“Rêhevaltî Ji Bo Min Tê Wateya Hesta Herî Pak”

Nefel Botan:

“Rêhevaltî ji bo min tê wateya hesta herî pak, ji ber ku dema tu ji hevalê xwe hez dikî, bêyî ku li hember tiştekî bendewar bibî, hez dik e, yanî hesta herî xweşik e. Hevalbûn ne hêsan e, ji ber ku rêhevalbûn tê wateya hezkirina bê berjewendî, Kesê ku her dem bi we re ye di heman demên kêfxweşî û xemgînîyê de.

Dibe ku rêhevalê te ne her dem bi te re be, lê ji dûr ve jî di rih û mêjiyê me de ye, her dem.

Bibîranînên rêhevalê xwe re em jiyaneke bi watedartir dijîn.

Girêdana hevaltiyê ji girêdana malbatê xurtir e, ji ber ku her kes diçe lê rêhevalê te tu carî te nahêle û naçê.

Ez û hevalê xwe em li stêrkên ezmanan dinihêrîn û xewnan dibînin, ji ber ku rêhevalê min ji min fêrî xewnan bû û ez jî ji rêhevalê xwe fêrî hîskirinê û hezkirinê bûm, wî ji min re qala bedewiyên jiyanê dikir, û ez bi tiştên wî re mîna kulîlk mezin di bûm û divebûm. Ji min re got, ji ber ku te anî bîra min ku ev jiyan hin aliyên xweş têde hene, ji ber vê yekê min hêvî û armancek heye, bi saya rêhevalê min her tişt çêbû, spas ji bo te, ez spasdar im hevalê min.

Rêhevalê min ji min re wek eynikê bû, dema dikeniya, ez dikeniyam û ger xemgîn bû ez jî xemgîn dibûm, min fêm kir ku girêdana min û hevalê min pir xurt e, rêhevalê min her dem xweşikbuna jiyanê tîne bîra min. Bi xwe ez ji bi wî fêrî hemû şahiya jiyanê bûm û hatina biharê anî bîra min, ez ê wek kulîlkek ji kulîlkë buharê bibişkivim û giyanê min wê pak û nû bi be, mîna zarokek nû ji dayika xwe biwî, ev hemû bi saya rêhevalê min e û ez spasdarê wî me.

Hevaltî mîna rêwîtiyek bêdawî ye ku qet naqede.
Ez dizanim riya min dirêj e lê
Ez dixwazim biçim wê rê
Rêwîtiyeke dûr û dirêj wek kevokan difire.
Rêyek ku hevalê min her dem bi min re be
Ez bawer dikim ku ez ê rastiya ku ez lê digerim bibînim
Dengên avî tê û ez bi hevalê xwe re me”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button