Ji bo gaziyên şer şahiyek hat lidarxistin

Li Parka Azadî ya Qamişlo bi organîzasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo gaziyên şer şahiyeke rengîn hat lidarxistin.

Di şahiyê de gelek hunermendên herêmî derketin ser dike û stran gotin.

Di şahiya bi saetan dewam kir de xelkê herêmê û ciwanên şoreşger jî tevlî coşa gaziyan bûn û kêfxweşiya xwe ya bi dîtina gaziyên şer anîn ziman.

Hate diyarkirin ku ev şahî ji bo xurtkirina hevgirtinê û piştgiriyeke manewî ya ji gaziyên şer re hatiye lidarxistin.

Gaziyên şer ên tevlî şahiyê bûn jî gotin, “Bi wesîleya vê şahiyê gelek hevalên me yên li bajêr û qadên cuda hatin gel hev. Bi dîtina hevalên xwe em kêfxweş bûn. Her wiha ji bo vê şahiyê em Tevgera Ciwanên Şoreşger jî spas dikin. Weke gaziyên şer em rewşa heyî jî ji nêz ve dişopînin û têkoşîna me dewam dike. Em ê ji bo parastina gel û welatê xwe erk û wezîfeya dikeve ser milên me her tim pêk bînin.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button