Nameya gaziyê şer Rêzan Masîro ya ji bo şehîd Vejîn

Hevrêya hêja Vejîn, di serî de li hember bîranîna te û tevahî fermandarên pêşeng ên tevgera me yên di meha Tîrmehê de gihiştine şehadetê bi rêzdarî bejna xwe ditewînim.
Cizîr, Cizîra Botan paytext û warê asîbûn û serhildanan. Hevrêya min Vejîn tu li wî warê qedîm hema li dû Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê hat dinyayê.
Di berxwedana bajaran a li Cizîrê ya di pêşengiya Mehmet Tunç de tu li Cizîrê bû. Wê demê tu hê 15 salî bû. Te di wî temenî de zilm û hovîtiya dagirkeran dît. Li ser vî esasî te jiyana ku dijmin li ser me ferz dikir red kir û berê xwe da nav refên azadiyê.
Tu hevrêyeke welê bû ku bi felsefeya “loqmeyek xirqeyek” ya Rêbertî xwe perwerde kir û pêş xist. Te kêliyekî jî ji pîvan û prensîbên şoreşgerî tawîz neda. Her tim berxwedan û têkoşîna Apoyî ya muezem te ji xwe re esas girt.
Dilsoziya te ya bi Rêbertî û şehîdan re pir pir zêde bû. Te ji hevalên xwe ewqasî hez dikir ku ji bo tiştek bi wan neyê xwe dikir sîper û mertal. Tu bi zarokan re zarok, bi mezinan re mezin bû.
Te jiyana besît û ji rêzê li xwe heram kiribû. Bi hemû şaneyên xwe te ji gotina Rêbertî ya “Jiyan eger were jiyîn divê azad be” yeqîn kir û li ser vî esasî te dest bi rêwîtiya xwe ya bi heybet a şoreşê kir.
Te ala Sara û Zîlanan li hemû qadên têkoşînê bi rûmet bilind kir. Ji çiyayên azad heya Şengal û Rojava te mohra xwe li dîroka têkoşîna Ciwanên Şoreşger xist.
Tu bû xwedawendeke tirsa xewnên dijmin û dilsoza jinên azadîxwaz. Tu bû çandeke berxwedanê ya ji Cizîra Botanê ber bi qadên berxwedanê ve herikî.
Em ê ti carî te ji bîr nekin hevrê Vejîn. Bi sedan jinên ciwan ên leheng navê te girtine û di nav têkoşîna rûmetê de cih digirin.
Rêber Apo dibêje, “Min çalakiya xwe jî di asteke bilind de wekî çalakiya dilsoziya bi heqîqeta şehîd re nirxand. Ew jî me bi hêz dikin, lê çalakiya em pêş dixin dide nîşandan ku em ligel wan dimeşin. Ev meşeke pir zor û zehmet e, têkoşîneke dijwar e. Şehîdên me di axê de nayên veşartin. Em ê wan di dilê xwe de veşêrin. Ji şehîdên di dil de hatine veşartin re romanekê, helbestekê binivisînin.”
Li ser vî esasî em ê we di têkoşîn û berxwedana xwe de bidin jiyandin. Em soz didin heya armanc û xeyalên we bi serketinê tacîdar bikin, têkoşîna xwe bidomînin.




