Ji bo mirov bedew bibe û were hezkirin divê têkoşîn bike

Leyla Amûdê

Em çawa haj li bûyera bedewî û xweşikiyê dibin û her yek ji me weke takekes çawa li vê bûyerê temaşe dike, wateyê jî lê bar dike? Li gorî nêrîna min ev mijar gelekî girîng e û pêdivî heye pir baş were dahûrandin. Ji ber mijareke gelekî hatiye tevlîhevkirin û ji wateya xwe jî hatiye derxistin. Rêbazê hizirîna mirovan û giyana wan a fikrî tekez li ser rêbazê wan a jiyana rojane û pêkanîna têkoşîna wan jî bandor dike. Weke takekes jî mirov li ser hemû beşên civakê bandora xwe erênî yan jî neyînî dike. Ji ber vê tekez divê mirov pir bi baldarî û hûrgilî vê mijara jiyanî guftûgo bike, da ku bigihêje heqîqeta pirsgirêkên di vî warî de bandora xwe li ser ferd û civakê dike.

Her dem hişê mirovan ji hêla kesên nûnertiya beşên kêm ên desthilatdar dike ve tên birêvebirin û bandor dibin. Pergala serwer wan ber bi fêmkirinên şaş û kor ve dibe.  Vê ji bo domdariya xwe dike. Jixwe bedewî û xweşikî di nava civakê de weke şekil tê destgirtin. Li ser van lawaziyên civakê jî pergal siyaseta xwe dihûne û di nav hişê mirovan de weke mîxekî diçikilîne. Weke tê qalkirin pergala serwer bi siyaseta xwe ya bandorkirina li ser civakê wiha dike. Yanî pergal weke di sengera şer de be, li benda her lawazî û şaştiyeke civakê ye ku sûdê jê bigire, li hemberî wan bi kar bîne û serweriya xwe hîn kûrtir bike.  Hewl dide wan ferden civakê weke amûrekî ji bo xizmeta xwe bi kar bîne.

Weke em haj lê dibin çêbûna pergala desthilatdar beriya 30 hezar salî ye. Piştî serdema dayiksalar yekser pergala baviksalar ketiye rojevê û serwer bûye. Jixwe pergala baviksalar li ser hilweşîna pergala dayikê hatiye sazkirin û hîn jî berdewam dike. Pergala mêrperest di mijara cewher û şekil de gelek feyde ji civakê  girtiye û lawaziyên kêmfêmkirinê bûye zemîneke ku pergala desthilatdar ya xwedî temenekî 30 hezar salî, nexasim jî pergala sermayeparêz ya di van 500 salên dawiyê de li ser van lawaziyên civakê yên şeklî xwe domdar dike. Di pergala yekperest û xwedî hişmendiyeke teng û ferdperest de mijara bedewî û xweşikiyê girtina dest serê mirovan tevlîhev dike û ji bo sûdmendiya xwe jî bi kar tîne.

Pergala desthilatdar ji bo xwe serwer bike û bide domdarkirin serî li her rê û rêbazî dide. Rêbazên herî derexlaqî jî ji bo xwe rewa (mûbah) dibîne û herî zede jî şerê taybat weke amûrê kedîkirina mirovan dide bikaranîn. Li gorî xwe qalib û şekil dide civakê. Pergala desthilatdar û sermayeparêz herî zêde jî bi taybet jinan di mijara reklaman de weke amûr bi kar tîne. Model, makyaj û amûrên estetîkê dikin rojeva jin û civakê. Ev jî weke rêbaza bingehîn a mijûlkirina ferd û civakê ye. Mejiyê ciwanan jî bi madeyên hişbir xerab dikin.

Wiha li civakê dikin ku bêyî pêşeng û serkeş dihêlin. Ji ber hêza herî sereke û pêşeng jî jin û ciwan in. Jixwe rewşa giştî ya jin û ciwanan li ser hemû beşên civakê jî bandor dike. Wan dikin dîlên pergala serwer û şerê wê yê taybet. Van hemûyan jî bi navê azadiyê (lîberalizmê) dikin. Pergal xwe bi wan dide qebûlkirin û şerbeta xwe jî bi wan dide vexwarin. Rewşa civakan a roja niha jî ev e û herî zêde jî şerê taybet ê pergala serwer û sermayeparêz bandora xwe li ser civakên paşdemayî dike, wan dike bin serweriya xwe. Pergala serwer her çawa dixwaze wan bi kar tîne û wan ji manewiyat û exlaq qut dike.

