Jîngeh çavkaniya herî giranbiha ya jiyanê ye

Gaziya Şer Cûdî Cizîr

Yek ji rêya herî xweşik a mirov ber bi zanatî û kamilbûnê ve dibe xwendina jîngehê ye. Hewldana fêmkirina zimanê jîngehê yek ji rêya ku mirov serwext dike. Avabûna jîngehê ya bi herîkina enerjiya gerdûnî re yekser û lihevhatî ye. Her tiştên mirov dixwin, vedixwin û pê nefese digirin ji xwezayê tê. Pîroz û bilindî bi giranî ji jingehê ne û tiştên xwezayî ne. Gelek caran jîngeh bi bedewî, stêrkên biriqî, xwezaya di hemû demê de bûye bihuşta mirovan, di nava pêlên xwe yên hezkirinê de mirovan dide razandin.

Mirov fêrî ezmûnên jiyanê dike û ji gelek tirs û xofan diparêze. Ji ber vê yekê parastina jîngehê ne tenê pîroziyek e, her wiha mîsyoneke mirovî û wijdanî ye. Divê nêzîkatiya ku jîngehên gel, çavkaniyên debarê, av ax û hewaya gel diparêze were esas girtin. Ji lewra ji bo mirov cîhanek paqij û şîn ava bike divê her kes gavan biavêje. Dema însanan dev ji taybetmendiyên jîngehê berdan û xiyanet li nirxên xwezayî kirine, însaniyetê êdî rojek xwe ya xweş nedîtiye. Jîngeh çavkaniya her giranbiha ya jiyanê ye. Divê mirov zanibe biparêze. Xweza hewcedarê mirovan nîn e, lê mirov hewcedarê xwezayê ne.

Parastina jîngehê parastina tenduristî, xwarin û pêşeroja mirovan e. Divê mirov jîngehê biparêze da ku jiyan berdewam bike. Mirov dikare bêje jîngeh sîstema herî mezin û pîroz a gerdûnê ye ku hemû şert û mercên jiyanê di nav xwe de dihewîne. Carinan mirov hêza hebûna di ser xwezayê re ye, yan jî mirov hêza jîngehê hîn zêdetir hîs dike. Jîngeh bi her çar demsalan bi hemû xweşikbûna xwe tê xemilandin.

Jîngeh sîstemek wisa ye ku eger tu jê re rêz bigirî, wê jiyanê bide te, eger tu zirarê bidiyê wê tolê hilde. Her wiha jîngeh sifreya rûyê erdê ye ku çandinî, daristan û jiyana bejayî li ser ava dibe. Jîngeh bi xwe sîstemeke zindî ye. Weke mînak, di yek gram ax de bi mîlyonan organîzmayên biçûk hene ku mîneralan çêdikin û axê dewlemend dikin. Hemû hilberîna çandiniyê li ser axê dimeşe û ew stargeha bi hezaran cureyên zindiyan e. Parastina jîngehê îro ne tenê mijareke exlaqî, meseleya hebûn û tinebûna mirovahiyê ye. Jîngeh rûpela jiyanê û dayika hemû zindiyan e. Bi çiya, daristan, çem û avên xwe her tim bedew e û ahengê dide giyana mirovan. Jîngeh bi xweşikbûna xwe bi nav û deng e.

Jîngeh ne tenê dîmeneke xweş e, ew bi xwe jiyan e. Her dareke ku şîn dibe oksîjenê dide mirov û her çemekî ku diherike tîbûna xakê û zindiyan dişikîne. Zanyar û fîlozof her dem tînin ziman ku meşa di nav jîngehê de bedena mirov nû dike. Jîngeheke parastî ji bo nifşên nû tê wateya cîhaneke bi ewle.

Jîngeha Kurdistanê reng dide şoreşê. Xweşikbûnek welatê me xwezayî ye. Wênesazek jî nikare jîngeha Kurdistan evqas xweşik xêz bike. Di jîngehê de rengek hevpar heye. Li aliyekî xwezaya welatê me ya şîn, li aliyekî zer, li aliyekî sor û gelek rengên nikarim navê nav bêjim hene. Ev reng ewqasî di nav lihevkirinekê de ne ku, mirov nikarim vê xweşikbûnê pênase bike.  Mirov tenê dikare li jîngeha Kurdistanê bigere bijî û bibîne. Ger mirov bêje jîngeh mina dayikan şoreşgeran diparêze, wê ne şaş be.

Hestên me yên li hemberî jîngehê cuda ne. Mixabin, li aliyekê ku ev jîngeha welatê me xwedî bedewiyeke bi vê rengî ye, xerabên hemdem jî her timî çav berdane vê bihuştê. Ji bo vê xweşikbûnê têxin bin venêrîna xwe û dagir bikin, roj bi roj bêyî rawestîn polîtîkayên xwe yên gemar bi rê û rêbazên cuda li ser vê xakê dane meşandin. Lê ev jî heye, li cihê ku pir pevçûn û zehmetî hebe, berxwedaniyeke jî bêhempa heye. Her çiqasî xerabkarên hemdem xwestin ku vê xakê dagir bikin jî rastî berxwedaniya gel hatine, destûr ji wan re nehatiye dayîn ku yek gavê pêl vê xakê bikin.

 

 

 

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button