14’ê Tîrmehê ji bo me bû vejîn

Girtîgeha Amedê, ji aliyê berxwedêran ve bû weke meydana rasteqîn ya berxwedan, mirin û manê. Dewleta Tirk jî her bi hişmendiya xwe ya înkar û qirkirinê dixwest wan şoreşgerên dilwêrek û xwedî biryara dîrokî bi siyaseta xwe ya paşverû teslîm bigire û dawiyê li şoreşê bîne. Dewleta Tirk di nava zindanê de hewl dida bi rêya faşistê, tundrew Esad Oktay berxwedanê bişkîne û hêviya gelê Kurd têk bibe. Ji ber wê her cure tundî û êşkence bi kar anîn. Ji hêleke din ve jî bi rêbazên şerê taybet xwesti mirovan bikişînin xeta xiyanetê. Hinek mirovên nefsbiçûk jî bandor kirin. Ew kesên weke Şahîn Donmez û Yildirim Merkît pir zû ji rê derketin, ji bo sêniyek çorbe rûmeta xwe firotin. Jixwe ew kes ji serî de li pey armacên xwe yên şexsî bûn.

Generalên cûnta û darbeya 12’ê Îlonê, dixwestin li pişt dîwarên stûr girtiyan di aliyê fizîkî de teslîm bigirin, wan bêkesayet bikin û bibin xiyanetê. Esad Oktay Yildiran ji bo vê hatibû amadekirin. Ji bo girtiyan di aliyê fizîkî de teslîm bigirin Zindana Amedê kiribûn ku weke, kargeheke 24 saetan dixebite. Ligel êşkenceyên fizîkî rêbazên taybet bi kar dianîn ku girtiyan teslîm bigirin.

Jixwe rê û rêbazên ku li ser girtiyan bi kar dianîn ji derveyî, exlaqê mirovahiyê bû. Weke tîbûn, birçîbûn, lêdana bêpîvan di her gav û katjimêrê de û bi rengekî, pir hovane pêktanîn û ew rêbaz weke amûrên bingehîn yên xweradest kirine bûn. Pergala hukumeta wê deme ya faşist ku dewleta Tirk jî weke ku tê dîtin vêya qebûl dikin. Ji xwe girtîgeha Amedê ji hemû cîhanê dabûn qutkirin. Ji rêbazên ragihandinê dabûn qutkirin weke pirtuk, ragihandin, radyo, TV û hwd. Hemû amûrên têkiliyan dabûn qedexe kirin, hemû pêdiviyên ku ji bo jiyanê pêwîstin, kiribûn amûrên lêdan û derûnîya wan xerab kirinê. Lêdan û şerê derûnî hatibû pileya herî jor û rêbazên herî hovane, pêktanîn ji bo ku mirov ji çermê wan derxînin. Ji bo ku girtiyan teslîm bigrin bi mehan digrtin û lêdanên, pir giran yên fîzîkî, derûnî û ruhî li wan dikirin.

Rêzikên leşkerî yê hişk li ser girtiyan dihatin sepandin, di 24 saetên rojê de marşên xwe yên dewletê li ser girtiyan dana gotin û ezbere kirin; li ser wan ferz dikirin. Girtiyên destê wan ji pişt ve kelepçe kirî, lingên wan bi zincîran ve girêdayî dinalîn; tarîtiya ku siyaseta lêdan û derûnî xerabkirinê, tirs, birçîtî, tîbûn û wehşetnakî didan ava kirin. Di wê girtîgeha ku ji dinyayê hatibû veşartin û şêlû kirin, divê dorhêla tarî de bi şev û roj şevrevînokan (Perçemûkan) bi xwîna girtiyan xwe xwedî dikirin. Her ku xwîn vedixwarin hîn zêdetir xwîn dixwestin. Ji bo xwînê li mirovan didan û canê wan dirizandin û derûniya wan xerab dikirin. Di dîrokê de tu hêzek, yan jî tu desthilatdarekî dîktator û faşîst, siyaseteke wiha qirêj, bi fen û fut ne meşandiye.

Armanca wan ew bû ku di kesayeta girtiyên Tevgera Azadiyê de, siyaseta teslîmkariyê û xiyanetê weke şêwazeke jiyanê, li ser girtiyan ferz bike. Di dorhêleke wisa kor û xirab de ji bo bi hezaran girtiyên ku rêya xwe şaş kirine re, rêyeke ronahiyê pêwîst dikir. Mazlum Dogan wê şevê ku di nivîngeha (Oda girtîgehê de) ya 35 an, qatê 4 û hucreya 9 an de dima, ji bo ku tarîtiya vê zilmê ronahî bike bêyî ku çavên xwe binûqîne difikirî. Û sihorê wê roj derbiketa û Newroz hatiba pîroz kirin. Zarokê rojê yê serfiraz yê dîrokê Mazlum Dogan Newrozê difikirî. Di ciyê ku lê dima, di tarîtiya şefeqê de, li tevahî bajarê serhildanan Amed’ê geriya. Hemû bajar di wê tarîtiyê de di xewek giran de bû… Ber bi şefeqê hat, di bin surên bi kevirên reş û qalin hatî çêkirin de, serdana dikana hesinkarekî kir.

