Bi Dawîbûna 22’ye mîn Salvegera Komlploya Navnetewî Em Şermezar Dikin

Bi dawîbûna 22’ye mîn salvegera komlploya navnetewî, di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê kurd hate meşandin. Her wiha di şexse Rêber apo de komploya navnetewî li hember fikir û ramanê azadiyê hate meşandin. Li hember nûjentî, li hember xulikari, li hember civak bûyinê, li hember nêrina demokratîk û jiyanek azad komplo  hate meşandin. Dema em dîrokê vedigerînin li ber çavên xwe dahûrandinên Rêber apo a di derbarê modernîteya kapîtalîzmê û pergala dewletdariyê, wekî şewqa rojê xwe di roja me ya îro de dide der. Di çaxên destpêkê de di nav şert û zirûfên pir giran de lêgerînên Rêber Apo ya di derbarê heqîqeta mirovahiyê hişt ku lîstokên pergala modernîteyê a li ser civakan eşkere bike û derxîne zanistê. Her wiha bingehê lêgerînên Rêber Apo xilaskirina metigeriya dijminan û jibona jiyanek azad û bi rûmet a gelê kurd e. Rêber Apo xwest ku bi lêgerînên xwe jiyaneke ku ji dûrî şer, ji dûrî dijminahî û bi jiyanek komînal, hevbeş, ji giştî gelên cîhanê re pêşkeş bike. Li hember fikir û ramanên Rêber Apo, dewletên kapîtalîst, dagirker, netewperest,olperest ji xwe re ev wek xeterî dîtin. Bi teybetî jî dewleta tirk a dagirker ku pirsgirêka kurd bi giranahiya xwe liwir diqewimî bi rêbazên qirkirina çandî-fîzîkî dixwestin hebûna kurdewarî giştî ji holê rakin. Jibona ku kurd mafê xwe yê herî rewa ango nasname xwe jiyan nekin bi polîtîqayên ji dervî mirovahiyê û serî giştî qedexeyên bê exlaqî li dijî gelê kurd dan. Bi belavbûna fikrê Rêber Apo re ji mirinê zindîkirina gelê kurd xofek mezin xist dilê dewleta tirk a dagirker. Jibona vê jî serhildana Rêber Apo ku dabû destpêkirin xwestin bi dilgirtina Rêberê gelê Kurd re heviya azadiya gelê kurd tûne bikin. Her wiha bi şiyarbûna gelê kurd re gelek hesabên qirêj  yên dewletên hegemon jî têk birin û ji wan re bû astengî. Li ser van bingehan giştî hêzên navnetewî cîhê xwe di vê komploya bê exlaqî de girt. Her wiha pergala hiqûqê ya ewropa, li beramberî çareserkirina pirsgirêka kurd jî ne xwedî wê hêzê bû. Rêber Apo bi çûyîna xwe ber bi ewropa ve xwest ku rêyên çareseriya pirsgirêka gelê kurd bi welatên qaşo xwedî mafê mirovan derdikeve nîşan bide û çareseriyê jibona her çar parçeyên Kurdistanê re ava bike. Mirov dikare bêje ku, li hemberî heqîqeta Rêber Apo afirandîbû pergala hiqûqê ya ewropa nedikarî li berxwe bide û têk çû.  Hêza hiqûqa ewropa têrê nedikir çareseriyê biafirîne,nedikarî dadgehek adilane li darbixîne û nedikarî dev ji berjiwendiyên li ser bingehên aborî bi desthilatdariya tirkiyê re berde. Lewra jî bi pîlanek hevbeş a navneteweyî kesayeta Rêber Apo hate armanc kirin. Wisa fêmkirin ku bê bandorkirina Rêber Apo re wê bikaribin pêşî li fikrê wî bigrin û şoreşa hatî destpêkirin bitepisînin. Lê di dadgeha hişmendiya Rêber Apo de heqîqeta ku hate ronîkirin da xûyakirin ku pirsgirêka kurd, pirsgirêka çandî, zayendî, civakî, aborî, tendûristî edî bi pergala heyî re têrî çareseriya van pirsgirêkan nake, bi rengekî zanebûn pirsgirêkan kurtir dike. Jibona vê jî bi rengekî hevbeş Rêber Apo radestî dewleta tirkiyê kirin. Dewleta tirkiyê fikirî ku serhildana Rêber apo daye destpêkirin weki serhildanên kevine, serhildaneke eşîrêye, serhildaneke komeke biçûke. Dema ku Serokê wê bê girtin, wê serhildan jî were têk birin. Lê di rastiya Rêber Apo de bawerîyek, paradîgmayek hebû. Ev yek jî bi dilgirtina kesayetê re nedihata tûnekirin. Her wiha di bi pêkanîna komployê re biryara darvekirina jî hate dayîn. Lê heqîqeta Rêber Apo a li ser rûyê erdê dabû çandin ji aliyên giştî gelên azadîxwaz ve di asta cîhanê de bi berxwedanîyek mezin û bi  bertekên tûnd pêşiya vê hate girtin. Li hemberî vê biryarê bertekên gel hişt ku wezîrê karê derve yê emerîkayê îtîraf bike ku, ewna ne din bendên bûn ku bertekek wisa tûnd bê raberkirin. Dewleta tirkiyê jî ji dervayî rola gardiyantî wêdetir bi serê xwe nedikarî destdirêjî li Rêber Apo bikira. Dewleta tirkiyê heta niha jî tenê jibona berjiwendiyên derve li ser lingên xwe maye û di hûndirê xwe de jî ji her xalê ve riziya ye.

