, heya serkeftinê em têkoşîna hevrêyên me di oxira wê de gihiştine şehadetê bidomînin. Dema ku em behsa şehîdên xwe dikin, em dizanin peyv û hêza me çiqas kêm dimîne. Lê belê ji bo zindîhiştina bîranîna wan, têgihiştina têkoşîna wan û veguhestina mîrasa wan a pêşerojê yek ji berpiryartiya me ya herî bingehîn ew e ku em wan timî bidn jiyandin, xwedî li mîras, ked û têkoşîna wan derkvin. Em ê vîna ku wan di rêya azadî, rûmet û rastiyê de derxistine holê zindî bihêlin û têkoşîna wan bigihînin pêşerojeke azad. Têkoşîna me li ser xeta şehîdan dest pê kir. Em ê bi xeta wan a pîroz bigihijin serkeftina mayînde. Em şagirtên Rêber Apo ne û li ser çanda şehîdan dimeşin.

Her bihosta axa welatê me bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Ji bo ku xeyalên şehîdan ên civakeke wekhev û azad pêk were em ê têkoşîna me bêrawestan berdewam bikin. Em weke gaziyên şer ên  hevalên şehîdan vê sozê dubare dikin. Şehîd fermandarên me yên rastî ne. Şehîd ronahiya şoreşê, pêşengên doza gelên azadîxwaz in.

Civak bi şehîdên xwe serbilind e.  Sonda civakê bi bi navê şehîdan e. Her dilopek xwîna şehîdan a li ser vê axê dirije, dibe tova jiyaneke nû, kenê li ser rûyê zarokan û siberojeke azad. Şehîd windabûn nîne, destpêka herî pîroz a civakeke azad e. Şehîd rûmeta me, hêza me û mîmarên pêşeroja me ya azad in. Ji ber vê yekê, di tevahiya têkoşîna me ya azadiyê de denge herî bilind her tim ev bûye, “Şehîd namirin!” Wateya şehadetê pîroziya herî bilind û lûtkeya fedakariyê ye ku mirovek dikare ji bo xatirê mirovahiyê û  azadiya gelê xwe berxwedanê pêş bixe. Şehîd pênaseya herî zelal a evîna welat û azadiyê ne. Ew di tariya herî reş de rêya civakê rohnî dikin, nexşerêya azadiyê bi xwîna xwe xêz dikin û tirsê dilê neyaran de diçînin.

Di rastiyê de, şehîd bi xwe dibe dîrok, nasname û herîkîna çemê azadiyê yê ti carî naçike. Hêzên dagirker her dem hewl didin bi tirs, zext û kuştinê civakan teslîm bigirin. Helwesta fedaî ya şehîdan vê pergala tirsê hildiweşîne. Dema tirs şikest, daxwaza azadiyê di nav gel de dibe pêleke mezin. Daxwaza şehîdan ew bû ku baxên gulan bidin destên Mazlûman. Hesreta şehîdan ew bû ku jiyana azad bidin gelan.

Hezkirina gelê Kurd ji bo şehîdan û Rêber Apo bêhempa ye. Baweriya xwe xurt kirine. Tevayî gelê Kurd jî hezkirin û girêdana bi şehîdan û şoreşa Rêber Apo re nîşan daye. Şopandina rêya şehîdan û xeta Rêber Apo ji xwe re erê kirine.

Em ê têkoşîna xwe xurt bikin da ku karibin hevalên rast ên şehîdan. Ji hêza xwe zêdetir em ê bixebitin  û bigihin azadiyê. Em bi Rêbertiya xwe û şehîdan re dijîn. Em ê vê pêngava Rêber Apo pêşengiya wê dike bi ser bixin û xwesteka hemû şehîdan bînin cih. Şehadet nûneriya herî bilind ya dozekê ye. Tevahî şehîdên têkoşînê, rêya me ronahî dikin. Bîranînên wan, her dem wê me xurt bike. Xwedîderketina li şehîdan teqez wê me ber bi serkeftinê bibe. Em ê layîqî xeta wan bin û bi têkoşîna xwe hêvî û xeyalên wan bi serkeftinê tacîdar bikin. Şehîd wê her timî ronahiya rêya me bin. Di têkoşîna ji bo azadiyê gelek hevrêyên me şehîd bûne. Bêguman azadî bêberdêl nayê. Ev hevalên me di oxira jiyaneke bi rûmet de şehîd bûne. Lewma divê malbatên me û tevahî welatparêz bi şehîêdn xwe serbilind bin.

Em têkoşîna ku êşan dikin bingeh û aveynê rojên azad didin. Em nikarin hevalên me yên şehîd bûne paşde vegerînin, lê em dikarin dildariya wan a ji bo azadiyê bidin jiyîn. Li ser vî bingehî em ji malbatên şehîdan re sersaxî dixwazin. Em hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî, hûrmet û minetek mezin bîr tînin. Li ber bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button