Hesinkar bi sindê (gurz) li hesin dixist. Sekinî û li wî temaşe kir. Çirûskên ku ji sind difiriyan di nav tarîtiyê de wenda bûn. Wê kêliyê, di kêliyê de rêyeke ronahî xuya kir! Wê kêliyê, zarokê rojê yê serfiraz yê dîrokê, bi dilê xwe, bi xeyalên xwe, bi ruh û mêjiyê xwe biryara dîrokî da. Wê tarîtî ronî bikira û xencera xwe ya bi ronahî di dilê dijmin de rakira. Kêliyekê, Kawayê ku li hemberî Dehaq rabibû fikirî û ji bo biryara xwe xala dawî danî. Mazlûm Dogan wê rojê ber destê sibehê di hucreya xwe de ji bo tarîtiya kevin, zingargirtî û hundirê wê vala ya girtîgehê jiyana xwe danî holê. Sê darikên kibrîtê pêxistin û Newroz pîroz kir! Rêya ronahî ya destpêkê nîşan da. Mazlûm sê darikê kibrîtê pêxistibûn, ji agirên din re jî bû bang. Bersiva agir bi agir hat dayîn. Ji bo ku tarîtiyê ronahî bikin gotin: “Agir, hîn zêdetir agir” û rêya Mazlûm Dogan şopandin.

Di 18’ê Gulana 1982’yan de. Ferhad, Necmî, Mehmûd û Eşref, laşê xwe kirin nift û di kêliya herî tarî, herî kor ya şevê de agir berdan laşê xwe. Wê şevê girtî bi dirûşma; “Bimire dagirkerî, bijî Kurdistana serbixwe” şiyar bûn. Ji wan girtiyên ku dixwestin ku avê birjînin ser agir re bi qîr bang kirin; “Avê nerijînin ser agir, avê nerjînin ser agir, av rijandina ser agir xiyanet e!..” Rêya ku Mazlûm Dogan û Çaran nîşan da, tenê ger ku bi rêyek din re bibûya yek wê bi hêz baya. Û di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de jî, xeleka sêyemîn ya berxwedanê jî Xeyrî, Kemal, Akîf û stêrka sor Elî Çîçek temam dikir. Xeyrî Dûrmuş li dijî xiyaneta ku dihat sepandin, li rêyek encamgir digeriya. Piştî lêhûrbûnek giran rêyek dîtibû. Rojiya mirinê! Êdî biryara wî net û teqez bû.

Ji vir û şûn ve tenê vê biryarê di dadgehê de ji hevalan û raya giştî re jî ragihandin dima. Beriya ku heyet were destpêkê kelepçeya girtiya tê vekirin, zincîr tên kişandin, girtî; dest li ser çongan tên rûnişkandin, dihat gotin “Li hemberî xwe, tenê li hemberî xwe” meyze bike. Li hember girtiyan jî “Edalet bingehê mulk e” hatibû nivîsandin. Dema heyeta dadgehê dikeve hundir û bi cih dibe, Xeyrî Durmuş destê xwe radike. Serokê mehkemê Emrullah Kaya destpêkê ji nedîtîve hat. Xeyrî Durmuş destê xwe rakir û israr kir ku xeber de. Di dadgehê de ji bilî girtî, leşker û heyetê, ragihandin û temaşevan jî hebûn. Emrullah Kaya got: “Belê, Xeyrî Durmuş, ez ê piştre mafê gotinê bidim te.”

Xeyrî Durmuş israr kir û got: Ev sê rûniştine ku ez mafê gotinê dixwazim, der heqê meşandina dozê de jî ez ê daxûyaniyên giring bidim, mafê gotinê dixwazim. Serokê heyeta mehkemê Emrullah Kaya bi yên li kêlek xwe bêdeng hinek tişt gotin piştre; Got: “Wê demê were Xeyrî, lê bila kin be. Xeyrî Durmuş ji ciyê xwe rabû, tenê çerm û hestî mabû. Bi bejna xwe ya dirêj û zirav ve ji xwe bawer, wêrek û bi gavên bi biryar ber bi kursiyê ve meşiya. Ji ber lêdana bêsînor û birçîtiyê laşê wî zehîf bibû, hinarkên rûyê çilmisî bûn û lêvterikî bû ji derve, tenê çavên wî ketibûn kortikê û weke stêrkan dibiriqîn. Mîkrefon li gor bejna xwe eyar kir û got: Ji îro û şunde jî ezê dest bi rojiya mirinê yê bê qeyd û şert dikim. Tu talebek min nîne… Xeyrî ji te fêm dikim. Lê wê hinekî taloq bike! Em bi serokê û rêveberê artêşê re carek edin hevdîtin bikin…”

