Şoreşger mirovên azad in

Cûdî Cizîr

Dema min lênûs û pênûs girtin destê xwe kûr hizîrim.  Di dawiyê de min serlêdana azadiyê kir. Encama vê serlêdanê bi pênûsa xwe bi we re parve dikim.  Bi rastî jî azadî çi ye? Divê di mejî de çawa bê şênberkirin?  Em Tevgerek Apoyî ne, Tevgereke li ser fikir û ramana azadî û wekheviyê çêbûye. Tevgera  me ne tevgereke klasîk e. Li ser esasê ked, azadî, hevaltî, demokrasî, rûmet, ekolojî û hwd. pêş dikeve. Berdewamiya wê heta hetayê ye. Divê mirov  zanibe ku azadî, karekî hêsan nîne. Diyalektîka wê divê mirov ji xwe bide destpêkirin, li ser bingehên rast bide meşandin. Em niha ketine pêvajoyek ku kêliyên azadiyê lez dibin. Şoreş ji bo me hedef; azadî armanc e. Em mirovên ku bi wêrekî nêzî azadiyê dibin û ji bo azadiyê dimeşin. Şoreşger mirovên azad in. Kes nikare pêşiya miroven azad bigire. Pêwendiya şoreşgerî ya herî rast di Apocîtiyê de heye. Yên van rastiyan nebînin kor in û kesayetên ji rastiya xwe dûr in.

Azadî, bi lêgerînan dest pê dike. Lêgerîna azadiyê xwedî taybetmendiyên berdewamî ye. Ji ber vê yekê jî mirov her tim dixwaze cîhanê, gerdûnê fêm bike û têbigihije. Em heta dawî xwe ji azadiyê re vekirî dihêlin. Di vir de lêgerîna azadiyê her diçe kûr dibe. Naxwe mirov dikare bêje azadî, di xwezaya hebûn û çêbûnê heye. Hebûn û çêbûn meyla azadiyê ne. Hiskirina meyla azadiyê di xwezaya gerdûnê de bi şiklê herî pêşketî di mirov xwe nîşan dide. Yanî di terzê jiyanê û şekilgirtina heqîqetê ya çêbûyî de azadî weke meylekê heye.  Di lêgerîna azadiyê de çavkaniya bingehîn û hevpar mirov bi xwe ye. Azadî her tim di destpêkê de weke xeyalekê û hêviyekê ye. Naxwe azadî ronakbîrî ye, rêxistinbûn e, bihêzbûn e, biryar û vîna azad e. Di bingehê Tevgera me de şoreş heye azadî heye. Em bûn tevgereke azadiya gelan û azadiya jinan. Bi vî rengî di rojeva cîhanê de me cihê xwe girtiye.

Tevgera Azadiya Kurdistanê li cîhanê weke stêrkek geş dibiriqe, ronahiyê dide. Naxwe jiyan beriya her tiştî bi awayekî azad têgihiştinê pêwîst dike. Xwe her roj nezîkî jiyanê kirin pêwîst dike. Em  weke şervan û gaziyên Tevgera Apoyî ji bo statuya gelê Kurd û azadiya gelan têkoşîn dikin.

Aqlê nû yê Kurd bi Rêbertî çêdibe. Ev aqlê azadiyê ye. Em dîroka azadiyê roj bi roj bi ked û berdêlan saz dikin. Rêbertî û Tevgera Azadiyê hêviya hemû mirovahiyê ne. Di dîrokê de hêviya derketina demokrasî û azadiyê ne.

Têgehên azadî, hevaltî, hezkirin û xweşikbûnê bi cewherê jinê ve girêdayî ne. Rêber Apo di vê mijarê de wiha dibêje: “Nasnameya jina azad ji her tiştî hîn bi nirxtir e.” Ji bo mirov xwe bigihîne vê, zanabûn, rêxistin û li rex vê bûyîna xwedî hêz şert e. Têkoşîna me ya bi vê perspektîfê pêş ketiye û xeta me ya jiyan û berxwedanê derxistiye holê, li Kurdistanê bûye temînata jiyan û parastina gelê me û ya jinan. Di meşa azadiyê de cih û şêwazê jinê tê ronîkirin. Tevgera Azadiya Jin û Tevgera Apoyî  bi hêza xwe, bi têkoşîna xwe ya azadiyê şerê diyarkirina çarenûsa xwe dimeşînin. Bi vê yekê re, hem di asta herêmî, hem jî ya cîhanê de Rêber Apo û paradîgmaya Wî ya azadiyê ji jinan û gelên bindest re dibe çavkaniya îlhamê.

