Gaziyên şer têkildarî rewşa heyî civiyan

Gaziyên şer ên têkildarî rewşa herêmê û cîhanê civiyan, diyar kirin ku ji bo xurtkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêbertî daye destpêkirin wê bi hemû hêza xwe bixebitin.
Di bin banê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de têkildarî geşedanên li herêmê, rewşa siyasî û eskerî ya li Rojhilata Navîn, merheleya entegrasyona demokratîk a di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê didome ji bo gaziyên şer rêzecivîn tên lidarxistin.
Civîna yekem li Komeleya Şehîd Hogir a Hesekê bi beşdariya gelek gaziyan pêk hat. Di civînê de piştî rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê, endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Laleş Êzidî axivî. Laleş diyar kir ku geşedanên îro li herêmê rû didin, bandora xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê jî dike.
Gaziyê şer Laleş bal kişand ku wê timî ji bo parastina destketiyên bi xwîna şehîdan û berdêlên giran ên gaziyên şer ava bûne têkoşîn dikin.
Piştre jî gaziyên şer der barê rewşa heyî de nirxandinên xwe kirin. Gaziyan destnîşan kirin ji bo serxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêbertî daye destpêkirin wê bi hemû hêza xwe bixebitin.



