‘Ji bo dengê şoreşê bigihîje cîhanê wê têkoşîna me bidome’

Gaziyê şer û rojnamevan Rêzan Masîro yê Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir diyar kir ku ji bo dengê şoreşê û gelê xwe bigihînin cîhanê wê têkoşîna xwe bidomînin.
Bi wesîleya Roja Rojnamegeriya Kurdî, Gaziyê şer û rojnamevan Rêzan Masîro ji ANF’ê re axivî.
Rêzan di destpêka axaftina xwe de Roja Rojnamegeriya Kurdî li tevahî kedkarên çapemeniya azad pîroz kir û ev anî ziman, “Em îro rojeke girîng a mohra xwe li dîroka Kurdistanê û xebatên ragihandina Kurdî xistine pêşwazî dikin. 22’yê Nîsana 1898’an Mîqdat Mîthad Bedirxan Rojnameya Kurdistan derxist. Ev bêguman ji bo ragihandin û çapemeniya Kurdî bû mîladek.”
Rojnamevan Rêzan anî ziman ku bi derketina holê ya Tevgera Azadiyê re jî ragihandina Kurdî gihişt asta xwe ya herî bilind û wiha axivî, “Rêber Apo pir girîngiyê dide kar û xebatên ragihandina azad. Li Bakurê Kurdistanê dema têkoşîna azadiyê hê nû dest pê kir Rojnameya Serxwebûn bû dengê Tevgera Azadiyê. Hevalê Mazlûm Dogan li Zindana Amedê di nav şert û mercên herî zehmet de Rojnameya Hawar derxist. Çapemeniya Azad xwedî mîras û rêûresmeke wiha dewlemend û saxlem e.”
Rêzan Masîro bal kişand ser ragihandina gaziyên şer jî wiha domand, “Ji bo Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedan hevalên me yên ji pêkhateyên cuda yên bûne gaziyên şer hene. Li ser esasê têkoşîn, kar û xebatên hevalên gaziyên şer ji gelên me û raya giştî re werin parvekirin jî em di nav têkoşînê de ne. Her wiha ji bo dengê şoreşê û gelên xwe bigihînin cîhanê wê xebatên me bidomin. Li ser vî esasî ez tevahî şehîdên me yên ragihandina azad di şexsê heval Mazlûm Dogan û Gurbetellî Ersoz de bi rêzdarî bi bîr tînim.”




