‘Apê Nemir barkirina te ji nav me gelekî bi êş e’
Apê Nemir canfedayê gel û welatê xwe bû. Apê me dildarê bajarê xwe bû. Di şerê bajarê Kobanê yê sala 2014’an de, bi ruhekî fedayî û wêrek di sengerên şer de cihê xwe girt û bi wijdan şer kir, li ber xwe da. Apê Nemir mirovekî hestiyar û zana bû. Ji bo bajarê xwe biparêze bi temenê xwe yê 60 salî ket şer û têkoşîn kir. Mirov dikare bibêje ku nimûneya welatparêzî û fedayîbûnê ye. Ji dil û can şer dikir û bang li tevahî ciwanên bajêr dikir ku werin di sengeran de li ber xwe bidin, bajarê xwe rizgar bikin. Dema rojnamevan jêre dibêje, “Tu bi vî temenê xwe yê mezin di sengeran de şer dikî” wiha bersiv dide, “Rast e ez jî şer dikim û bajarê xwe diparêzim. Dibêjim bila hemû ciwanên Kobanê werin, şer bikin û dijmin ji ware xwe derxin.”
Qermiçokên eniya Apê me yê sal û zemanan ji kul û derdê bindestiyê xwe weke neqşeya welatê me dabûn der. Dema mirov li çavên wî yên ber bi dûrahiyan ve diçûn dinihêrî, dihat fêmkirin bê ka çi qasî zor û zehmetî di jiyana xwe de dîtine. Apê Nemir mirovekî wefadar, gelekî jî aram û kêmxeber bû. Dema diaxivî jî ji dil û rast bû. Apê me Nemir mînaka welatparêzî û fedakariyê bû. Gelekî ji welatê xwe hez dikir, ji revok û xayînan aciz bû. Her tim digot ku divê mirov xayîn, noker û revokan ceza bike. Bi rastî Apê me yê şêrîn û delal di şer de jî gelekî zîrek bû. Di heman demê de xwedî ezmûnên şer û jiyanê bû jî. Şehadeta Apê me Nemir cihê xemgînî û dilêşiyê ye. Her kesê Apê Xelîl ango Apê Nemir dîtiye û pêre maye li ser wendakirina wî xembar bûye.
Apê Xelîl Osman Hemê yê bi nasnavê tevgerî Apê Nemir e, di rojên herî zor û zehmet de tevî heval û hogirên xwe di sengerên şer ên pêşî de li dijî hêzên herî tundrew û hov şer kir, heya hênasêya xwe ya dawiyê tekoşîn kir. Ew wefadarê Rêber Apo û doza azadiyê bû. Apê me Nemir her di rêya heqîqetê de meşiya û xwe fedayî welat kir. Dema Apê Nemir weke welatparêzekî, xebat dikir rejîma Sûriyeyê çend caran wî binçav dike, gelekî êşkenceyê lê dikin û dixwazin ku wê bînin ser xeta xwe. Lê Apê me Nemir ti carî ji ser xeta xwe ya azadiyê daneket û têkoşîna zêdetir kir. Apê me hemû temenê xwe di rêya tekoşînê de derbas kir û di xizmeta welat de bihurand. Bi rastî Apê me mirovekî pir bi sebir bû. Jixwe dema hêrs dibû jî aram xuya dikir û dikarî li ser hêrsa xwe hakim be.
Tevî Apê Xelîl çar caran jî di nava şerê germ de birîndar bûye jî qet destê wî ji heval û hogirên wî yên di sengeran de nebûye. Careke din bi lezgînî vegeriyaye cihê xwe yê şer. Apê Nemir tevî hemû zehmetiyan jî qet û qet qala zehmetî û êşên xwe bi hevalan re parve nekiriye, li ber xwe daye. Tevahî zehmetiyên xwe di nava sindoqa dilê xwe de veşartiye. Timî li cem heval, hogir û zarokên xwe dikeiya. Apê Nemir bi rastî jî her wê nemir bimîne, di dil û mejiyê me de bijî û xwediyê cihê pîroz û layiq be. Dema mirov bi Apê Nemir re nîqaş dikir, mirov kûrahiya dilê wî yê weke deryayan fireh didît û jêre hurmet nîşan dida.
Apê Nemir dema ji bo hevdîtinê çûye cem Rêber Apo ji Rêbertî gelekî bandor bûye û gotiye, “Rêberê gelê Kurd ji bindestiyê rizgar bike ew e”. Apê Nemir ew qasî ji Rêber Apo û bîrdoziya wî bandor dibe ku tevahî jiyana wî dibe Rêbertî û têkoşîna ji bo azadiya gel û welat. Apê me di jiyana xwe ya sivîl de gelekî bi zor û zehmetiyan re rû bi rû hatiye. Ji mirovên welatparêz û bi şeref hez kiriye, hurmet û qîmet daye wan. Bi rastî Apê me xwedî kesayetek pir xurt û bi wijdan bû. Dilrehm û weke milyaketan bû. Dema mirov li awirên çavên Apo Nemir temaşe dikir mirov his dikir bê ka çi qasî êşên welat û gel dikişîne. Jixwe her ji civatên gel re qala tekoşîna ji welat re dikir û dixwest gel tevahî bi hev re rabe ser piyan, têkoşîn bike da ku doza welat kêliyekê beriya kêliyekê çareser bibe.
Apê Xelîl gelekî ji bo girtina Rêbertî hêrs dibû û digot, “Çavên dijminên me û xayînan bar nebû ku cara yekê ye ji gelê Kurd re Rêberek weke Rêber Apo derket ser dika dîrokê.” Apê Xelîl Osman Hemê 14’ê Cotmeha 2024’an de di encama krîza dil de şehîd bû. Apê Nemir sala 2014’an di sengerên herî pêş de ji bo bajarê xwe ji destê dijmin rizgar bike û bi serbilindî bijî şer kir, li ber xwe da. Apê Nemir her bang li ciwanên Kobanê dikir ku vegerin bajarê xwe, şer bikin, warê xwe ji destê dijmin rizgar bikin û bi serbilindî bijîn. Dema Apê Nemir li ber kamereyan bang li ciwanan dikir, awirên wî weke şûran bû û di wan awirên tûj de dixwest bibêje werin xaka xwe rizgar bikin. Bi rastî hêrsa Apê me hêza dijmin belav dikir û dişikand. Ji ber bi dehan ciwanan li ser banga Apo Nemir berê xwe dan warê berxwedanê, herikîn nava şer û cenga namûs û şerefê.
Hevrêyeke wî yê têkoşînê