Yekîtiya Kurdan û hevgirtina wan xwedî girîngiyeke heyatî ye
Leyla Amûdê

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di qonaxeke pir krîtîk re derbas dibe. Dewleta Tirk, hikûmeta AKP’ê û serokê wê Receb Tayyip Erdogan careke din li ser rêbazê kevnar ê Komara Tirkiyeyê israr dikin. Li gorî xuya dike careke din hewl didin pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin vala derxînin, weke partî û hikûmet xwe serwer bikin. Rê û rêbazê wan li gorî siyaset û pêvajoyên çareseriyên aştîyê, li derveyî pîvan û exlaqê mirovahiyê ne. Nexasim jî ku wan li ser zimanê serokê MHP’ê Devlet Behçelî fermî û di nav parlemanê de bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Tevî ku Rêber Apo bersiveke pir xurt da û gelek gav avêtin jî dewleta Tirk û rayedarên wê pêvajo rawestandine û ketine pey siyaseta careke din şer li ser Tevgera Azadiyê bidin ferzkirin.
Dibe ku ew vê bi devê xwe nabêjin, lê pratîka wan xeber dide û rûyê wan yê rast dide nîşandan bê çi di nav xurcên wan de heye. Jixwe beriya niha jî Erdogan got ku hîna şûrê me di nava xurcê me de ye. Dibe ku gelek tiştên sosret û neyên tesewirkirin jî di nav xurcên wan de hebe. Divê em texmîn bikin bê di nava xurcên wan de hîn çi hene? Jixwe xurca Tirkan û nexasim ya AKP’ê weke Qutiya Pandora ye. Li cem me Kurdan jî em jêre dibêjin ‘Sindoqa Ecêban’. Ya girîng jî ew e mirov baş dahûrandin bike û fêm bike bê di nav wê sindoqê de çi heye. Mirov hewl bide ku wê sindoqê tine bike; hişmendiya nû, pak û taze bi wan bide fêmkirin, her rê û rêbazên çêker û encamgir bide ferzkirin.
Rayedarên dewleta Tirk pir baş dizanin ku em ê daxwazên wan ên xweradestkirinê qebûl nekin û em ê xwe biparêzin. Bi kiryar, şîrove û nirxandinên xwe her hewl didin ku Tevgera Azadiyê û gelê Kurd tehrîk bikin, bikişînin nava şerekî. Jixwe rewşa heyî dide diyarkirin ku hewldanên hêzên derve jî ew e ku pêvajoyê xerab bikin. Erdogan jî her li pey kursî û desthilata xwe ye. Niha jî hêzên dewleta Tirk li ber sînorê xwe û Suriyeyê xendeqan dikolin. Li gorî ku dixuye ji êrîşên Îsraîlê hesaban dikin, lê tekez em jî di nav mijarê de hene. Dibe ku hesabê xwe ji DAÎŞ’ê û dostê xwe Colanî û nexasim jî ji Şîbanî dikin. Her çiqasî ew dostên hev bin jî desthilatdarî ji bo wan tiştekî pir cuda ye.
Ji ber wê hesab û kîtabên xwe dikin û wiha gavên xwe davêjin. Jixwe têkiliyên wan dewletan li ser esasê berjewendiyan e. Ewqasî xwe dikin nav qalibên cemidî de ku kenê wan jî nexwezayî ye. Di ber gotinên wan re qalibên bûzê ji devê wan dikevin û hestên wan jî dikuje. Ji ber vê jî ewqasî zalim û tundrew in. Jixwe dewleta Tirk dest pê kiriye jî, li ser gel zextan dikin û mirovan digirin. Weke ku bibêjin pêvajo bi dawî bûye tevdigerin. Jixwe bûye du heyv ku bi Rêber Apo re hevdîtin nehatiye çêkirin. Di van du heyvên dawiyê de gelek bûyerên komkujî û tundiyê derketin holê. Li ser civakê jî bandor kir û nexasim jî gelek jinên ciwan ên Kurd hatine revandin, bi rêbazên sosret hatine kuştin. Paşê dertê holê ew qatil ewladên walî, fermandar û wezîran in. Ev jî bêguman rêbazên şerê taybet û kujeriya kastîk e.
