Ji Çapemenî û Raya Giştî re!

 

 

Dewleta Tirk a faşîst bi hinceta ku çalakiya li Enqerê hate kirin, êrîşî binesaziya Bakûr Rojhilatê Sûrî dike. Dewleta dagirker ji roja destpêka heya roja me ya îro bi avayekî domdar êrîşî şoreşa me dike. Tirsa wan ji bo şoreşa me her ku diçe bilindtir dibe. Ne tehemulkirina deskeftiyên ku gelê me bidest xistine zêde dibe. Ji ber wan sedeman çalakiya vê dawiyê li Enqereyê bûye û bi herêmên me ve girê dide û di heman demê de wezîrê şerê taybet Hakan Fîdan gefên êrîşan li qadên me kirin, piştî gef xarina vê êrîş zêde bun.

Qirkeriya Tirk navendên ku xizmeta pêdîwiyên gel dibînin, kiriye navenda êrîşên xwe. Van êrîşên xwe bi avayekî vekirî li pêşiya cîhanê jî rewa dike. Êrîşên ku li ser herêmên me pêk tên, bi armanca xirabkirina îstîqrara herêmê tênê kirin. Di van êrîşan de gelê me li pêşberî cîhanê tên armanc kirin, ji ber wê jî emê bi tu avayî van êrîşên li ser gelê xwe qebûl nekin û emê bersiva van êrîşan jî bidin.

Cîhan li hemberî wan êrîşan bêdeng ker û lal buye. Qada ezmanê di destê hêzên koalîsyonê de ye. Eger ku koalisyon rê nede wan êrîşan dewleta tirk a faşîst nikare êrîş bike. Ji ber wê jî hêzên koalîsyonê  ji van êrîşên dewleta tirk berpirsiyar in.

Em dibîjin ku bila hêzên navneteveyî li gor erkên xwe rabin, tişta ku dewleta tirk pêk têne suçe. Dewleta tirk suçê dij mirovahê pêk têne. Lewma em bang dikin her kes li gor erkên xwe rabin.

Em weke Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wan êrîşan lenet dikin. Çi dibe, bila bibe emê li hember wan êrîşan bêbersiv nemînin. Di heman demê de em bang gelê xwe yê çar aliyên Kurdistanê dikin li hember faşîsma tirk rabin ser pêya, agirê Kavayê Hesinkar pêxistiye bilind bikin.

 

 

Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê

06- 10- 2023

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button