Xelkê Hesekê bi hatina avê re kêfxweş in

Şîlan Kobanê

Bi salane ji ber êrîşên dagirkeriyê û çeteyan li ser bajar û navçeyên piraniya wan Kurd in av hatiye qutkirin. Li parêzgeha Hesekê ya zêdetirî milyonek mirov lê dijîn ji avê bêpar bû.

Piştî bi salan êdî av gihişt navenda bajarê Hesekê. Xelkê bajêr bêguman bi hatina avê re kêfxweş in. Mirov vê kêfxweşiya xwe bi dîmen û wêneyên ava tê malan li ser hesabên xwe yên medya mecazî belav dikin.

Av yek ji elementên herî bingehîn ê jiyana hemû zindiyan e. Ji bo bedena mirov av xwedî girîngiyeke heyatî ye. Dîsa ji bo zindiyên din û ziraetê jî av nebe nabê ye.

Di tevahî şer û êrîşan de dagirker destpêkê mudaxeleyî avê dikin û ji bo şikandina îradeya mirovan bi kar tînin.

Ev heman rêbaz bi salan bû ku li dijî xelkê Rojava hat  pêşxistin. Lê gelê ku bi sedê salan e bi hesreta azadiyê ye, tevî van hemû kiryarên qirêj jî tawîz neda. Di encama têkoşîn û berxwedanê de îro av di musluqan re digihêje malan. Weke gaziyeke şer ez hatina avê li gelê me pîroz dikim.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button