Di navbera Derya Spî û Kendavê de şikandina mezin

Gaziyê şer Hozan Serhed...

Dengê şer ê ji Derya Spî û Tengava Hurmizê bilind dibe, ne tenê nîşaneya guhertina sînoran, nîşaneya veguhertina hevsengiyên hezar salan in. Hêza derketiye holê herêmê vediguherîne ser textê setrencê. Tirkiye, Îsraîl, Îran, Sûriye, Libnan, Ûrdin û Qibrisê dikişîne nav xwe.

Di navenda vê vîzyona mezin de, têkoşîna sê hêzên cuda (sê blokên sereke), û du giravên stratejîk cih digirin. Yek ji wan giravan li ser avê û eşkere  Qibris e. Ya din jî di bin avê de ye (ajandayên veşartî, çavkaniyên enerjiyê yê di binê deryayê de yan jî baregehên îstixbaratî).

Li gor pêşbîniyan di nav du salan de wê li ser yek ji wan giravan şerekî mezin derkeve. Her sê grûp jî wê tevlî vî şerî bibin. Lê belê ya qedera şer diyar bike, ne hêza leşkerî, xiyanet e. Hêza sêyem di dema kes ne li bendê ye, wê xiyanetê li grûba duyem bike. Dê pişt ve wê xencer bike. Ev rewş wê hemû hevanbendiyan serûbin bike.

Li gorî dîtinan xeta herî mezin a eniyê di navbera Tirkiye û Îsraîlê de tê avakirin. Têkiliyên her du welatan ji nîqaşeke demkî wêdetir, veguherîne reqabeteke stratejîk a kûr û mayînde.

Tevgera balafirên keşfê yên bêmirov û tetbîqatên leşkerî yên di nav sînorên deryayî yên Qibrisê de dikare Tirkiyeyê û tifaqa Îsraîl-Yewnanistanê bîne hember hev. Qibris berbijêra yekem e ku bibe xala pêşî ya vî şerî.

Metafora girava di bin avê de, xetên enerjiyê yên di bin deryayê de û şerên qada deryayî sembolîze dike. Her du welat jî li Derya Spî li pey serdestiya mutleq in.

Rewşa Îran û Hurmizê

Îran li derveyî sînorên xwe, li ser Tengava Hurmizê qumareke mezin dilîze. Pevçûnên rasterast û hewldanên girtina Hurmizê, Tehran xistiye nav tengasiyê. Ji bo Îrana di nav azarên guhertina serokatiyê de ye, sê vebijêrk û alternatîf hene ku di wan de rêya serketineke eşkere nîne.

Metirsiya Îranê ya têkildarî Tengava Hurmizê bi temamî bê girtin, zincîreke ku şerê Derya Spî bi Kendavê ve girê dide.

Qada Sûrî û Lubnanê  

Sûriye û Lubnan di vî şerê mezin de, ne bi daxwaza xwe, ji ber cihê xwe yê erdnîgariyê û pêkhateyên xwe yên wekaletê wê bibin navenda şer.

Lubnan, bi zexta Îsraîlê ya li ser eniya bakur, wê rasterast bikeve nav çembera agir û bi tehlûkeya hevsengiyên li ser avê û binê avê re wê bibe yek ji herêmên ku derba yekem bixwe.

Sûriye, wê tam di navbera korîdora lojîstîkê ya Îranê û têkoşîna serdestiyê ya Tirkiye û Îsraîlê de bimîne. Careke din wê bibe qada sereke ya operasyonên leşkerî û êrîşên asmanî.

Urdin, di vê têkoşîna bi çem û deryayan hatiye dorpêçkirin de, ji aliyê erdnîgarî ve qada tampon a herî hesas e. Urdin rasterast nakeve nav şerekî germ. Guhertinên leşkerî yên mezin û pêlên koçberan ên li ser sînor wê hevsengiyên navxweyî yên Urdinê bihejînin. Urdin di senaryoya xencerkirina ji piştê ve dikare bibe lîstikvana bêdeng dimîne yan jî neçar bimîne ku aliyê xwe biguhere.

Berevajî analîzên leşkerî yên klasîk nîşan didin ku di vî şerî de ne hêza çekên wê pir, ya di dema herî rast de aliyê xwe biguhere wê bi ser bikeve. Windakara mezin grûba duyem e ya rastî xiyaneta grûba sêyem tê (eşkere ye bloka li eniyê di rêza pêşî de şer dike, mîhwera Sûriye-Libnanê bi kar tîne yan jî zû serkeftinê radigihîne) wê ji piştê ve lê bide.

Grûba sêyem a xiyanetê dike, di dawiya şer de wê bibe xwedî wê hêzê ku maseyê bi tena xwe ava bike. Heke Tirkiye bixwaze valahiya li herêmê tijî bike, dibe ku bikeve nav şerekî du aliyan (Derya Spî û Lubnan-Sûriye).

Senaryoya xencerkirina ji piştê dikare bibe sedem ku yek ji hevalbendên herêmî yê Îsraîl pê bawer e aliyê xwe biguhere.

Îrana li Hurmizê asê mayê û baskê xwe yê li Derya Spî (Lubnan-Sûriye) winda kiriye, wê ji vî şerî derbeke stratejîk a mezin bixwe.

Ev ezmûn û dîtin nîşan didin ku şeş mehên pêşiya me (du demsalan), em ê li Rojhilata Navîn bibin şahidên yek ji mezintirîn şikandinên jeopolîtîk ên dîroka mirovahiyê. Ji Qibrisa li ser avê bigire, heya xetên enerjiyê yên binê avê, her tişt mîna bermîleke barûdê ye. Di vê şerê bi xiyanetê hatiye mohrkirin de, hevaltî sexte û dijminatî wê mayînde bin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button