Vegera li welatê dayikê hesteke pir bedew e

Ji pênûsa dilşewatên Efrînê

Vaye xelkên Efrînê ref bi ref vedigerin ser warê xwe

Vedigerin ser mal û zeviyên xwe yên wêrankirî

Vaye xelkên Efrînê mirovên xwe yên ji qehran re

behecîn tînin bîra xwe û digivêşin kulmên xwe

Anê negrî û nelorîne wê raweste dilê nazdar û tijî êş û şewat

Anê bilîlîne ji kezeba xwînrij û bîne bîra xwe

Bav û bira û xwişka delal ji dilê bi şewat biqîre û bike hewar

Anê kanî ew dara di hewşa me de, kanî cîran û xelkên me?

Anê bêje bi hestên şewat ji bo ez jî rondikên ji xwînê bigirîm

Anê de rabe û gundî û cîranan li me vehewîne ji bo ku em

bigirin guvend û sema ku me 9 sal li şûn xwe hiştibû

Ji bo ku em rûpeleke nû vekin û Efrîna xwe ji nû ve geş bikin

Anê rabe îro ji bo me cejne û emê li ser warê xwe yê kevnar bikin

Dîlan û seman ji bo ku hemû xerîb û mihacir jî bi me re

dilşad bibin û bikin tilîlî û qîr û hewara kêfxweşiyê

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button