Li Hesekê li hember rakirina zimanê Kurdî ji ser tabloyê Qesra Edlî çalakî

Bi sedan şêniyên Hesekê li hemberî rakirina zimanê Kurdî ji ser tabloya Qesra Edlî bertekên xwe nîşan dan.
Li ser tabloya Qesra Edlî zimanê Kurdî hatibû rakirin, tenê nav bi zimanê Erebî û Ingilîzî hatibû nivîsandin. Gelê Kurd ê Hesekê li hemberî vê yekê bertek nîşan dan û gotin ku ziman û nasnameya wan kirine hedef. Li hemberî vê yekê bi sedan şêniyên Kurd li Hesekê li pêşiya Qesra Edlî ya Hesekê kom bûn, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zimanê Kurdî parçeyekî sereke û girîng ê hebûna gelê Kurd e û destdirêjiya li zimanê Kurdî tê wateya binpêkirina mafên çandî û neteweyî yên gelê Kurd.
Di daxuyanê de hat gotin ku bi rêya dosya dîlgirtiyan dixwazin ku zextê li gelê Kurd bikin, her wiha hat aşkerakirin ku ziman û dîlgirtî nûnertiya rûmeta gelê Kurd dikin.
Di berdewama daxuyaniyê de ji hikûmeta demkî hat xwestin ku careke dîtir nekevin nava hewldanên wisa û binpêkirina zimanê Kurdî tê wateya binpêkirina hebûna gelê Kurd.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku gelê Kurd ji bo zimanê xwe gelek bedel da, her wiha bang li gelê Kurd hat kirin ku yekitiya xwe xurt bkin û bi hevre ziman û hebûna xwe biparêzin.
Piştî daxuyaniyê mamosteyê zimanê Kurdî Mihemed Haco yê tev li çalakiyê bûye got: “Kî rêzê ji zimanê Kurdî re bigire em ê deynin ser serê xwe. Lê belê rakirina zimanê Kurdî ji ser tabloya Qesra Edlî, tenê zimanê Erebî û Ingilîzî hebe nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê em li pêşiya Qesra Edlî kom bûn û me ev yek şermezar kir.”




