Li ser esasê soza me daye şehîdan em ê doza gelê xwe bigihînin serketinê

Gaziya şer Şîlan Kobanê diyar kir ku şehîdan ji bo azadiya gel û welat canê xwe feda kirin û got, “Li ser esasê soza me daye şehîdan em ê doza gelê xwe bigihînin serketinê.

Gaziya şer Şîlan Kobanê bi wesîleya meha şehîdên Hezîranê nêrînên xwe bi me parve kirin.

Gaziya şer Şîlan Kobanê diyar kir ku meha Hezîranê di heman demê de meha şehîdên fedaî ye û got, “Beriya her tiştî di şexsê hevrê Gulan, Sema û Zîlan de hemû şehîdên me bi rêzdarî bi bîr tînim. Tevahî desketiyên me bi saya ked û têkoşîna Rêber Apo û şehîdên me hatine qezenckirin.”

Şîlanê di axaftina xwe nirxandineke Rêber Apo bi bîr xist û wiha domand, “Rêber Apo diyar dike ku her şoreşgerek dema soza xwe ji gel re dide û dikeve ser rêya şoreşê, dizane zor, zehmetî, birîndarî û şehadet jî heye û dibêje, ‘Şehîd pêşengên me ne.’ Şehîd ronahiya rêya me ya serketinê ne. Em sozdarên wan in. Di tevahiya jiyana xwe de em ê her kêlî şehîdên xwe bidin jiyandin, armanc û hedefên wan pêk bînin.”

Gaziya şer Şîlan wiha domand, “Hevala Gulan (Fîlîz Yerlîkaya) yek ji fermandara me ya dilsoza Rêbertî û gelê xwe bû. Bi sekn û têkoşîna xwe di dilê neyar û xayînan de tirs ava kiribû.  Hevrê Sema Yuce weke milîtaneke çeleng û bedew bi wêrekî û ruhekî fedayî li ser xeta Rêber Apo meşiya. Hevrêya me Zîlan bû parêzvana fikir, bîrdozî û felsefeya Rêber Apo. Wan şêrejinan Rêberê xwe bi can, ruh, fikir û ramanên xwe parastin. Wan xwedawend û qehremanan gel jî rakirin ser piyan, erk û peywira xwe pêk anîn.”

Şîlan Kobanê bi van hevokan axaftina xwe bi dawî kir, “Em weke gaziyên şer bang li tevahî gelê xwe dikin ku xwedî li destketiyên şoreşa Rojava derkevin. Em xwedî mîras û berxwedaneke mezin in. Lewma em ji hêza xwe bawer bin û têkoşîna xwe mezin bikin. Şehîdan ji bo azadiya gel û welat canê xwe feda kirin. Li ser esasê soza me daye şehîdan em ê doza gelê xwe bigihînin serketinê. Di vê merheleyê de rola jinan û ciwanan jî pir girîng e. Divê jin û ciwanên dilsozên azadiyê bi rola xwe ya dîrokî rabin û di rêya şehîdan rohnî kirine de bi cesaret bimeşin.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button