Tu Dizanî?

 

Ez her sibe bi dengê te şiyar bûm
Ez keser tu xeyal bû
Cihên şopa te li min giran dihatin

Ew qas teng dibe dilê min
Xwezî te zanîba
Tu di dilê min de
Mîna janê nêz
Lê wisa dûr î ax ax…

Her sibe bi te şiyar dibim
Tu car caran li ber kulîlkekê
Car caran li rûbarekî

Lê her diçe reng diguhere
Kulîlk hişk û rûbar jî çikiyan heval
Payîzê jî hemû pelên xwe weşand

Tu dizanî?
Tenê min kenê te ji bîr kir
Ma jixwe tu nedikeniya ku were bîra min
Tirsa min a herî mezin
Ew e ku rojekê bi temamî derketina te
Ya ji hişê min e

Ji xemgîniya min sûd werdigirin
Û şîret li min dibarin

Lê li gorî min
Êş tenê xwediyê êşê diêşîne
Û ji bilî xwediyê xwe
Tu kesî nas nake heval

Bi xatirê te
Di paxila şevê de
Bi şîrên asîman mezin bibe

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button