Gaziyên şer têkildarî rewşa heyî kom bûn

Gaziyên şer ên herêma Hesekê ji bo nirxandina rewşa siyasî kom bûn. Gaziyan dilsoziya xwe ya bi şehîdan re dubare kirin.
Li Hesekê têkildarî rewşa herêmê, nirxandina kar û xebatan ji bo gaziyên şer civîn hat lidarxistin.
Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.
Di civînê de hat diyarkirin li Rojhilata Navîn geşedanên girîng çêdibin û ev geşedan bandora xwe li ser tevahî herêmê dikin.
Hate diyarkirin ku bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo daye destpêkirin re, rêya diçe çareseriyê heya dawiyê vebûye û ji bo pirsgirêk bi rêyên diyalogê werin halkirin zemîneke girîng ava bûye. Her wiha hat destnîşankirin ku di vê pêvajoyê de divê bi taybet gaziyên şer ên ji bo jiyaneke azad û wekhev berdêl dane bi rola xwe ya dîrokî rabin.
Gaziyan anîn ziman ku nirxên bi saya şehîdan ava bûne wê neqlî nifşên pêşerojê bikin û gotin, “Em ê ti carî di mijara parastina destketî û nirxên xwe de paşde gav neavêjin.”
Gaziyan di şexsê şehîdên Gulanê de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û dilsoziya xwe ya bi şehîdan re nû kirin.