Herî dawiyê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Adarê bi şandeya DEM Partî hevdîtinek pêk anî. Li wir di asta konferansekê de nîqaş, danûstandinên li ser pêvajoyê hatin pêşxistin û daxuyanî jî hat dayîn. Lê tevî ku di ser vê hevdîtinê re zêdetirî du heyvan derbas bûye jî hevdîtineke duyemîn pêk nehatiye. Ev jî nêzîkatiyên rayedarên dewleta Tirk û herî zêde jî yên AKP’ê û serokê wê Erdogan dide nîşandan. Wer xuya dike ku ketine pey xerabkirina pêvajoya aştiyê. Ew siyaseta wan a ferzkirina desthilatdarî, ferdperestî û neteweperestiyê wê wan bibe dojehê. Ji ber ku ew hişmediya wan a kujerên kastîk e. Divê her kes îqna be ku tenê çareseriya wê hişmendiyê jî yekîtî û hevgirtina gelan e, ji derveyî wê vala ye.
Wê bi serkêşiya gelê Kurd û pêşengtiya wan pirsgirêkên şer û tevkujiyên li Rojhilata Navîn werin çareserkirin. Wê pergala demokratîk serwerê jiyanê bibe. Bi ked û têkoşîna 54 salan a rêberê rêberan Rêber Abdullah Ocalan wê têkoşîna gelan bigihêje serkeftinê, dawî li şer û tundiyê were. Wê pergala desthilatdar têk biçe. Her çiqasî hişmendiya desthilatdar û kujerê kastîk hewl didin xwe domdar bikin jî tekez wê ji hilweşînê xelas nebin. Wê yekîtiya gelan û vîna wan a serkeftinê qezenc bike. Wê zilm û zordarî têk biçe. Pirsgirêkên gelan li çar parçeyên Kurdistanê heman tişt e û çareseriya wan jî heman têkoşîn e. Ji ber wê yekîtiya Kurdan û hevgirtina wan xwedî girîngiyeke heyatî ye. Tekez divê were zanîn ku yekîtiya gelan tenê bi çend partî û kesan çênebe. Yekîtiya bingehîn bi piraniya gel û girseyê çêdibe. Me 29’ê Çileya îsal li ber çavên xwe dît bê yekîtiya gelê Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê çawa bandoreke mezin çêkir.
Mirov dikare bêje ku yekîtiya Kurdan çêbûye, lê hêzên derve û nexasim jî ên destê wan di Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye, hewl didin careke din bi heman rengî yan jî beşê komployê ya duyemîn jî pêk bînin. Jixwe ew hêzên komploger bûn ku ketine nava hewl dana bi destên partî, tevger, komik û kesên lawaz û ferdperest yekîtiya Kurdan xerab bikin, şoreşa Kurdistanê têk bibin. Di serî de Îngiltere, Emerîka û serokê wê yê mafyayî Donald Trump ku li pişt Îsraîl xwe veşartine, wê weke hêza serserî û bê zeft û rept bi kar tînin. Di heman demê de Îsraîl jî weke çavbirçiyan xwe li her deverê diqelibîne û li pey serweriya xwe ya li Rojhilata Navîn e. Îsraîl dixwaze wan hêzan jî derbas bike û bibe hêza sereke. Ji ber Yahûdî di bin her kevirî de hene, destên wan dirêjî nava hemû saziyên veşartî û hesas ên Ewropayê dibin. Bi kurtasî ew hêzên sereke û navendî her hevdu sor dikin û her yek ji wan hewl dide xwe navendî bike. Rêber Apo diyar dike ku şerê wan ê navend û hawirdorê ye, hemû dewletan jî di nav çerxa xwe de digerînin, wan ji hêz dixin û gelan jî dikin qurban.
Ji ber vê jî divê gel vê fêm bikin û yekîtiya xwe çêbikin. Weke me li jor jî îşaret pê kir, yekîtiya gelan wê di pêşengtiya gelê Kurd ava bibe û biçe serkeftinê. Divê em bi xwe ji vê bawer bikin, xwe ji her hêlê ve jêre amade bikin da ku em têkoşîna xwe bibin serkeftinê. Em çiqasî ji xwe bawer bin em ê ewqasî têkoşîn bikin, wê ked û xebata me bi encam û berhemdar bibe. Nexasim jî em weke jin divê li ked û têkoşîna Rêber Apo xwedî derkevin. Pêwîst e em hemû jî hêza xwe bikin yek, pergala mêrperest û desthilatdar têk bibin. Em ê jî weke jin û weke yên herî zêde ji pergala sermayeparêz, siyaset û şerê wê tengasiyê dikişînin, divê em xwe bikin yek, civaka xwe rêxistin bikin da ku em biçin serkeftinê.




