Cîhana ekolojîk

Cûdî Cizîr

Ekolojî ji bo xwezaya xwe bidomîne roleke girîng dilîze. Zanistek e bi hestyariya jinê dikare bigihîje civakê. Ji ber jin weke nasname û xwezayê hawirdorparêz e. Ji lewra têkoşîna ekolojîk li gel me mijareke sereke ye. Bi hişyariyeke mezin divê em nêzik bibin. Di vê çarçoveyê de bi rêya ekolojî, demokrasî û azadiya cinsan mirov dikare nasnameya îdeolojîk a tevgera me nîşan bide. Rêbertî pir girîngî dide jiyana ekolojîk û di paradigmayê de jî pergala ekolojiyê bi awayek pir kûr vedike.

Gelo pergala ku me di çarçoveya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê de kiriye hedef, pêkhatina wê pêkan nîne? Rêber Apo dibêje, “Ev ne utopya, pergaleke ku hûn kêlî bi kêlî ava bikin.” Rêbertî di vir de gavên mezin avêt û encam girt. Tişta Rêber Apo di sîstema Îmralî de kiriye ev e. Sîstema xwe li ser esasê civaka ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê girt dest û pêş xist. Sîstema xwe bi temamî li ser vî bingehî ava kir. Ji bo avabûna civakeke zêdetir demokratîk, bi azadîxwaziya cins û ekolojîk, pêşî hewcedarî bi avabûna zanisteke civakî heye. Di nav sîstema Rêbertiya me de ekolojî pergalek bi serê xwe ye û cuda ye. Li derveyî dewletê ye, ne parçeyekî ji dewletê ye. Di têgihiştina Rêbertiyê de tarîfa ekolojiyê ev e.

Civaka demokratîk û ekolojîk civakeke welê ye ku hewcedariya xwe bi îrade û zîhnê azad ê jinê heye. Mînak, nirxên çandî, ziman, erdnîgarî, dîrokî, arkeolojî, ekolojî û çi dibe bila bibe, dema talan li ser çêbûn, êrîş li ser çêbûn, divê hingê ji aliyê însanên wê neteweyê û civakê ve bi reaksiyon û nerazîbûnên cidî bersiva xwe bibînin. Hemû nirxên xwezayê di jinê de kom dibe. Ango jin di xwezayê de rola afîrîner dilîze. Ji lewra xweza ya hemû mirovahiyê ye. Têgihiştina zanîn û parastina xwezayê di nava mirovan de pêşxistin û rêxistinkirin, yekîtiya civaka azad û xwezaya azad gav bi gav pêşvebirin erka me hemûyan e. Her wiha mirov dikare ekolojiyê têkildarî encamên şaxên tevahî zanistan, di vê demê de weke zanista ekonomiyê ya sazîbûyî îhtîmam pê bide. Yanî mirov dikare bêje ku ekolojî yek ji wan mijaran e, divê hem weke sazî û hem jî weke zanist timî bijî û hebe. Yanî di paradîgma me ya ekolojîk de ji bo pêkhatina demokratîk û civaka ekolojîk-ekonomîk şert û mercên herî di cih de pêşkêş dike.

Di çarçoveya têkiliya civak û xwezayê de wexta mirov wê bi civaka şareza re bide ber hev û qiyas bike, li gorî pîvana ekolojiyê ji aliyê her du çandan ve jî bi hêz dewam dike. Naxwe mirov bêje zîhniyeta civaka neolîtîk xwezayê bi pîroztî û xwedatiyê barkirî dibîne. Xwezayê jî weke xwe zindî qebûl dike. Bêguman her zindî û ruhberek mejiyekî xwe yê ekolojîk ê xweser heye. Mirov bi awayekî zanistî bi xwezayê re dide û distîne. Yanî ekolojîk tevdigere. Civaka azad û demokratîk tenê bi têgihiştina maneya pêre pêwîst, dikare bijî. Ji ber wê her komika ekonomîk bi têgihiştina xwe ya ekolojîk dikare bijî. Mînak, eger şerê heqîqetê di her kêliya jiyanê de, li tevahiya qadên civakî, li komikên komÎnî yên ekonomîk û ekolojîst, li bajarên demokratîk, xwecihî, herêmî, neteweyî û mekanên ji netewe wêdetir bê meşandin, wê serketinê bi dest bixe.

