Hêvî ronahiya dilê mirov e
Cûdî Cizîr

Dîroka mirovahiyê bi çîrokên kesên bi hêviyan dest pê kirine tijî ye. Em hêvî dikin ku mirovên me karibin li rewşa şoreşê têbigihîjin. Hemû şoreşên mezin, dermanên hatine dîtin, pirtûkên hatine nivîsandin û hunera hatiye afirandin fêkiyên hêviyê ne. Eger mirov hêvî nekira cîhan û jiyan nediguherî. Hêvî mîna muzîkek bê deng e ya di kûrahiya dil de lê dide.
Hêvî weke tovekê ye; mirov îro diçîne û sibê her çend baran nebare jî mirov li benda hêşînatiya wê dimîne. Ji lewra hêvî, di navbera îro û siberojê de ye. Belê ev jî heye ku ji aliyê felsefî ve, hêvî ne tenê li benda sibê ye. Ew qebûlkirina jiyanê ye. Her çiqasî tarîtî dijwar an jî xemgîn be jî, hêvî ji mirovan re dibêje, “Ev dem jî wê derbas bibe.” Ji bo wê hêvî rêya mirov dizivirîne ber bi ronahiyê û nûbûnê ve. Hêvî çavkaniya afirandin û guhertinê ye, ronahiya jiyanê ye. Hêza mirov radike ser piyan û pêşerojê xweşik dike.
Hêvî di jiyana mirovan de tîrêjek ronahîyê ye ya dilên tarî geş dike. Ronahî bêyî tarîtiyê nayê fêmkirin. Hêvî jî, li ku derê tarîtî hebe, li wir wateya xwe dibîne. Şeva reş fêm dike, teslîmî wê nabe. Mîna helbesteke di şeva tarî de li benda tîrêja rojê ye, hêvî jî li benda sibehek nû ye. Hêvî ruhê têkoşîna mirov e. Ji bo vê eger hêviya mirov nebe, mirov dest ji xeyalên xwe berdide. Ev rastiyeke welê ye mirovek bêhêvî, mîna dareke bê av e.
Hêvî hêza berxwedanê ye ya mirov li hemberî zehmetiyên jiyanê li ser piyan dihêle. Jin bi eşq, hêvî û kelecaneke mezin tevlî xebatên avakirina jiyana azad dibin. Vî şêweyê tevlîbûnê rengê xwe da şoreşê û li hemû cîhanê belav dibe. Bi tevlîbûna jinan re guherînên bingehîn çêdibin û şoreşa azadiyê tenê bi azadiya jinê pêkan e. Di têkoşîna me de hêvî ruhê berxwedanê zindî dike û nahêle mirov serê xwe li ber zordestiyê bitewîne.
Mirovek ji xwe bawer û bi hêvî, ne tenê jiyana xwe, derdora xwe jî ronî dike û dibe sedema zindîbûna civakê. Naxwe mirov bêje hêvî serkeftina hebûnê ye wê ne şaş be. Mirovên xwedî hêvî, li hember valahiya gerdûnê li ber xwe didin. Em şoreşger bi hêviya azadiyê cîhaneke nû ava dikin. Hevî ji bo şoreşgeran deryayek bêbinî ye. Her dilopek wê, azadiyê dihewîne. Hêvî û daxwazên hezar salan, di têkoşînê de em tînin ziman. Em bi tevahî hêvî û hêza xwe ji Rêberê xwe digirin. Em bi têkoşîna hêvî û azadiyê gihiştine asta herî bilind. Hestên serkeftinê, pêlên şoreşê li her derê cîhanê belav bûne.
Em her tim dibin çavkaniya hêvî, bawerî, fedakarî û berxwedaniyê. Em bi rihê Apoyî, di ramanên xwe de bûne yek. Şoreşgerên Apoyî bi hiskirina xwe her tiştî dibînin. Tiştên kes bi çavan nabîne, em dibînim! Dengê me bi dengê Rêbertî re dibe yek. Em bi hêvî li benda hatina Rêberê xwe ne. Di vê demê de tişta em ji gelê xwe hêvî dikin, ew e bê navber di rêya şehîdan de bimeşin. Xeyal û hêviyên şehîdan tekez em ê bi serketinê tacîdar bikin.




