Şoreşgerên Apoyî mîna stêrkan rohnî didin
Cûdî Cizîr

Rêwitiya me pir dûr û kûr e. Xeyal û hedefeke hezaran salan a mirovatî û dilsozên wê ye. Em li her ku derê bin, bi her reng û dengê xwe tînin ziman. Lê belê welatek heye ku ew jî her bi dirêjahî evîndarê vê rêwîtiyê ye. Wisa ye ku rêwiyên wê eşqê qet kêm nebûne û nabin. Rêwîtî ji bo me peleke romana jiyanê ye. Bi sekna xwe bi dirêjahiya dîroka welatê xwe re dikin yek. Em in qehremanên romana bêdawî ya azadiyê û mirovahiyê. Em milîtanên Kurdistanê ne. Em şoreşgerên Apoyî jiyana xwe, xewn û xeyalên xwe di ber rûmet azadiya gelekî de feda dikin û di dîrokê de her tim mîna stêrkên geş tarîtiyê rohnî dikin.
Rêwîtiya me ne tenê meşeke fizîkî ye, bi biryardarî û bawerî raperîna li dijî her cure zilm û bindestiyê ye. Yanî rêwitiya me, ji bo nifşên nû di siberojên azad de bijîn, rastî her cure dijwarî, zindan û sirgûnan tê. Di rêwitiya de her gav û dilopek xwîn bi bihayê rûmetê tê dayîn. Mirov dikare welê jî bîne ser ziman, rêwitiya ber bi azadiyê ve, rêyeke dûr û dirêj û tijî astengî ye. Ji lewra kesên daxwaza azadiyê dikin, dizanin ev rê ne bi gulan, lê bi strî û keviran hatiye raxistin.
Hêzên serdest û hegemonîk baş dizanin ku evîna azadiyê di dilê me de û di xewn xeyalên me de her dem mezin e. Em dibin dengê bêdengan, hêviya bindestan û li dijî sîstemên çewisîner dibin mertalên zindî. Zilm çiqas giran be jî, hizir û ramanên me mîna ronahiyê di nav kûrahiya tarîtiyê de her tim geş dimîne. Em rêwiyê azadiyê her yek ji me dibe çirayek û tarîtiya li ser li ser civakan hatiye ferzkirin diteqîne. Em bi fikrên xwe, bi pênûsa xwe bi rewşênbîr, bi şoreşgeriya xwe, bi bedena xwe ya birîndar têkoşîn dikin. Naxwe em dikarin bêjin evîna welat ji can şêrîntir e. Kesên şoreşger ti carî li hemberî zoriyan serê xwe natewînin. Berjewendiyên welatê me her tim di ser daxwazên şexsî re ne.
Berhemên me ji bo pêşerojê ne. Di rêwîtiya heqîqetê de dema mirov canê xwe feda dike, bi rastî mirov namire. Em di hiş, çand û rûmeta milletekî de şîn dibin. Çîrok û helbestên tên nivîsandin an jî stranên ku tên gotin li ser navê şoreşgeran mezin û pîroz dibin. Meşa me îro di dilê bi hezaran jin û ciwanan de berdewam dike. Heya bindestî li ser rûyê erdê hebe, dê meşvanên vê rêyê jî ti carî kêm nebin. Bi şoreş û dilsoziyê jin û ciwan rêya azadiyê vedikin. Azadî firsendek e ku tenê bi destê şoreşgeran, rêwiyên wêrek û ji dil dikare were misogerkirin. Rêya me rêwîtiya herî rûmetdar a mirovahiyê û meşa ber bi azadiyê ve ye. Hêza me ne ji çek an jî amûrên madî, ji mafdariya doza me tê. Em li dijî zilmê dibin mertal, li dijî tarîtiyê dibin çirûsk. Em di ronahiya bedewiya welatê xwe de ji nû ve ava dibin.
Mirov wateya jiyana xwe, di rêya heq de dibine. Jinên Kurd, cewherê xwe heta roja me ya îro parastine. Di warê hişmendî û zanebûnê de mînak in. Her dem cihek pîroz a jina Kurd heye. Bi lehengî, diyarkirina jiyanê û keda xwe hebûna xwe nîşan didin. Armanca me ew e, di nav refên rêwîtiya me de gel bigihin heqîqetê û der heqê xwe de jî bigihin hinek encaman. Hedefa me ev e. Nabe ku em tenê ziwa ziwa teoriyê pêşkêş bixin û dûvre jî her kes li gorî xwe bigire dest.
Bi rastî em dixwazin vê mijarê di mejî de fêm bikin. Ji ber heqîqeta însan pir kûr e. Belê em di rêwîtiya xwe de gelek tiştan tînin ziman û bi rengê xwe didin cîhanê. Kesên bê hedef nikarin rêwîtiya me binivisînin. Dîsa yên hemû astên şoreşa me nedîtibin û nejiyabin nikarin zêde xwedî îdîa bin. Em rêwiyên azadiyê, şervanên Rêber Apo ne. Em di dibistana Rêberê xwe de mezin bûne. Em evîndarên felsefeya Rêbertî ne.
Ji hemû kedxwar û dizekan re bêjin; “Hûn qet nikarin azadiyê ji vê welatê me birevînin. Hûn ê nikaribin wê hesretê di dilê evîndaran de sar bikin. Ti kes nikare zincîran li çav û mejiyê me bixe. Hûn ê nikaribin Roja me di nava çar dîwaran de bi sînor bikin.” Em di dilên ji bo azadiyê lê didin de dijîn. Xewn û xeyalên me yek in. Rêwîtiya me bi yekbûna giyan, felsefe, jiyan û hest ve bûye tevgera jiyaneke nû ya azadî û wekheviyê diafirîne.
Ev têkoşîn rastiyeke demdirêj û bîrdozî ya xwe perwerdekirin û rêxistinkirinê ye. Di hemû qadên civakê yên siyasî, leşkerî û aborî de li hember paşverûtiyê têdikoşe. Em jî vê sozê didin ku bi rêwîtiya xwe bi welat û gelê xwe re bibin yek.