Civaka ku ekolojiya demokratîk ji xwe re dike bingeh, ekonomîk û ekolojîk e. Ekonomîkbûna wê tê wê maneyê ku bazarê nas dike, yekdestdariyê red dike. Ji ber yekdestdarî bi her cure mêtinkarî û zordestiyê ve girêdayî ye, tê redkirin. Ji lewra bazareke civakî mimkun e. Bazareke ketibe hakîmiyeta yekdestdariyê, ti xêra wê li civakê nabe, bi tenê wê ji mêtinkariyê re xizmetê bike. Ekolojîkbûn tê wê maneyê ku jiyana ekonomîk bi hawirdorê re di nava têkiliyekê de ye, hewcedariya yekê bi ya din heye. Mînak, ekonomiyeke hawirdorparêz nebe, nikare civakî bibe. Xebateke timî li pey karê zêde û komkirinê dibeze, hem dijberê ekonomiyê, hem jî dijberê ekolojiyê ye. Modernîteya demokratîk ji vê hewcedariya dîrokî û bi kok derdikeve holê. Modernîteya demokratîk bi civaka ekonomîk, civaka ekolojîk û konfederalîzma demokratîk alternatîfa li hember kapîtalîzm, endustriyalîzm û dewleta netewe ye. Ji lewra modernîteya demokratîk di çanda Rojhilata Navîn de hêmana bingehîn a demokratîkbûyînê ye.

Bi paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê, re zîhniyeteke rast hat avakirin. Em şoreşgerên Apoyî paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê ji bo xwe bingeh digirin. Ger civak karibe xwe bi rê ve bibe, biparêze, perwerde bike, karên xwe yên çandî û aborî bike û hişmendiya demokratîk, azadiya jinê û ekolojik bike çand, wê demê dibe wê zanibe çawa bijî, çawa hebûna xwe biparêze û çawa xwe azad bike. Em dibêjin divê li hemû qadên civakî rêxistinbûn bên avakirin û têkoşîn bê dayîn. Rêber Apo prensîb û armancên xwe li ser esasê civakeke azadiya jinê esas digire ava kirin.

Em sîstema konfederal a demokratîk a xwe disipêre azadiya jinê, ekolojiyê û demokrasiyê, weke çareseriya nû ya sîstema xwe hem pêk tînin, hem jî diparêzin. Di civaka xwezayî de em binêrin, ya zîhniyeta civakî pêş dixe, dibe sedema ku were pêşxistin, zekaya mirov e. Dibêjin xweza zekî ye, hişê xwezayê jî heye. Hişê xweza û gerdûne jî heye. Mirov hebûneke ku di nav xwezayê de herî lawaz e. Bi serê xwe û tenê nikare bijî. Pêwîstiya mirov bi jiyana komî heye.

Ekolojî ji du peyvan pêk hatiye “Eko” wateya derdor, “lojî” bi wateya zanistî pêk hatiye. Ekolojî zanista derdor ango zanista xwezayê ye. Şerê bi avakirina pergalek azadîxwaziya jinê, demokratîk û ekolojîk ve sazûmankirina modernîteya demokratîk e. Erdnîgarî, beden, mejî, ziman, jiyaneke ekolojîk a rast, ev hemû nirx in. Ev hemû bi hev re nebin, însan bi awayekî tenduristî nikaribe bijî. Divê mirov beramberî ekolojiyê hişyar bin. Ev prensîbeke jiyanê ye. Civaka Demokratîk û Ekolojîk a gelan e. Temînata rizgariya tevahiya mirovahiyê ye.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button