Malbatên Şehîdan û Gaziyên Şer ên Kobanê Apê Nemir bi bîr anîn

 

Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê û Komeleya Gaziyên Şer a Kobanê têkildarî şehadeta Apê Nemir daxuyaniyeke dan û gotin, “Apê Nemir di berxwedana Kobanê de bi qehremanî û lehengî şer kir.”

Yek ji şervan, gazî û sembola berxwedana Kobanê Apê Nemir duh (14’ê Cotmehê) di encama krîza dil de tevlî karwanên şehîdan bû.

Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê û Komeleya Gaziyên Şer a Kobanê têkildarî şehadeta Apê Nemir daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Daxuyanî ji aliyê endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê Hemedê Eyno ve hat dayîn.

Hemedê Eyno yê di destpêka axaftina xwe de Apê Nemir bi bîr anî got, “Hevalê Nemir hevalekî gazî bû. Bi salan keda xwe hebû. Hema hema di tevahiya berxwedana Rojava de hebû. Di berxwedana Kobanê de bi qehremanî û lehengî şer kir. Heta tu bixwazî dilê xwe bi Tevgera Azadiyê, Kobanê û gelê xwe re bû. Hevalekî pir bi disîplîn û fedakar bû. Bi keda xwe û hevalên xwe bawer bû.”

Hemedê Eyno yê bal kişand ser pîroziya şehîdan wiha dewam kir, “Şehîd ji bo me nirxên herî pîroz in, cihê serketinê û ala serhildanê ne. Şehîd ronahiya me ne. Hevalê nemir di nav wê ala şehîdan de cihê xwe girt. Em çi qasî biaxivin jî em ê nikaribin bi temamî qala Apê Nemir bikin. Dema çeteyên DAIŞ’ê bi talîmata faşîst Erdogan êrîşî Kobanê kir, Apê Nemir ji bo parastina xaka Kobanê di nav berxwedanê de bû.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button