Fikir û ramanên Rêber Apo her cihê diçinê rohnî dikin
Karwan Kobanê

Dibe ku Rêber Apo li wê girava dûr di nav Deryaya Marmareyê de û nexasim jî di nava wan çar dîwaran de ye, lê her bi fikir, felsefe û hestên xwe di nav me de ye. Her kêlî bi me re ye. Rêber Apo dibêje, “Pirtûkên min li ku derê bin, ez li wir im.”
Ez jî li ser wan nirxandinên Rêber Apo lêhûrbûn dikim û dibêjim, Rêberê min tu her di nav fikir, raman, hest û jiyana me de dijî û tu me dide jiyandin. Rêberê min em bi têkoşîn, xebat û keda te îro serê xwe, di nava xelk û alemê de bi serbilindî radikin. Em timî dibêjin, “Bijî Rêber Apo, Bê Serok Jiyan Nabe, Bi Can bi Xwîn em bi te re ne ey Serok.” Rêberê min ev dirûşm ji bo me pir pîroz in. Em hewl didin timî li gor wan dirûşman bijîn û bibin layiqî te.
Tevî ku Rêberê me di nav wan çar dîwarên Zindana Îmraliyê de ye jî gelek xebat û kar dike û ji bo mirovatiyê li çareseriyê digere. Ji bo şerê Kurd û Tirkan bi dawî bike û ji hemû mirovahiyê re cîhaneke bê şer û bê tundî misoger bike têkoşîneke bi heybet dimeşîne.
Weke em hemû jî dizanin mirovahî bi hezarê salan e di nav şerekî ji bilî desthilatdariyê ti feydeya wê ji kesî nîne re d ye. jiyan li mirovatiyê hatiye reşkirin. Tişta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze bi gelê Kurd û mirovahiyê bide fêmkirin jî ev e ku mirov nikare vê jiyana heyî bijî.
Rêber Apo têkildarî vê mijarê dibêje, “Ji niha û pê ve divê hemû beşên civakê û nexasim jî jin û ciwan xwe bikin yek û çalak bibin da ku serkeftina xwe misoger bikin. Bi vîneke xurt û azad kar û xebat bikin, da ku pêşeroja xwe ya bi bandor misoger bikin.”
Fikir û ramanên Rêber Apo her cihê diçinê rohnî dikin. Jixwe dema em dibînin ku mirovên biyanî, rewşenbîr û zanyar li ser Rêberê me û têkildarî me dinivisînin em şaşwaz dimînin û ji xwe şerm dikin. Lê li gorî min mirov li kîjan xalê de xwe îqna bike û dest bi şoreşeke hundirîn bike jî pir baş e.
Ez jî li ser xwe dahurandin dikim û dixwazim ji xwe de dest pê bikim. Jixwe gelek mirovên bêkêr û nezan li dijî me xerab xeber didin. Hewce ye li hember wan kesan em têkoşîneke îdeolojîk a xurt bimeşînin. Her wiha hewce ye em rastiya Rêberê xwe û şoreşê deynin holê. Divê em bi fikir û ramanên Rêber Apo xwe pêş bixin, civaka xwe û tevahî mirovatiyê azad bikin.




