Çareseriya Pirsgirêka Rojhilata Navîn

Alî Haydar Kaytan

Li Rojhilata Navîn nasnameyeke civakî ya ji aliyê dîrokî ve ava bûye heye. Her çi qasî di nav civaka Rojhilata Navîn de bi sedan ziman, çand, ol, mezheb cihêrengiyên etnîk di zikhev de dijîn, nasnameyeke wan a ji Rojhilata Navîn a di nav dîrokê de ava kirine mewzûbehs e.

Eger em bala xwe bidinê çareseriya li Rojhilata Navîn bi rastî jî ne xwecihî herêmî ye. Her cure çareseriya xwe disipêre xwecihiyê çi li ser navê çareseriyê, çi li ser navê dewletê çi li ser navê civakê be, encam nade, tam berevajî hê zêdetir nakokî, şer û pirsgirêkan ava dike.

Li aliyê din di pergaleke her cudatî xwe bi azadî nikarin rêxistin bikin, ji sedî sed dewlet pêk tê, zext û mêtinkarî derdikeve holê, li wir azadî û demokrasî nabe. Wê demê bi awayekî zelal derdikeve holê çareserî pergala konfederalîzma demokratîk e ya xwe disipêre xweseriya demokratîk a neteweya demokratîk. Ev xwe nasipêre dewletê; xwe disipêre civakê, yekîtiyeke ne xwecihî ya di asta herêmê de esas digire. Ne pergaleke înkarker, çewsîner, serwer, asîmîlasyonîst û qirker, tam berevajî pergaleke her cudatî xwe bi azadî rêxistin dikin, xwe bi xwe bi rê ve dibin û bi azadî tevlî rêveberiya konfederalîzma demokratîk dibin îfade dike.

Rastiya civaka dîrokî ya herêmê jixwe nêzî vê ye. Rêxistiniya qebîle-eşîretê di Kurdan de jî, Ereban de jî di gelek civakên din de jî bi zêdeyî hene. Rêxistiniya civakeke wiha dikare bi rehetî pêşketina ziman û çandê rêxistin bike, ji bo meşandina wê derfet û firsendan pêşkeş bike. Têkildarî jiholêrakirina çînan, bihurîna ji çînên serwer ên xwe disipêrin zext û mêtinkariyê re jî, dewlet bê bihurîn û civak xwe bi xwe bi rê ve bibe, li ser vî esasî bi avakirina demokrasiyê re mirov dikare çareseriyê bibîne.

Bêguman di bingehê çareseriya hemû pirsgirêkan de azadiya civakî ya xwe disipêre çareseriya pirsgirêka jinê heye. Çareseriya konfederalîzma demokratîk a xwe disipêre xweseriya demokratîk heke weke modela çareseriyê ya felsefe, teorî û siyasî rast bê destgirtin û meşandin, têkildarî pirsgirêka jin li ser esasê şoreşa zîhniyet û wijdan bê pêşxistin, dibe proje û teoriya çareseriyê ya herî zêde dikare pêk were.

Çareseriya Konfederalîzma Rojhilata Navîn a Demokratîk a xwe disipêre xweseriya demokratîk ku di roja me de ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn û bi çareseriya pirsgirêka Kurd hat pêşxistin, em bala xwe bidinê dibe modeleke çareseriyê ya ji xwecihiyê ber bi herêmî ji wir jî ber bi gerdûniyê ve diçe.

Modela çareseriyê ya mewzûbehs a lêgerîna çareseriya pirsgirêka Kurd derxistiye holê, xwe kiriye modeleke çareseriyê ya tevahî pirsgirêkên etnîk û olî û pirsgirêka azadiyê ya jinê çareser dike. Dîsa projeya çareseriyê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye pêşxistin, xwe weke modeleke çareseriyê ya ji bo tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn û cîhanê daniye holê. Modela çareseriyê ya pirsgirêka Kurd pêşî li ber çareseriya tevahiya pirsgirêkên din jî vekiriye, jê hatiye ji bo wan jî modeleke çareseriyê ava bike.

Ji pirtûka “MEŞA SERKETINÊ YA 40 SALÎ PKK” hatiye wergirtin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button