Hevrê Argeş bi pênûs û kameraya xwe bû şopdarê Gurbetelliyan
Gaziya Şer Cûdî Cizîr
Di nav Tevgera Azadiyê de wateya herî bedew, di rastiya şehîdan de xuya dike. Heke mirov bixwaze Tevgera Apoyî nas bike, divê destpêkê şehîdên wê nas bike. Divê mirov çîrok û destana wan, hêvî û biryara wan zanibe. Tevgera Apoyî ji bilî wê bi ti lêgerînên din wê neyê naskirin. Tevgera Azadiyê pêl bi pêl berfireh dibe. Xwe di her bedewiyê de jiyanî dike. Ji ber Tevgera Apoyî destaneke berxwedanê ye ya hemû astengiyan derbas dike. Ev destan û efsane bi xwîna hezaran pakrewanan hatiye avdan.
Yek ji wan pakrewanan jî hevrê Argeş Serhed e. Argeş bi pênûs û kameraya xwe bû şopdarê Gurbetellî Ersoz. Rastiya gelê Kurd ji tarîtiyê derxist û rûmeta heqîqetê parast. Hevrê Argeş bû dengê welatekî haya kesî jê nebû. Bû ronahiya civakekê ku dixwestin rûyê wê di tarîtiyê de bihêlin.
Têkoşîna çapemeniya azad bi ked, berdêl û fedakariyên pir mezin dest pê kir. Pêşengên mîna Gurbetelli Ersoz bingehên vê mîrateyê ne. Argeş jî bi pênûs û kameraya xwe ya herî rûmetdar bû hîmê vê kevneşopiyê. Hevrê Argeş bi jiyana xwe bû sembola Tevgera Azadiya Kurd. Di kar û xebatên xwe de serketî bû. Timî li pey heqîqetê çû.
Min hevrê Argeş li saziya gaziyan dît û nas kir. Hevalan timî qala têkoşîn û kesayeta wî ya Apoyî dikirin. Ez bi xwe jî ji heval Argeş pir bandor bûm. Bila dijminê me bizane, bi sedan Argeş û Gurbetelli di rêya heqîqetê de ala ragihandina azad bilind dikin.
Bi saya Mazlûm Dogan, Gurbetellî, Denîz, Sînan, Seyîd Evran û Argeş Serhadan xeta ragihandina azad gihişt asta herî bilind. Îro bi dehan rojname, kovar, televizyon û malper li ser şopa van şehîdan dimeşin. Şehîdên çapameniya azad ew rojnamevan û nûçegihan in ku ji bo ragihandina rastiyê û parastina azadiya raman canê xwe feda kirin. Ev heqîqetek e ku em weke hevalên wan û bi biryarbûna di hevaltiya wan de rast bimeşin.
Weke di dilê axê de hêşînbûna kulîlkan, her ku roj li ser xaka welatê me jî, leheng zêde dibin. Li Kurdistanê bê navber şopdarên heqîqetê mezin dibin. Hevrê Argeş mîrasa çapemeniya azad ji Gurbertelliyan wergirt. Li çiyayên azad bi rengekî çalak bi cih anî. Çiya jî bi vîn, dil, hêvî û xeyalên Argeş zêdetir bi heybet û xweşik bû. Her çiyayekî welatê me, her şiverêyeke wê bi van bîranînan dagirtiye. Li çiyayên her kes nikare bigihêje wan, Argeş nobedariya azadî, xeyal û hêviyê kir. Ev nobedarî, dibe pênaseya jiyana gelekî. Ev nobedarî, dibe bihurîna ji hemû astengiyên heyî.
Di her şert û mercên jiyanê yên herî zehmet de, di nav çeperên heqîqetê de geriya. Her kêlî hest, kelecan û hêrsa şervanên azadiyê kişand kamerayê. Bû yek ji wan kesên ku ruhê pêngava serdema nû ya têkoşîna azadiya Kurdistanê ji cîhanê re ragahand. Hevrê Argeş mîna pepûleyên li derdora agir ji bo heqîqetê bibîne xwe feda kir. Ji bo heqîqet û pêşerojê di nav lêgerîneke herî bilind û pîroz de bû.
Em şervanên azadiyê yên Kurdistanê, di têkoşînê de bêguman em ê bi ser kevin. Ji ber ku felsefeya me ya jiyanê, şerê ji bo jiyana azad e. Berxwedana li dijî zilma zalim e. Heta ku ev felsefe hebe, dê ti zalim nikaribin bi ser kevin. Argeş yek ji rêwiyên rêya heqîqetê bû. Rêwîtiya heqîqetê ne hêsan e. tenê zarokên agir û rojê dikarin pêk bînin. Argeş ev rê rê pîroz dît û di vê oxirê de xwe feda kir. Hevrê Argeş leheng û sozdarê azadiyê ye. Bi zanîna berpirsyariya dirokî ya çapemeniyê, em ê têkoşîna hevrêyê xwe Argeş a ji bo azadî û rastiyê di avakirina civakek demokratîk de xurt bikin. Em soz didin di her demê de xwedî li xeta hevrêyê xwe Argeş derkevin, têbikoşin û bi ser kevin. Li ser rêya Argeş û Gurbetelliyan di xeta çapemeniya azad de, em ê têkoşîna xwe xurttir bikin.




