‘Şehîd sembola berxwedana Rojava ne’

Li Qamişlo û Dêrikê ji bo şehîdan merasîmên girseyî hatin lidarxistin. Gaziyên şer jî di merasîman de cihê xwe girtin.

Di merasîma girseyî ya 23 şehîdan a li Qamişloyê de endamê Desteya Hevserokatiya PYDˊyê Aldar Xelîl diyar kir ku fedakariyên şehîdan bingehên berxwedana civakê û misogeriya berdewama têkoşînê ber bi Sûriyeya demokratîk ve ava kirin. Meclisa Malbatên Şehîdan ên bajarên Qamişlo û Efrînê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Agirê Efrîn (Ehmed Omer) û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Masûd Omer ên ku di 18ˊê Çileyê de li ser Rêya Spî şehîd bûbûn li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan hatin definkirin.

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl di merasîma Qamişloyê de axivî.

Aldar Xelîl lehengî û fedakariyên şehîdan silav kir û diyar kir ku gelê ku îro bi saya berxwedana û têkoşîna şehîdan li vir dijî û got: “Şehîd sembola berxwedana Rojava ne.”

Xelîl destnîşan kir ku tiştê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rû daye “destanek lehengiyê” ye ku şervanên weke Ziyad Heleb û hevrêyên wî nivîsandin.

Xelîl da zanîn ku îro li dijî hebûn û nasnameya gelê Kurd êriş tên kirin û got: “Têkoşîna ji bo gihandina Sûriyeyeke demokratîk ku mafên gelê Kurd û tevahî gelan nas bike berdewam e. Pêvajoya Aştiyê ya li Tirkiyeyê ne tenê bi Tirkiyeyê ve girêdayî ye, lê gava ber bi çareserkirina pirsgirêka Kurd li tevahî parçeyên Kurdistanê ve temsîl dike û ji bo tevahî dozên li Rojhilata Navîn çareserî ye.”

Lokman Xelîl: Sekna me ya li vir bi saya fedakariyên şehîdan e

Şêniyên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxayê û gaziyên şer beşdarî merasîma li Pakrewangeha Şehîd Xebat bûn. Girse cenazeyên her du şehîdan ji pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Hogir wergirtin û bi karwanekî ber bi Pakrewangeha Şehîd Xebat ve çûn. Li pakrewangehê  karwanê cenazeyê bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hat pêşwazîkirin.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin û torana leşkerî dest pê kir. Pişte ji endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Luqman Xelîl axivî. Luqman diyar kir ku şehîdan rêya azadiyê ronî kirin û got: “Navên xwe di dîrokê de neqişandin. Bi keda wan hebûn, nasname û îradeya me hatin parastin. Sekna me ya li vir bi saya fedakariyên şehîdan e. Ji bo em bi azadî û rûmetî bijîn rêya berxwedanê hilbijartin.”

Luqman Xelîl di dawiya axaftina xwe da soza domandina rêya şehîdan da.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button