“Em Çavê Hevalê Xwe Ne”

  • Gaziyê şer ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Berxwedan Gabar dibêje“ Ez niha gel hevalek gazî me û her du çavê xwe nabîne. Lê raste her du çavê xwe jî nabîne, lê em çavê hevalê xwe ne”

“Navê min Berxwedan Gabar e. Ez ji bajarê Dirbisî yê me. Ez wek Gaziyek Bakur û Rojhilatê Sûriyê di jiyana gazibûn ê de û di milê perwede de xwe bi pêş xwistin û di heman demê de kar xebatê gaziyan didin meşandin. Rêber Apo dibêje “Gazî şehîdên nemirin” milê gazibûn ê de çi ji laşê me biçe, em bîrîndar jî bibin li gel me pirskirîk tuneye. Di nava kar û xebat de û milê leşkerî de ez bîrîndar bûm. Ne tenê di şer de, derwa yê şer jî mirov dikare kar û xebatî xwe di nava gel de bide meşandin.

Serokatî Herî Zîde Hevalên Gazî Rexne Dike

Niha ferqa me û Gaziyên derwa de girînge, gaziyên dewletan dema bîrîndar dibin tenî mehek pere didin wan û pişre wan dawîjin. Kes xwedî wan dernakeve. Beriya mehekê endamek dewleta Sûriyê lingek vê çûbû lê dewleta Sûriyê lê mêzenekir. Hevalên me yên gazî ji wî re ling suvar kirin. Em di bin paradîgmaya Rêber Apo de jiyan dikin. Milê perwerde dîtin xwe bi pêşxwistin di nava gel de, gel perwerde kirin û tewlî kirin di wan mijaran de ew erk dikeve ser milê hevalên gazî. Serokatî herî zîde hevalên gazî rexne dike. Ji bo ku hevalên gazî di laşê xwe de bedel dane.

Em Çavê Hevalê Xwe Ne

Hevalên gazî di milê bîrîndarbûn û milê gazîbûn ê de tu car pirskirîk li gel wan derneketiye. Hevalek dema çavê xwe jî biçe û nebîne jî di milê mêjî tê bi kar anîn. Milê fikirandin de tê bikar anîn. Ez niha gel hevalek gazî me û her du çavê xwe nabîne. Lê raste her du çavê xwe nabîne, lê em çavê hevalê xwe ne. Milê kar û xebat de ez û ew bi hew re kar û xebat dikin. Rêber Apo çima dibîje hevalên gazî şehîdên nemirin. Ji ber bîrîndarên jiyan dikin e. Milê kar û xebat de xwe bi pêşxwistin û di bin siya paradîgma Rêber Apo de xwe perwerde kirin, xwe bi pêşxwistin ji bo wî dibîje. Gaziyên dewletan de li gel wan perwerde nîne. Tenî bîrîndar dibe mehek li wan mêze dikin pişra wan dawîjin. Em bîrîndarin çi destî me biçe, çi lingê me biçe, çi çawê me biçe lê gel me pirskirîk nîne. Tu carê ew nabe asteng ji kar û xebatî me. Ji bo hevalên gazî pêşengtê di nava gel de, gel perwerde kirin, yên şaş be jî wan re fikrê Rêber Apo gotin esase.  Li ser wan esasan di milê gaziyan de pirskirîk derneketî ye. Çiqas yek şaş be jî bi rêka perwerde wan perwerde dike. Hevalên gazî tu car hew aciz nabin. Hevalên gazî keyfxweşin, hertim fikrê Serokatê dixwînin û di nava gel de belav dikin”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button