Rola ciwanan a di neteweya demokratîk de

Cûdî Cizîr

Hêzên zindî di civakê de çi ne? Ev hêz dem bi dem hatibin guhertin jî bi esasî jin û ciwan in. Ciwan rêya jiyanê ne. Ciwan; li ser bingehê azadî, edalet û wekheviyê xwediyê utopya û îdealan e û jiyanê li gorî wê digire dest. Di hemû pêvajoyên guherîn û veguhertinên civakî de, ciwan bûye hêza herî bingehîn.

Li ser bingehê xeta Rêbertiyê perwerdekirin, rêxistinkirin, kişandina nav têkoşînê, yek ji xebata me ya herî girîng a têkildarî ciwanan e. Em pêşengtiya jin û ciwanan esas digirin. Rêber Apo di parêznameyê de Tevgera Azadiyê mîna “meyla azadiyê ya gel” pênase kir. Em rastiyeke wisa temsîl dikin. Lewma jî girîng e rastiya gelê kedkar bê dayîn, pirsgirêk, taybetmendiyên jiyanê, pêdivî, têkoşîn, pêwendiyên wê bêne destgirtin, nirxandin û bi afirandina çareseriyan bike xaleke xeta xwe. Em bi vê bawer in ku jin û ciwan di meşa ber bi azadiyê û neteweya demokratîk de bi roleke pir girîng radibin. Ciwanek, bi taybet jî jinek ciwan eger hişê xwe yê azadiyê pêş bixe, dê misoger encamê bigire.

Her wiha ciwan pêşengên Têkoşîna Azadiya Jin û nûnerên dînamîka veguhertina civakî ne. Asta pêşketina ciwanan gelekî girîng e. Di Tevgera me de xebateke diyar a ciwanan heye. Belê têkoşîna me, di berfirehiya rola pêşengiya şoreşgerî de xebatên ciwanan jî nirxandiye. Naxwe rola ciwanan çi ye? Divê mirov bide diyarkirin û bersiva vê bide. Ji bo vê jî divê wateya ciwanan careke din di ber çavan re were derbaskirin. Hinek kes dibêjin; pîvanên civakan jin û ciwan in. Li hemberî vê jî bi hişmendiya kapîtalizme jinê dikin meta. Ciwanan jî dikin tiştekî ucûbe, sosret.

Di sîstema perwerdeyê ya kapitalîzmê de ji ber zarok û ciwan bi biyanîkirin û dijberkirina civakê tên perwerdekirin, li hember cewher û xwezaya xwe jî xerîb dikevin. Kapîtalizm bi çekên xerab ên xîtabî xerîzeyên wan dikin êrîş dike. Kapîtalîzm civak aniye asta jihevketinê. Îro eger civak tê çewisandin, kolekirin, dagirkirin, eger keda civakê di hemû milan de tê dizîn sedema bingehîn a vê yekê kuştin û tinekirina zîhniyeta civakê ye û destdayîna li ser hêza civakê ya fikirandinê ye. Çima di nav pergala serwer de ciwan bi vî awayî dijîn? Çima jin ji rewşa xwe memnûn e ango razî ye? Ji ber ji dîrokê û heta roja me ya niha desthilatdaran zîhniyeteke berdêlî zîhniyeta civakê afirandine. Li şûna zîhniyeta azad, zîhniyeteke şaş, çewt û desthilatdar hatiye bicihkirin.

Mirovek di zaroktî û ciwantiya xwe de çawa teşe girtibe wisa pêş dikeve. Mînak, zarok wextê xwe piranî di înternetan de derbas dikin, ciwan jî di hêla ruhî de bê wate dibe. Nifşeke bi ti awayî bi nirxan ve negirêdayî mezin dibe. Ciwan ji aliyê pergala dewletperest a hiyerarşîk ve tên eciqandin, paşxistin, amatorkirin û weke cahil tên dîtin.

Li hember van hemûyan divê ciwan ji bo civaka bi tenduristî li ser bingehê xweseriya xwe, rêxistinbûna xwe pêk bînin. Civakên ku ji dînamîzma ciwanan dûr in, ne gengaz e herîkbar û bi hêz bin. Ciwan jî weke jinê ji bo di nava civakê de bigihije rista xwe ya pêşengtiyê, serwext bibin. Ji ber civak di rastiya xwe de organîzmayeke zindî ye. Divê hemû şaneyên wê li ser bingehê ji hevtemamkirinê bi tenduristî bixebitin.

Tevgera me bi rêxistiniya ciwanan û zanebûna bîrdozî li hember polîtîkayên şerxwaz hewldanek cidî kiriye. Divê ciwan di akademiyan de perwerde bibînin û civakê jî perwerde bikin. Akademiyên ciwanan divê heqîqeta ciwanan bidin naskirin. Bi hêza rêxistinbûna ciwanan civak bi bandor xwe tevlî jiyanê dike.

Divê ciwan ûsluba xwe, asta xwe ya rêxistinbûnê û civakî pêş bixe. Li ser seknên şoreşger ên îlhamê didin civakan lêhûrbûn bike.

Divê rêxistina jinên ciwan di nav xebatên qadan de hîn zêdetir hevbeşbûnê ava bikin. Di çareseriya pirsgirêkên jinê yên di hemû rêxistinên me de bi têkoşînek rêxistinî û hêzdar tevbigerin. Xebata tevgera ciwanan a bingehîn xebatên tevlîkirinê ne. Divê jin û ciwanên Kurd di zanebûna armanc û rastiya têkoşînê de bin. Li gor wê di ferqa têkoşîna em ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo didin de xwedî berpirsyariya dîrokî bin.

Her demê ciwan potansiyela şoreşê ne. Şoreşa di roja me ya îro de li Rojhilata Navîn de pêş dikeve berhemê ciwanan e. Ji ber ciwan hêza îsyanê ya sereke ne. Asoya ciwanan firehtir e, li gorî kevneşopiyan naxwaze bijîn, dixwazin tişta heyî derbas bikin. Hêza civakê ya îro ciwan derdixin holê. Di diyarkirina pêşerojê de rola pêşengtiyê ciwan dilîzin. Bi gotina Rêber Apo ya “Me ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser kevin” hewce ye hemû ciwan bi rola xwe ya dîrokî rabin.

 

 

 

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button