Li Kobanê plan û hesabên dijmin ên sed salan bi bin ketin
Axîn Kobanê


Kobanê bi berxwedaniya bêhempa navê xwe bi tîpên zêrîn di dîrokê de kir keleha têkoşêr û berxwedêran.Dijmin timî bi çavekî biçûk û kêm li Kurdan dinihêrîn. Li ser vî esasî bi alîkariya dewleta Tirk çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kirin.
Li hember wan êrîşên hovane gelê Kobanê bi biçûk û mezinên xwe li ber xwe dan. Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan digot, “Kobanê ha ket ha wê bikeve.” Lê leheng û egîdên bi fedakarî şer kirin û gihiştin şehadetê, her wiha xelkê Kobanê ew gotina Erdogan di qirika wî de hiştin.
Hesab û planên dijmin û êrîşkaran ew bû ku bi destdirêjî, serjêkirin, revandin, komkujî û talanan wê gelê Kurd bitirsinîn û hêviyên wan ên jiyaneke azad careke din ji holê rakin. Hinek hêzan dema dîtin ku gelê Kurd bi hemû nifşên xwe ji komployên wan mezintir in û êrîşan dişikînin, hewl dan hevalbendiyê bikin.
Di encama ked û berxwedaniya bi hezaran şehîd, birîndar û gaziyên şer de Kobanê rizgar bû. Piştî Kobanê şervanên rûmetê êdî bi giştî herêmên Kurdan û Ereban ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin.
Lê dijminên mirovahiyê bela xwe ji Kurdan venekirin. Vê carê jî di destpêka 2026’an de bi bêbextî û nemerdiyeke mezin li hember gelê Kurd, herêmên Rêveberiya Xweser dest bi êrîşan kirin. Di encama wan êrîşan de şerekî giran rû da. Dîsa dijmin gihişt ber sînorên Kobanê û ji çar aliyan ve dorpêç kirin. Bi giştî Rojava, bi taybet jî Kobanê nêzî du mehan e di berxwedaneke mezin de ye. Gelê Kurd û şervanên wan di parastina destketiyên şoreşa xwe de bi israr in.
Çima dijmin û hevkarên wan ewqasî êrîşî Kobanê dikin? Ji ber li Kobanê planên wan ên sed salan bi bin ketin. Lewma îro Kobanê bê av, bê derman û ceyran dihêlin.
Ji ber êrîşên çeteyên HTŞ’ê û yên girêdayî dewleta Tirk bi dehhezaran Kurd ji cih û warên xwe koçber bûn. Piraniya wan jî niha li Kobanê dimînin. Lê ji ber dorpêçê, kêmbûna dermanan û pêdiviyên jiyanî bi dehan zarokan jiyana xwe ji dest dan. Ew rewşa xeter hê jî berdewam dike. Lewma di serî de gelê Kurd, divê hemû mirovahî li hember wan dorpêç û êrîşan dengê xwe bilind bikin û her tim di nav çalakiyan de bin.