Xeyrî got, “Bi salane we xwest li ser wan kursiyan me darizînin. Zagonên her tiştî jî li gor wê heye. Yê dijmin bûyînê û darizandinê jî… Me gelek caran şertên ku em tê de ne ji were gotin. Lêdanên ku em pê re rûbirû dimînin me da diyar kirin. Me xwest ku şertên mirovî bên temîn kirin. Mixabin tevî ku di wan şertan de baş bûn çênebû, hîn zêdetir xirabtir bû. Min biryara xwe da. Ji vê saetê û şûn ve di tu şertan de jî ez biryara xwe paşde nakişînim.” Hemû kesên di salonê de nefesa xwe girtibûn û li axaftinên Xeyrî Durmuş guhdar dikirin. Dema ku Xeyrî vegeriya cihê xwe bi serbilindî û bi rûmet li hevalan temaşe dikir û dikeniya. Rûyê hemû girtiyan ronî bibû û digotin: “Ya ji heval Xeyrî dihat hêvîkirin ev bû! Wî ti carî em nexapandin.”

Hevalê Kemal Pîr jî li ser zêde kir: “Ez jî tevlî nêrîna Xeyrî dibim” ku di der barê rojiya mirinê de soz da. Serokê dadgehê got: “Tu jî tevlî erka birçîbûnê dibî Kemal?” Kemal Pîr got: “Belê. Ez jî tevlî hevalên xwe dibim.” Piştre Stêrka Sor Alî Çîçek û li dû wî dengên “Ez jî tevlî dibim… ez jî… ez jî…” bilind bûn. Xeyrî Durmuş li dijî lêdana pergalî ku dihatin meşandin salek beriya rojiya, mirinê tespîtek wiha kiribû û digot: “Kurdistan dibe Vîetnam, qîrîna wan mirovan ji bîr nekin.” Ji bo ku wan qîrînan bigihîjîne mirovahiyê canê xwe danîbûn holê û dest bi rojiya mirinê dikir. Wê rojê piştî biryara rojiya mirinê dema dizivire hucreya xwe ji hevalan re dibêje: “Me bi ser xist, me bi ser xist, me bi şeş kesan bi ser xist.” Ev felsefeya derketinek dîrokî ya biryara berxwedanê û hebûnê bû. Li hemberî vê biryarê Akîf Yilmaz qîr dike û dibêje: “Gardiyaaaan… were vî derî veke. Min bibe cem hevalên min yên di rojiya mirinê de.”

Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê, di rastiya gelê Kurd, dîroka vejîn û berxwedana Tevgera Azadiyê de beşa herî girîng e. Di Zindana Amedê de ya ku di kesayeta kadroyên Tevgera Azadiyê de dihat hedefkirin, reşkirina lêgerîna heqîqet û azadiyê ya gelê herî kevnar û mazlûm yê dîrokê, lêgerîna azadî û heqîqeta gelê Kurd bû. Ev, dengê lêgerîna her dawî, nefesa wê, ronahî, hêvî û îsyana herî dawî ye. Ya ku pêşeng û kadroyên milîtan bi laşê xwe yê tazî li dijî înkar, qirkirin, xiyanet, lêdana ji bo teslîmiyetê nîşan dane; dil, xeyal, bawerî, vîndarî û berxwedanek muhteşem e. Ev berxwedana bêhempa ku Mazlûm, Çaran, Xeyrî û Kemalan li Zindana Amedê bi jiyana xwe ava kirin, berdewamiyek ji çanda berxwedanê di dîrokê de û beşa wê ya rojane ye.

Qehremanên 14’ê Tîrmehê bi jiyana xwe ev dîroka zehmet ava kirin. Di şerê azadiyê û lêgerîna heqîqetê de, di hevaltî û berxwedanê de timî pêşeng bûn. Li pişt dîwarên tarî yên girtîgehê û şertên wehşetnak de weke dara zeytûnê ku mirov ti carî naxapînin, pel naweşînin, timî fêkî didin hawirdora xwe bi xwe re xweşik û beden dikirin. Li gor mentiqa diyalektîkî, bi gotinek şareza ku timî tê dubarekirin, “Dîrok xwe dûbare nake.” Lê bi şibandin û rasthatinan ve tijî ye.

Careke din ez hemû berxwedêr û çalakvanên berxwedana Zindana Amedê, bi bîr tînim û sozdariya xwe ji wan re nû dikim û dibêjim, hûn ji bo me her dem ronahî û serkeş in.

Ji pênûsa hevrêyên wan ên berxwedanê

 

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button