Dewreya perwerdeyê ya gaziyên şer bi dawî bû
Li Akademiya Şehîd Deştî ya gaziyên şer Dewreya Şehîd Heysem Cadirî bi dawî bû.
Dewreya Şehîd Heysem Cadirî ya Akademiya Şehîd Deştî ya di bin banê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi dawî bû.
Di dewreya perwerdeyê ya bi zimanê Erebî de ku 20 gaziyên şer tevlî bibûn dersên îdeolojîk ên weke Rastiya Jin û Malbatê, Rejîma Heqîqetê, Hevaltî, Nirxên Maddî û Manewî, Girîngiya Perwerdeyê, Şerê Gel ê Şoreşgerî, Dîroka Rojhilata Navîn hatin dayîn.
Di pêvajoya dewreyê ya 9’ê Cotmehê dest pê kiribû de ligel dersan tehlîlên şexsî jî hatin kirin.
Gaziyên şer ên tevlî perwerdeyê bûn anîn ziman di wextekî ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê zêde bûne de dewreyê diqedînin û gotin, “Ji her demê zêdetir em amade ne, xak û gelên xwe biparêzin. Ji bo berterefkirina dagirkeriyê û êrîşan weke gaziyên şer em ê di nav berxwedana rûmetê de cihê bigirin. Banga me ji hemû gelên me ew e ku ligel şervanên xwe li hember êrîşan rawestin û di nav refên berxwedanê de bin.”
Dewre piştî sozdayînê bi merasîmekê bi dawî bû.