Navê Rojek Watedar û Bersivdayina Dijmin a Herî Xurt: 30 Hezîran 1996

6 Gulana 1996’an de dijmin ji bo Serok APO îmha bike planeke qirêj hûnandibû. Lê ji ber ku li Şam’ê heman rojê şahiyek jî hebû û di nava wê gengeşiyê de dijmin di demê xwe de negihîşt navnîşana (adrêsa) Serokatî û sûwareya bombarkirî li cihekî nêzî noqteya Serokatî diteqe.

Di bûyerê de gelek kes tê kuştin û destpêkê kes nizane navnîşana rastî kîderê bû. Lewma herkesî meraq dikir. Ev plana qirêj a îstîxbarata Tirk (MÎT’a Tirk) neçûbû serî. Bûyera ku wek “Bûyera 6 Gulanê” tê nasîn bi kurtasî wiha bû.

Di vir de tişta ku pêwîste bala me bikşîne helbet çalakiya Heval Zîlan e ku bi vê çalakiyê bersiva herî zêde dijmin matmayî dihêle dayî dijmin bû. Tişta ku vê çalakiyê ji çalakiyên din cûda dike ew e ku beriya wê çalakiyê ti caran çalakiyek wisa xwebexşane nehatibû kirin. Li kêleka wê eger mirov hem ji aliyê rêxistinkirinê ve hem ji aliyê şêwaz ve hem jî ji aliyê dîrokê ve binêre çalakiyeke herî watedar û bi nirx bû. Di çalakiya Heval Zîlan de bi dehan polîs û leşkerên Tirk hatibû kuştin. Heval Zîlan bi şêwazê ku bala dijmin pir nekşîne xwe rêxistin kiribû û wek jinekî ducanî xwe amade kiribû. Lewma çalakî serket. Ya bingehîn ew e ku pêwîste behsa kesayeta wan û bandora wan li ser civakê bê kirin. Bersivdayîna Heval Zîlan li dijmin ciheke gelekî girîng û dîrokî digre, lewma gelekî watedar e. Gotina Heval Zîlan ya, “Xwezî ji rihê min zêdetir tiştekî din hebûya da ku min bida” îfadeya mezinbûna kesayeta wê ye. Vegotina, bi her tiştê xwe ve xwedî Rêbertiyê derketin û vê yekê nîşanî dost û neyaran kirin e. Kesê ku evîneke pîroz a payeberz tinebe nikare çalakiyeke bi vî rengî bike. Yê ku ne xwediyê baweriyek xort a serkeftinê be nikare çalakiyeke wisa bike û serxe. Yê ku çand û dîsîplîna leşkerî di xwe de nedabe çandin nikare bersiveke xort bide dijmin. Yê ku rastiya girîngiya Serokatî fêm nekiribe nikare çalakiyeke wisa bêhempa plankirî lidarxe. Heval Zîlan xwe gihandibû lûtkeya hemû têgînên erênî. Bi her awayî li hember dijmin tije kîn bû, diviyabû dijmin jî bersiva xwe ya herî xweş hatî hûnandin bigirta û girt jî.

Heval Zîlan wek şervanekî jin a leheng cihê xwe di dîrokê girt. Wê herdem navê wê bîranîna wê di dilê me de be. Çalakiya wê di dilê me de weke evînekî teqiya ye û wê her bandorê li hiş û mejiyê me bike. Ez ê nîvisa xwe bi gotina Serokatî bi dawî bikim.

Zîlan Fermandara Min e, Ez Şervanekî Wê Me,

Kesayeta Zîlan, Kesayeta Eşqê ye.

 

Silav û Rêzên Şoreşgerî

 

Federasyona Gazîyên Bakûr Û Rojhilatê Sûrî

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button