Ji Bo Raya Giştî

Bi navê federasyon Gaziyên bakûr û rojhilatê sûriyê, ên  ku di pêvajoya herî hesas de li dijî terora çeteyên DAÎŞ ê têkoşiyane xwina xwe rijandine û perçeyek ji bedena xwe dane.

Em bang li raya gîştî a cîhanê û însanên mirovahî hezdikin, ku li dijî vê terora Dewleta tirk bibin xwedî helwest,  ev salane ku dewleta tirk bi hercureyên rêbazê terorîstî di şexsê gele Kurd’de êrîşî gelên Rojhilata Navîn dike û hewil dide ku gelê kurd di qirkirineke fîzîkî û îdeolojîk de derbas bike, herwiha ev 23 ê salin ku li dijî  Rêber APO tecrîdeke giran kirî didin meşandin, lewma hem hêzên serdest û hem jî dewleta tirk rênadin rêber APO re hevdîtin pêk bê, ji ber ku dizanin eger hevdîtin pêk bê bandora rêber APO wê li Rojhilata navîn , û bi gîştî kurdistanê çareseriya neteweya demokratik re bibe bersiv ji ber wê fikrên serok apo li pêşiya berjiwendiyên xwe asteng dibinin, lewma jî nahêlin ku bi rêber APO re hevdîtin pêş bikevin. Li ser vî esasî dewleta tirk a dagirker hem asta tecrîda li ser rêber APO giran dike hem jî asta êrîşên xwe li ser kurdistanê zede dike, niha jî dewleta tirk li ber çavê çîhanê axa bakûr û rojhilatê sûriyê dagir kiriye û di wir de gohertina  demografiye dike û gelên wir ên ku bi sedê salan li wir jiyan dikirin jî ji wir didin koçber kirin, li cîhê wan jî çeteyên DAÎŞ ê  û ên din bicîh dikin. Gelên bakûr û rojhilatê sûriyê bi salan li dijî terorê têdikoşin û ji bo bidavî kirina terorê bedelên giran biha didin, ev yek di raya gîştî cîhanê de jî tê zanîn, lê mixabin niha heman gel û civak bi komkujiyekî re rûbirû ye lê gelek dewletên ku ji vê gelê re deyndarin xwe bêdeng kirine û helwesteke rast nîşanî êrîşên dewleta tirk nadin.

Dewleta tirk êdî hatiye asta şikestinê ji lewra ewqas êrîşî herêma parastina medya û başûrê kurdistanê dike, û di van êrîşên xwe de  gelek caran  cekên kîmyewî kar tîne û cîhê mixabiniyê ye ku rêxistina qedexe kirina cekên kîmyewî (OPCW) li beramberî vê yeke bi dewleta tirk re ketiye nava hevkariyê û bêdeng maye, em vê nêzîkatiyê rêxistina qedexe kirina cekên kîmyewî (OPCW) şermezar dikin. Herwiha Dewleta Tirk  ji bo ku karibe destihilatiya xwe li ser piyan bigre, di despêkê de hêzên noker, mîna PDK ê li dijî hereketa  azadiyê û gelê kurd dixe hereketê  û dixwaze başûrê kurdistanê dagir bike, lewma rojane  êrîşn xwe li ser herêmê zedê dike, ji ber wê jî bi destê nokerên xwe PDK dixwaze ku vê yeke bi ser bixe. Ger mirov dîrokê bi rengeke baş binere mirov dikare bêje ku serkêşiya vê îxaneta dîrokî niha PDK dikşîne.

Di dawiyê de Bangawaziya me ji bo  Konseya Ewlekariyê , saziya pêşî girtina îşkenceyê  (CPT), rêxistina qedexe kirina cekên kîmyewî(OPCW)  ku dev ji vê hevkarî û bêdengiya xwe berdin û demildest li beramberî vê zilmê û komkujiyê bibin xwidî helweset û erken xwe bicîh bînin.

Her wiha em weke Gaziyên bakûr û rojhilatê suriyê bang li civaka gîştî, dostên gelê kurd, partî  û rêxistinên başûrê kurdistanê  û herwiha bang li gelê kurd û aştî xwaz dikin ku li beramberî vê zilma dewleta tirk bibin xwedî helwest.

Em bang li pdk ê dikin ku dev ji  hevkariya bi dijminê gele kurd re berde û em bang li pêşmergeyên xwedî rûmet û welat parêz dikin ku neyên lîstoka dijminên xwe û navê xwe nexin dîroka reş a îxanetê.

                                                                                                   Silav û rêzen şoreşgerî

                                                                                                      22 ê  Gulana 2022

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button