Ji Bo Raya Giştî

 

   Di berdewamiya siyaseta osmaniyan ya dagirkeriya Dewlata Tirk li Rojhilata Navîn de, û derbaskirina çeteyên xwe li her cihî, bi dijminahiyeke kûr li hember gelên heremê ,her wiha  piştî serkeftinên QSD’ê li hember Da’iş’ê ya ku desteka xwe ji Dewleta Tirk digirt, êdî vê dewletê rasterast bi xwe û artêşa xwe destwerdan li herêmê kirin û êrîşî Efrînê kir, û hemû mafên mirovan bin pêk kirin, û sûncên navdewletî derheqê gelê me de kir, piştî we dest bi êrîşeke hovane û dagirkeriyeke bê maf li Serêkaniyê, Girê Spî, û îro jî dixwazê li lîbiya pêk bine.

 

Dema Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê dest bi Pêngava jê birina Terora Da’iş’ê kir, yekser Dewleta Tirk xwest eniya şer li ser çeteyên xwe li Bakurê Sûriyê û Lîbiyayê sivik bike, wê dest bi êrîşekê kir, û herêmên sivîlan Şengal û Wargeha Mexmûr û deverê ku gelê herêma kurdistanê lê jiyan dikin, top baran kir.em bangewazî welatên ku sînorên xwe ji neyara ra vedike em wan dewetî cîdîyetê dikin bila li gor angicmana nav netewî tev bigerên.

Wekî tê zanîn balafirên Dewleta Tirk , Xestexana Sivîlan û Navendên Hêzên parastin û saziyên Şengalê bombe baran kir. Bi misogeriya ku gêrilayên PKK’xwe li bi cih kirine îdayen poç û valan bi vê bone

Em jî wekî Fedresyona Gaziyên şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê êrîşa hovane û terorîstane rûreşiya dewletê ciran û hemu sazî û rêxistinê ku bêdeng diminin bila bizanibin ku sira wan jî tê  çi li ser sûriyê yani jî li Îraqê yan Lîbiyayê.

Em dibînin ku ev êrîş israra Dewleta Tirk li ser dagirkeriya herêmê û tunekirina gelên wê berdewam e, her wiha siyaseta xwe ya terorîstane dijberî çand û rengbûna gelên herêmê diyar dike. Bi vê bûyerê em bangewaziya hemû Rêxistinên Mafên Mirovan dikin, her wiha Civaka Navnetewî ku mudaxeleyê bike û hovîtî û terora Dewleta Tirk derheqê gelên herêmê de rawestîne. Banga me ji bo gelê me jî heye ku wekî her car bi berxwedaniyek mezin li hember vê êrîşê rawestin.Em jî wek şervanê azadê bi piştgiriya gelê xwe em ê li hemberî van êrişan ranewestin û tekoşîna xwe bilind bikin.

 

Fedresyona Gaziyên  Bakur Û Rojhilatê Sûriyê               

                                      17/6/2020   

 

                                      

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button