KESEK NİKARE ROJAME TARÎ BİKE BÊ SEROK JÎYAN NABE

Hêzên komploger xwestin bi vê komployê re xwe di Rojhilata Navîn de server bikin û gelê Kurd hedef girtin. Sal bi sal vê komployê xwe di Rojhilata Navîn de bi rengên cuda û êrişên cuda dubare kir. Komplogeran xwest ku bi dîlgirtina Rêber Apo re vîn, îrade û hêza gel bişkînin. Li gor sîstema desthilatdariyê di nava civaka Rojhilata Navîn de jiyanek nû ava bikin. Lê gelên Rojhilata Navîn fikir û felsefeya Rêber Apo ji xwe re esas girtin. Û li ser vê bingehê xwe bi rêxistin kirin, vîn, îrade û hêza gelê Kurd, li Rojhilata Navîn careke din derxistin holê. Bi destpêkirina komployê ve gelê Kurd li kîjan welatî be rabû ser piyan, bi çalakî, rêxistinbûyîna xwe re komplo vala derxistin.”

Gelên Rojhilata Navîn û cîhanî ne di meha zivistanê de ne jî di meha havînê de ne mikrop û ne jî serma nas nekirin. û bi çalakiyên cur be cur be cur xwedî li Rêber Apo derketin. Ciwan, kal, pîr, jin her sal bi rêxistinbûyina xwe bi çalakiyên xwe, xwedî li Rêbertî derketin. Komplo her sal bi rengekî berdewam kir. Komploya di kesayeta Rêbertî de wiha dom kir; carekê jehr dan Rêber Apo, her tim şîdet li ser Rêbertî hat meşandin, porê Rêbertî jêkirin, carekê agir li derdora girtîgehê xistin, di heman demê de nehiştin hevdîtinên parêzeran bi Rêbertî re pêk bên, tecrîda girankirî ya bi navê cezayê dîsîplînê ev bi salan e domandin. Rêbertî ji ber ku di Rojhilata Navîn û cîhanê de bû sembola careseriyê loma jî li beramberî wî komplo pêk anîn. Îro dewleta tirk an jî dewletên navneteweyî yên komploger bi tecrîd û êrişên xwe dixwazin gel fêrî nebûyina Rêbertî bikin û tecrîda li ser Rêber Apo zêde dikin. Lê ji bîr dikin ku tu kes nikare bikeve navbera Rêbertî û gel. Ji ber Rêbertî bi felsefeû birdoziya xwe di nava gel de cih girtiye. Dikarin bi awayekî fîzîkî gel û Rêbertî ji hev qut bikin lê belê di dil de tu hêz nikare Rêbertî ji gel û şervanên azadiyê qut bikin. Rêbertî bi giştî neteweyên Rojhilata Navîn hembêz kiriye, hemû netew li ser vê bingehê jî li derdora Rêbertî kom bûne. Çalakiyên ji bo Rêbertî hatine lidarxistin ji tu pêşengên heta niha re bi vî rengî nehatiye lidarxistin. Heval Mustafa Malçok wiha gotibû ‘Ezê bi agirê canê xwe tarîtiya 15’ê Sibatê ronî bikim’. Li ser van gotinan gel heta roja îro jî wek mertaleke ji agir li derdora Rêbertî kom bûne. 15′ ê Sibatê wek roja reş hat diyarkirin. Lê ciwanên wek Elefterya, Sema Yüce, Viyan Soran, Mustafa Malçokû hwd. Bi roniya agirê bedana xwe ev roj ronî kirin. Vîna Rêber Apo vîna me ye, wê fikra Rêbertî li hember komplogeran bi ser bikeve.Wekî Federasyona Gazîyên Bakûr û Rojhilatê sûrî em wî tecrîtê şermezar dikin. Bi şîara kesek nikare rojame tarî bike U BE SEROK JÎYAN NABE.

FEDERASYONA GAZÎYÊN BAKÛR Û ROJHİLATÊ SÛRÎ

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button