Em spasdarên Dayê Ûveyş in

Dayika Aştiyê Şêrîn Adil

Bi rastî rewşa welat mirovan gumanbar dike. Fikaran di serê mirovan de dide çêkirin. Ez weke şexs pir li ser vê mijarê dihizirim û diêşim. Herî zêde jî ez li ber keda Rêber Apo û şehîdan dikevim. Ji bo wan xembar dibim. Ji ber em weke kes erk û peywirên xwe baş pêk nayînin.  Tevî her tiştî jî em gelek tiştan dixwazin.

Her em bendewar in û dibêjin, “Gelo wê Rêber Apo li ser filan mijarê nêrîn û perspektîfên çawa bide diyarkirin? Yan jî wê çawa destwerdanê li filan mijarê bike?”  Em timî xwedî hêvî û bawerî ne ku wê Rêber Apo me weke netewe rizgar bike. Lê bi rastî em hemû xemsar in û pir jî xwe zû ji bîr dikin. Ev jî li hember keda Rêber Apo û şehîdan a salên dirêj e neheqî ye.

Jixwe hinek kesên bê wijdan hene ku qet û qet rast nêzî Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo nabin. Lê tekez divê were zanîn ku berê jî gelek partî û serokên Kurdan hebûn, lê mixabin em weke netewe her wenda bûn û dibûn hedefa înkar, komkujî û komployan. Her kesî jî êrîşî me dikir. Jixwe welatê me parçe parçe kiribûn. Kêm jî mabû weke welat û netewe, me ji ser erdnîgariya cîhan û herêma Rojhilata Navîn rakin.

Piştî têkoşîna zêdetirî 53 salan a Rêber Apo, çavên me vebûne. Her wiha Rêbertiya me 27 sal e li Zindana Îmraliyê li hember şert û mercên herî giran li ber xwe dide û ji bo çareseriyê di nav hewldanan de ye. Ji bo gelê Kurd bi gelên cîran re bi awayekî azad û wekhev bijî di nav berxwedaneke pîroz û dîrokî de ye.

Weke dayikeke aştiyê di serî de gelê Kurd bang li tevahî gelên herêmê dikim ku ji bo jiyaneke li ser esasê xwişk û biratiyê têkoşîna xwe bidomînin û yekîtiya gelan ava bikin. Weke jin û dayik jî pêwîst e ji her kesî zêdetir em ji bo aştî û aramiyê tevbigerin.

Li ser vî esasî ez di 33. salvegera wê de Dayê Ûveyş bi rêzdarî bi bîr tînim. Ji bo dayiktiyeke herî muqedes ji Rêber Apo re kir em heya dawiyê spasdarên Dayê Ûveyş in.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button