Şervanên YPJ’ê pêşengên jin û civakê ne
Ji Pênûsa Jinên Têkoşer
Salvegera damezirandina YPJ’ê ji bo me rojeke pir girîng e. Her wiha ji bo me weke gelê Kurd 4’ê Nîsanê wateya xwe pir cawaz e. Ji ber ku 4’ê Nîsanê dibe salroja jidayikbûna Rêberê me yê neteweyî, pêşeng û rêzanê gelê Kurd û jinên têkoşerên azadiyê Rêber Apo. 4’ê Nîsanê hem rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, hem jî salvegera damezirandna YPJ’ê ye. Lewma wateya xwe ji bo me pir cuda ye. Hestên jin, hezkirina jin û têkoşîna jin roj bi roj xurtir bû û wate lêbarkirin jî pir cuda ye.
Weke jin em hemû jî pir baş dizanin ku di serdemên beriya şoreşê de ti mafekî me nînbû. Di tevahî civakê de jin ti hebûneke xwe ya bi wate nebû. Ji derveyî xizmetkirina mêr û anîna zarokan ti roleke din jêre nedihat naskirin. Jin weke zêdebûnekê yan jî ji bo xizmetkirin û kêfxweşiya mêr dihat tarifkirin. Jin ewqasî bêqîmet dihate dîtin ku bi awayê, “cihê jinê li ser sifreyê piştî gayê zer tê” dihat destgirtin.
Dema jin weke hêzekê xwe damezirand û derket ser dika têkoşînê her kes şaş ma. Bêguman gelek jin jî ecêb man. Lê piştî fêm kirin gelekî kêfxweş bûn û baweriya xwe bi xwe anîn.
YPJ ji bo me hemûyan jî bû hêzeke mezin. Ji ber bi xêra têkoşîna jinên azadîxwaz ên di nav refên YPJ’ê de çeteyên DAÎŞ’ê têk çûn. Dibêjin ku DAÎŞ’ê jî cesaret nekir ku li hemberî jinan şer bike. Bi xwe jî digotin, “Bila jin me nekujin. Kî me dikuje bila bikuje, tekez bila jin me nekujin.” Ev bêguman ne ji ber xisûsa, “Eger bi destê jinê werin kuştin naçin cennetê bû.” Ji ber jinan xwe di nava wan de teqandin, ditirsiyan.
Rêber Apo diyar dike ku hêza jinê di xwezayê de li herî pêş e. Jin çavkaniya jiyanê ye û jiyan ava kiriye. Îro em hatine asta ku pêşengtiyê bikin, ji xwe bawer û çalak bin. Fedakarî û têkoşîna jinê hişt ku Şoreşa Rojava ji tevahî jinan re bibe îlham û hêviya pêşerojên azad. Bêguman çavkaniya wê hêzê jî Rêber Apo ye.
Yê hişt em wek jin dîsa careke din nasnameya xwe bizanibin, haya me ji hêz û îradeya me çêbibe, Rêber Apo ye. Hişmendiya mêrsalar digot, “Me beriya 30 hezar salan jin tine kiriye.” Lê jin heye û her jî zindî û çalak e. Yên bingehê civakê ava dikin jin in. Li her deverê, di nav her civak û neteweyekê de û her serdemê jinê rola xwe ya hilberandin û afirandinê lîstiye. Lê belê zîhniyetek wisa hat avakirin ku dibêje jin tineye. Rêber Apo ji bo jinê nirxandinên pir girîng û pîroz dike. Rêbertî em hişyar û serwext kirin. Bêguman ev ji bo jinê derfetên pir mezin û pîroz in. Li ser vî esasî Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ava bû û di pêşxistina şoreşa Rojava de bû xwedî rol û mîsyoneke bingehîn.
Ev jî rastiyeke ku em nikarin bi temamî deynê Rêber Apo bidin. Rêber Apo hişt em bibin xwedî hebûn. Em hêza xwe ji Rêber Apo digirin. Hêza me ya bingehîn Rêberê me ye, felsefeya Rêbertiya me ye. Ev bandorê li ser civakên din jî dike. Civakên din jî hêdî hêdî ber bi kêliyên azadiyê ve diçin.
Ev jî bi hêza ku ji jinên Apoyî digirin têkoşînê pêş dixin. Minak dema bûyereke têkildarî civakê çêdibe destpêkê li hemû qadan jin pêşengtiyê dikin û bertekên xwe bi dengekî bilind tînin ziman.
Dema YPJ hat damezirandin bi pir êrîşan re rû bi rû jî ma. Pir kesan xwestin hêza YPJ’ê bişkînin, lê nikarîbûn. YPJ’ê bi saya Rêber Apo êrîşên ku li ser çêbûn şikand. Heya jineke têkoşer û berxweder hebe ji wê ew êrîş werin şikandin. Weke jin tiştekî em jê bitirsin nemaye. Tiştekî me paşde bikişîne jî nîne. Em ê li ser xakeke azad û ji bo gelekî azad bijîn. Ji bo azadiyê çi berdêl hebe em ê bidin. Şervanên YPJ’ê pêşengên jin û civakê ne.
Em bi awayekî ji bo şeref û namûsa xwe jiyana xwe dest didin. Em ji bo azadiya gelê xwe canê xwe didin. Tenê ji bo gel azad bijî, gelê bi salane tine bûye û hê jî dixwazin ji holê rakin, em têkoşîn dikin. Ji bo zarokên vî gelî bibin xwedî pêşerojeke azad pêwîst e, em bi rola xwe ya dîrokî rabin. Weke jin çi ji destê me were em ê ji bo gelê xwe û nasnameya xwe ya azad bikin. Weke YPJ’ê nasnameya me ji bo me dîrok e. Dîsa em dibejin ku roja 4’ê Nîsan ê ji bo me rojeke pir pîroz e. Em ê her vê rojê bi şahî û bi coş pîroz bikin. Em soz didin gelê xwe û hemû jinan bi Rêber Apo re em ê rojên azad bijîn.




