Jiyaneke tijî berxwedan û têkoşîn

Hevrê û têkoşerê azadiyê Ridwan Nesrî Silêman (Dijwar Amûdê) ji Rojavayê Kurdistanê, gundê Sinceqa Sadûn girêdayî bajarê kevnar Amûdê ye. Xwedî hevjîn û çend zarokan e. Salên 1980’an piştî naskirina Tevgera Azadiyê hevrê Ridwan soz dide Rêber Apo, şehîdên şoreşê, gel û hevrêyên xwe û beşdarî nava şoreşa Kurdistanê dibe. Çend caran ji hêla hêzên Baas ên rejîma Sûriyeyê ve tê binçavkirin. Piştî deşîfre dibe, berê xwe dide çiyayên Kurdistanê yên bi salan bi hesreta wan bû. Hevrê Dijwar di demeke pir kurt de fêrî jiyana çiyayan dibe. Weke gerîlayekî şareza bi roleke girîng radibe. Ji hêla hevrê û hogirên xwe ve pir tê hezkirin.

Heval Ridwan sala 1992’yan di encama bêbextiyekê de tê girtin. Di gelek girtîgehên dewleta Tirk de dimîne. Têkoşer Ridwan di girtîgehên dewleta Tirk de jî berxwedaneke bêhempa nîşan dide û serê xwe qet ji dijmin û neyar re danayîne. Her tim di nav hevalên xwe de bi serbilindî dijî. Li soza xwe xwedî derdikeve. Li hember her cure êşkence û rêbazên şerê taybet li ser esasê fikir û felsefeya Rêbertî û mîrasa berxwedaniya Mazlûm, Kemal, Xeyrî û Ferhadan têkoşîn dike. Li zindanê hem xwe, hem jî hevalên xwe perwerde dike.

Hevalê Ridwan ev nezî  salekê ye ji girtîgehên dewleta Tirk derketiye. Hevrê Ridwan nêrînên xwe wiha bi me re parve dike, “Her çiqasî niha li derveyî girtîgehê me jî, ez xwe di nava girtîgehên dewleta zalim a Tirk de his dikim. Ji ber  niha jî Rêberê min Abdullah Ocalan, bi hezaran hevrêyên min ên nexweş û mirovên bêguneh ên ji bo gotinekê yan jî ji bo tiliyên xwe ji bo serkeftinê rakirine di wan girtîgehan de êşê dikişînin. Ev jî min hêrs dike. Tevî Rêber Apo ewqasî di nav hewldanên aştiyê û çareseriyê de ye jî rayedarên dewleta Tirk û sereke jî Erdogan dixwazin her tiştî xerab bikin. Ev jî min tengav dike û dihêle ez di nava girtîgeheke dijwartir de bimînim. Tekez wiha nabe û divê dewleta Tirk demildest guhertinên zagonî çêke, gavên pratîkî bavêje.”

Hevrê Ridwan di dewama axaftina xwe de jî dibêje, “Em qet destûr nadin keda Rêber Apo ya 54 salan badilhewa biçe. Em ê li wê kedê xwedî derkevin û bi encam bikin. Ez herî dawiyê jî dixwazim vê bêjim, tenê mirovên lê mane dikarin rewşa girtîgehan fêm bikin û kûrahiya wê his bikin. Jixwe di demên pêşde hîn jî em ê biaxivin. Gelek tişt hene em li ser wan binivisînin û bibêjin. Jixwe rojnivîsa min jî heye û dema were weşandin wê hîn baştir were fêmkirin bê ka çi li wan girtîgehan tê meşandin, çi tînin serê mirovan, çawa wan êşkence dikin. Weke min di serî de jî got, dîtin û gotin qet nabe yek.”

Em gelekî kêfxweş bûn bi dîtina hevalê Ridwan Nesrî Silêman ê bi nasnav Dijwar Amûdê ku yek ji berxwedêrê Tevgera Azadiyê ye. 33 sal û 6 heyvan di nava girtîgehên dewleta Tirk de li ber xwe da û têkoşîn kir. Niha jî di nava heval, hogir, malbat û gelê xwe de ye. Têkoşîna xwe jî li gorî berê hîn xurttir kiriye. Jixwe Rêber Apo diyar kir mirovekî 32-33 salan di girtîgehên dewleta Tirk de li ber xwe bide, weke pêşengekî dikare kar û xebat bike. Heval Dijwar jî hewl dide bibe layiqî ked û perspektîfên Rêber Apo.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button