Ev sala 22’ye mîn e Rêber Apo di hindirê zindanê de bi îradeyek mezin xilas dike û derbasî sala xwe ya 23’ye mîn dibe. Biryara Di derbarê Rêber Apo, bi bê edaletiyek pir mezin û tû dadgehên di cîhanê de xwedî mafek bi vî rengê nîne ku Rêberekî ku nexweşiya pergalê eşkere kiriye û rêbazên çareseriyê pêşxistine dadgeh bike, tiştekî ne exlaqîye ne jî hiqûqiye.  Çareseriyên ku Rêber Apo jibona tevahî cîhanê pêşkeş dike çareseriyên pêkanin lê, berjiwendiyên desthilatdaran nahêle ku ev pêşbikeve, jibona vê jî dilgirtina Rêber Apo berdevam dike. Her wiha tecrîta li ser Rêber Apo dimeşînin tecrîtek kûr û girane. Li hemberî vê kiryara bê exlaqî mirovek ji rêzê nikare berxwe bide, lê Rêber Apo bi îradeyek pir mezin û bi berxwedaniyek bê hempa li berxwe dide û tecrîta heyî bê wate dike. Bi vê tecrîtê re bê gûman ji gel qûtkirin,ji malbatê ji hevalên wî qûtkirin her wiha çareseriyên ku pêş dixe astegkirina nîqaşkirina wan a di platformên azad de, astengkirina parvekirina nêrînên Rêber Apo bi gel re, ji hêla desthilatdariya tirkiyê ve ev  têne astegkirin. Dewleta tirkiyê jî di wê zanebûneyê de ku heqîqeta Rêber Apo ji gelê tirkiyê re bê eşkerekirin wê dawiya wan ji destê gelê wan bi xwe pêk bê. Li hemberî tecrîta li ser Rêber Apo ji her demê zêdetir serhildan,berxwedan, tekoşîn û xwe bi rêxistinkirin pêwîste. Her mirovekî demokratîk, azadîxwaz, her mirovekî ku dixwaze jiyanek bi rûmet jiyan bike pêwîste di şexsê Rêber Apo de xwedî li heqîqetê derbikeve. Serkeftina bidestxistina azadiya gelan, bi azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo wê pêkan be.

NURÎ MEHMUD

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button