Ji Bo Raya Giştî

Dewleta tirk a qirker û faşist êrîşên xwe yên hovane li hemberî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewamin. Gaziyên ku li hemberê çeteyên DAİŞ ê şer kirin û têkoşîneke mezin dan meşandin, viya di raya giştî de hatiye dîtin û hêzên navneteweyê û koalisyon jî şahidê vê yekê ne. Îro danê nîvro dewleta tirk a faşist êrîşeke hovane li navenda me ya federesyona gaziyan pêk anî di encamê de birîndarên kû birîna wan giranin çêbune.  Ev êrîşa ku li hemberê gaziyan hate pêkanîn li dijî hemu mirovahiyê bu. Ji ber ku gazî, bi  windakirina perçeyên laşê xwe ve nirxên mirovahiyê parastin.  Ev êrîşên ku li dijî hêremê pêk tên hêzên navneteveyê bêdengin! Bêdeng mayina wan tê çi wateyê!? Ev bêdengî tê wateya piştgiriya ku vê êrîşê pêk tînin û rawa dikin. Yên ku mirovahî parastin gaziyên şoreşa Bakur Rojhilatê Sûriyê bûn. Dewleta Tirk ya dagirker bi tu awayî têkçûna DAIŞ ê tehemmul nekir ji bo vêya van êrîşan pêk tîne. Ya rastîn tola DAİŞ ê radike, parastina DAİŞ ê dike û dixwaze DAİŞ ê zindî bike. Dewleta tirk çiqas di van êrîşên xwe de , bixwaze manewiyata gaziyan bixîne û pêşiya têkoşîna gaziyan astengiyan çêbike wê nikaribe. Gazî ger ku dest, ling û çavê wan jî nebe wê têkoşîna xwe bilind bikin û karê xwe wê berdewam bikin.

Her wiha em bang li hemû gelên azadî xwaz û dilê wan,bi gelê Bakûr û rojhilatê Suriyê re yê ku mirovahî ji tundrewiya DAİŞ ê rizgar kir. Li hemberî vê hovîtiya Dewleta tirka ya qirker û şirîkê DAİŞ ê bê deng neminin û berteka xwe bînin ziman.

Em êrîşa ku li dijî federesyona me ya gaziyan pêk hat lenet û şermezar dikin. Em wek gaziyên bakur Rojhilatê Sûriyê li hemberî her cure êrîşan têkoşîna xwe bilind bikin û gelê xwe ji van êrîşan biparîzin.

Navenda Federasyona Gaziyên Bakûr û Rojhilatê Suriyê

  1. 02.2024

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button