GAZÎBÛN NÎŞANEYA AZADIYÊ YE
Cûdî Cizîr

Di Tevgera Azadiyê de ji birindarî heya gazîbûnê, ji gazîbûnê heta şahadetê gelek berdêl hat dayîn. Ev hê jî didome. Her zehmetiya tê jiyîn di heman demê de berdêleke azadiyê jî îfade dike. Her berdêla azadiyê cudatiya rengên xwe, zehmetiyên xwe dihewîne. Li gorî cudatiyên xwe encaman derdixe holê. Di encamê de berdêlên me tercîha me ya jiyanê, biryardariya me ya azadiyê, israra mirov a di têkoşînê de îfade dike. Bêguman hin berdêlên me girantir in. Jiyana fizikî tê bidawîkirin an jî bi qasî mirov nikaribe weke berê bi tevger be astêngiyên fizikî çêdibin. Lê belê di şoreşê de qiyasa berdêlan nabe, mirov nikare bêje kijan bêhtir giran e.
Di têkoşîna mezin, berxwedana dijwar, şerê demdirêj de weke Tevgera Azadiyê me berdêlên piralî û giranbûha dan. Em gaziyên Tevgereke Apoyî ne. Ji her kesî pirtir em dizanin ku ti nirx berdêl ava nabe. Hêzên hegemon ji xeta Rêbertiya me, bîrdozî, vîna me ya azad û gazîbûna me ditirsin. Berdêla azadiyê li welatê me, ji her devera cîhanê girantir e. Bêguman gazîtî ew rastiya ku şopa şahadetê, her roj bilindahiya şehadetê bi xwe re hildigire, dijî û dide jiyandin. Tevî zehmetî û dijwariyên wê, di her gava têkoşîna pêwîst dike de em berdêla wê bidin. Em xwediyên vê dozê ne. Em weke gaziyên şoreşê ji her kesî bêhtir vê dizanin û ji lewra em wê dijîn.
Her gaziyek doza Tevgera Apoyî bi awayekî yan jî bi rasthatineke mezin ji şehadetê zivirîye. Ji lewra her hevrêyek gazî şopa şehadetê di xwe de dihewîne. Gelek hevrê bi domdarî jî îhtimala wê dijîn. Şehadet ew heqîqet e ku hevala Zîlan dibêje, ‘Xwezî ji canê me wêdetir tiştekî me hebûya me di oxira wê de bidaya.’ Jixwe tişta ku ferqê dixe navbera mirovên hêsan û yên fedayî de ew e, mirovên fedayî canêxwe datînin holê. Bedena xwe dixin narîncok ku mînaka wê li ti deverên cîhanê nayên dîtin. Di oxira azadiyê de her tiştên xwe dide.
Rengê gazitiyê û nirxên gazî dihewînîn ji hêla Rêber Apo ve pir baş hatine îfadekirin. Rêbertî dibêje, ‘Gazî şehîdên sax in.” Mirov gazîbûna xwe, zehmetîyên xwe çiqas kolektîf, civakî û rêxistinî bigre dest, bifikire, mirov ewqasî wê karibe hestên xwe perwerde bike, polîtîk bike. Kesên zanîbin gazîtiya xwe di encama tercîha jiyana azad, wêrekiya pêşengiya şoreşê de binirxîne, wê xwe ti carî ji têkoşînê qut negirê dest. Ango di nav Tevgera Apoyî de ya esas fikir zikir çalakiya mirov e.
Zehmetiyên rawşa gazîtiyê bi xwe re tînin em dizanin. Madem me berdêla giranbûha da, berpirsyartiya me jî giran e. Divê em jiyana xwe li gorî paradîgmaya azadiyê, pîvanên rêxistinî saz bikin, bi rêxistin bikin. Divê mirov di pîvanên jiyana rêxistinî de tawîzan nede. Pir girîng e mirov di her şert û mercî de rêxistinî be. Mirov dema hizirandina baş bi hizirandina rêxistinî re bi hêz neke, kesayetek paşdemayî wê derkeve holê. Ji lewra niha pirsgirêka azadiya Kurd û nasnameya gelê Kurd di rojevê de ye. Di cîhana me de pirsgirêka demokrasiyê heye. Ji bo demokrasî û azadiya giştî divê hîn bêhtir em fedakariyê bikin. Pêwîst e em hîn zêdetir taybetmendiyên milîtantiyê pêk bînin. Ne ku em dev jê berdin û asta tevlîbûna xwe daxînin. Ne ku pîvanan daxînin, biçûk bikin, sist bikin, pasîf bikin, berevajî van ivê em wek gaziyên şer ji hemû rengê jiyana paşverû dûr bikevin. Divê gaziyên şoreşê milîtantiyê bikin. Rêbertî dibêje: “Weke derwêşan bijîn.” Di vê xalê de mijara sereke weke şoreşgerên pêşeng pêwîst e em di vê pêvajoya girîng de bi rola xwe ya dîrokî rabin.
Ev mijar bi qasî mirov bi hêsanî nikare bibîne û pênase bike girîng e. Li ser meşa mirov diyarker e. Em hêzeke şerker in. Ango di nav şer de em gazî bûne. Di vê wateyê de em ê ji xwe bawer bin, hêz ji nasnameya xwe ya gazîbûnê bigirin. Gazîbûn nîşaneya azadiyê ye. Divê mirov ji gavavêtinê netirse, sekna xwe bi hêza xwe ya bîrdozî ava bike. Em ê hevdu mezin bikin. Bêguman rastiya hêza me ya heyî ji holê ranabe. Pêvajoya heyî derfet dide em hêza xwe li gorî xeta Rêbertiyê xurt bikin, azadiya fizîkî ya Rêbertîya xwe pêk bînin û destketiyên dîrokî derxin holê. Gaziyên têkoşîna azadiyê bi feraseta pîroz bawerî anîne, wê bibin pêşengên vê tevgera pîroz ku afirînerên wê şehîd û Rêber Apo ne.




