Jin pêşengên neteweya demokratîk in

Gaziya şer Zarîn Kobanê diyar kir ku pêşenga neteweya demokratîk jin e û got, “Pêwîst e jin rola xwe ya di mijara parastina civakê de jî pir baş pêk bîne. Di heman demê de hewce ye jin di pêvajoyên aştiyê de jî hîn zêdetir pêşengtiyê bike, reng û dengê xwe bide pêvajoyê.”

Gaziya şer Zarîn Kobanê têkildarî rol û mîsyona jinê ya di nav civakê de nêrînên xwe parve kirin.

Zarînê destnîşan kir ku pêwîst e jin destpêkê di warê fikir û ramanê de xwe ronî bike û ev anî ziman, “Ev rastiyeke ku jina di warê fikrî û hişmendî de nikaribe xwe ji pergala desthilatdariyê rizgar bike, wê nikaribe pêşengtiyek  rast jî ji bo civakê bike. Jixwe dema mirov civaka xwezayî lêkolîn dike, rastî ked û berhemên jinên afirîner tê. Mirov dibîne ku di wê serdemê de jinê civaka xwezayî ava kiriye, bi awayekî azad û wekhev bi rê ve biriye.”

Gaziya şer Zarîn bal kişand ser zext û destdirêjiyên li ser jinan û got, “Di roja me ya îro de jin li her devera cîhanê rastî lêdan, dijûn, destdirêjî û nêzîkatiyên dijmirovî tên. Ev nayê qebûlkirin. Rizgariya ji van hemûyan jî ew e ku jin xweparastina xwe pêş bixe, di aliyê felsefe û fikir de xwe serwext bike. Ji bo vê tehlîl û analîzên Rêbertî rêya me jinan rohnî dike. Bi hezaran nivîs û nirxandinên Rêber Apo ji bo civak û jinên azad hene. Helbet di vir de mesûltiya me ya ku em xwe bigihînin hemû jinan jî heye.”

Zarînê anî ziman ku divê jin ji xwe bawer bin û wiha axivî, “Em ji bo neteweya demokratîk têkoşîn dikin. Pêşenga neteweya demokratîk jin e. Pêwîst e jin rola xwe ya di mijara parastina civakê de jî pir baş pêk bîne. Di heman demê de hewce ye jin di pêvajoyên aştiyê de jî hîn zêdetir pêşengtiyê bike, reng û dengê xwe bide pêvajoyê.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button