Naxwe dema mirov azad dibe, kêmasiyên xwe hîn bi wêrekî dikare bibîne. Yê azad nebe paşverûtiyê nabîne, ji dil jî nabe, nagihê jî. Bi vê boneyê nabe çavkaniya rûmet û hezkirinê jî. Tevgera me firsenda azadî û şoreşê pêşkêşî mirovahiyê dike. Lewma kesên Apocî temînata azadiyê ne. Mirov dikare bêje ku azadî xebat e. Xebat bi jiyanê ve gengaz e. Ji bo çi em ev qasî li ser van xebatan disekinin? Ji ber xebat me azad dike. Kesayet çiqasî bixebite ewqasî azad dibe. Azadî bi xebatê, xebat jî bi têkoşînê ve girêdayî ye. Em ji bo azadiyê têkoşînê dikin.

Di Tevgera me de, taybetmendiyên me hene. Di çavkaniya felsefeya azadiyê de du tiştên esasî hene. Yek; ji ber em Kurd in çanda xwedawendiyê, çanda dayikê di esas de li ser vê erdnîgariyê pêş ketiye, mezin bûye. Ji bo vê jinûve pêkanîna wê çanda dayikê, erkeke me ye. Duyemîn, ji ber em Apocî ne bi taybetî jî di şoreşê de tevlîbûna jinê divê em baş bibînin. Azadî ji nû ve li ser esasekî zanistî jiyîn e, çanda dayikê ye. Yanî jin bi huner û zanistiya xwe wê bibe navenda çalakiyên civakî. Jin wê bibe pîvan. Divê jin bigihêje asta zilam li gorî wê di xwe sererastkirin û guhertinan çêbike.

Em dixwazin li ser esasê azadiya jinê azadiya civakê pêş bixin. Di her qada jiyan û têkoşînê de îsyana azadiyê ya jinan hîn bêhtir radîkal dibe. Vê yekê, tespîta ku sedsala 21. wê bibe sedsala  jinê, piştrast kir. Ji bo vê yekê jî, helbet ji bo yek bigihe vê zanebûnê, têkoşîn û zanebûn pêwîst e. Jixweber nabe. Pêwîst e tu jî fedakariyê bikî û têkoşînekê pêş bixî. Tenê bi vî awayî jiyaneke azad pêş dikeve. Divê mirov di nirxê azadiyê de xwedî serkeftinê be. Naxwe dê têkoşîna şoreşê bibe bela serê mirov. Dema armancên mezin dibin mijara gotinê şoreş hewce dike. Azadî pir bi nirx e. Divê vîn û baweriya mirov hebe. Mînak hişmendiya mirov bi azadiyê re di nav têkiliyeke diyalektîk de ye. Hin bêhtir nêzî azadiyê ye û bi kerî azadiyê tê.

Em li Rojhilata Navîn, di pêşengiya têkoşîna azadiya jinê de ketine serdemeke cidî ya têkoşînê. Di roja îro de em weke hêz û aktoreke bingehîn, li Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê pêşketinan diafirînin. Ji aliyê bîrdozî, siyasî  û leşkerî ve guhertinan çêdikin. Pêşketinên em di nav de, ne pêşketinên ji rêzê û normal in, xwedî asta şoreşê ne. Şoreşa jinê tê jiyîn. Ev, pêvajoya jinûve biharbûna jinan, gelan e. Ji bo pênasekirina azadiyê mirov dikare wiha jî bêje,  em dizanin azadî sînoran nas nake. Ji bo em pêş bikevin em ê ji xwe re ti sînor û hincetan nas nekin. Mirov dikare welê jî bibêje; rêbaza lêgerîna azadiyê ya gelan diyarker e.

Berdelên ji bo azadiyê hatine dayîn her çiqas giran bin û têkoşîn çiqas bêhempa be jî dema rêbaz şaş be encam jî wê şaş derkevin. ji lewra azadî; gula sor a heftber e. Çar demsal û  duwazdeh mehan di bedena mirov de kulîlk vedike. Azadî têkiliya mirov bi mirov re, mirov bi civakê re mirov bi xwezayê re û xweza bi mirov re îfade dike. Xweza, ji pêşveçûnên azadîxwaz re vekiriye. Mînak, kesek li hember asta azadiyê eleqeyek berz nejî û ji bo vê xwe baş tevlî şerekî mezin neke, nikare tiştekî ji rastiya Kurdistanê fêm bike. Ne jiyanê, ne şer, ne siyasetê, ne rêxistinê fêm dike. Di çîroka mirovbûna mirov de destpêkê lêgerîna azadiyê ye. Ji ber ku lêgerîna mirov a wekhevî, azadî û heqîqetê têkildarî xwezaya civakî ye.

Dema em têkoşîna xwe ya azadiyê ya di pêşengiya Tevgera Apoyî de pênase dikin, em diyar dikin ku em ji nû ve vejiyane, em ji nû ve li ser koka xwe tên gel hev.  Bedewbûna azadiyê tê strandin. Li ser vî bingehî ji xeleka azadiyê re, ji kulîlkvedana azadiyê re dibêjim, hezar silav…

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button