Li gorî ku tê dîtin dewletên navendî yên Ewropa herî zêde jî bela xwe li civakên Rojhilata Navîn didin. Ji wan re jî dibêjin, “Dewletên sêyemîn, dewletên paşdemayî, razayî û hov.” Wan wiha jî dibînin. Her çi dixwazin tînin serê wan. Vê di bin navê qaşo pêşveçûnê de dikin. Mebest jî ew e ku Rojhilata Navîn ji xwe re vekin û bikin meydana Şerê Cîhanê yê Sêyemîn. Niha jî vê siyasetê pêk tînin. Jixwe gelê Kurd jî di nava çar dewletan de ye. Ev jî ji wan serwerên biyanî re derfet çêdike ku li ser wan bixebitin û siyaseta xwe ya şerê taybet bisepînin. Tekez siyaseta wan bandor jî dike. Hinek Kurd hene ku hewil didin, teqlîda efendiyên xwe bikin, xwe jî her çawa be serwer bikin û hesreta xwe ya salan pêk bînîn.

Ew kesên ketine pey desthilatdariya xwe qet xema wan, rewşa 60 milyon Kurdî nîne. Dikarin hemû Kurdan jî bikin qurbana serweriya xwe ya kujerê kastîk. Weke ku diyar dibe beşek pir biçûk ji hin kesên ku xwe dikin serok ji gelê Kurd re û her dibezin ku xwe bi serokên pergala sermayeparêz re bigihînin, xwe têxin reng wan. Ew kes jî tene li pey meslehet û silta xwe ne. Lê weke ku hatiye îspatkirin Rêber Apo 54 sal e ji bo gelê Kurd bike hebûn û xwedî nasname têkoşîn dike. Niha jî ji her demê zêdetir têkoşîn dike û dibêje: “Ez ji her demê zêdetir ji bo kar, xebat û têkoşînê amade me. Hevrê û gelê min jî amade ne û bûne yên xwe!

Ev jî gelekî hêja ye ji bo gelê Kurd. Weke tê dîtin gelê Kurd, zana bûye û xwe nas kiriye. Dizane bê ka kî dost yan dijmin e. Jixwe weke nimûne jî li Rojavayê Kurdistanê hate dîtin bê ka gelê Kurd çawa li hevdu xwedî derket û yekbûna xwe da îspatkirin. Dost û dijminan heya xayînan jî dît û jêre hurmet û teqdîr  raber kirin. Tekez divê were zanîn ku gelê Kurd vîna xwe ya azad temsîl dike û hew dibe yên hêzeke din. Tişta herî girîng jî ev e û ev jî hate pêkanîn. Wê tekez serkeftina xwe qezenc bike. Ew rewşa Rêber Apo qala wê dikir û digot Kurdên zebal e jî ev e. Hate famkirin ku hinek Kurdên zebale dikarin hemû Kurdan ji bo desthilata xwe bikin qurban.

Mirov dikare bibêje ku Kurdên  xwe radestî neyar û dijminan dikin bi rastî jî zebale ne û divê hesab ji wan were xwestin da ku hew xerabiyê bikin. Bi saya Rêber Abdullah Ocalan, gelê Kurd gelekî xweşik û bedew bûye. Mirov bi fikir û ramanên xwe bedew û xweşik dibe. Gelê Kurd bi ked û têkoşîna Rêber Apo xwe nas kir û vegeriya ser cewherê xwe yê narîn û bedew. Hew kes dikare wan bixapîne û wan ji xwe re bike amûr û bi kar bîne. Bedewbûna fikir û raman gelekî girîng e. Naxwe wê şekil û mezher tu wateyeke xwe ya dewlemend û girîng tinebe.

Lê tekez divê şaş neyê fêmkirin. Dibe ku wateya şekil jî hebe. Ew jî di hêlekê de teyisîna cewher dike. Lê pêwîst e were zanîn ku cewherê xweşikiyê mijareke heyatî ye û jêveneger e. Tene bi yekbûna cewher û mezherê dikare, bûyera bedewî û xweşikiyê were pêkanîn. Mirov dikare kamil jî bibe. Yanî takekes dikare bibe miroveke yekpare û mûkemel di çarçoveya pergala demokratîk de.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button