Em ê her weke gulên berfînê li ber xwe bidin û têkoşîn bikin
Şîlan Kobanê

Rêber Apo sala 2002’yan li ser gulên berfînê nirxandin kir û got, “Jin weke gulên berfînê ne.” Vê gotina Rêbertî ez dame ponijandin û ji wê demê ve jî ez birim fikareke wiha bi wate. Nexasim jî piştî ku min ev wêneyê gula berfînê pir baş lêkolîn kir, min dît ku çawa gula bedew û narîn berfîn li hemberî hemû berf, ba, baran û bahoza demsala zivistanê li ber xwe dide.
Gulberfîna me li hemberî hemû cure zor, zehmetî û dijwariyê jî di nav berxwedanê de ye. Temenê xwe yê ku dayika xwezayê jêre veqetandiye bi serbilindî dijî. Gulberfîna me bi çalakbûn û berxwedana xwe hatiye naskirin, navdar bûye. Dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qala gula berfînê dike dihêle ku mirov careke din xwe di ber çavan re derbas bike, hêza xwe weke jin bibîne, bang li hemû jinan bike û wan dawetî berxwedan û çalakbûnê bike.
Rêber Apo ewqasî zirav li ser kesayet, berxwedan û hêza jinê lêkolîn kiriye ku em bi xwe jî piştre haj lê dibin. Rêbertî herî zêde jî kesayeta dayika xwe digire dest û lêhûrbun dike. Ji xwe ked û têkoşîna ku Rêber Apo ji bo jin û civakê kiriye heya niha tİ serok û Rêberan Nekiriye. Tevî wê jî hinek kesên nezan û ji kerameta mirovbûnê dûr, li ser Rêber Apo û hevrêyên wî yên wefadar bi xerabî xeber didin. Ez jî dibêjim ew mirovên xerab li ser Rêber Apo û rêveberiya Rojava xeber didin wê rûyê wan reş bibe û wê têkevin zebala dîrokê de.
Ji ber ku me weke jin û weke Kurd ji derveyî Rêber Apo, ti kes nedîtiye ku hurmet û qedirbilindî ji jinê ra layiq bibîne. Em bi saya Rêber Apo gihİştin vê zanebûnê û em îro vîna xwe ya azad diparêzin. Em soz didin gotinên Rêber Apo bînin cih. Em ê her weke gulên berfînê li ber xwe bidin û têkoşîn bikin. Heya em Rêberê xwe yê yekane Rêber Apo azad bikin wê têkoşîna me bidome. Em azadiya xwe di azadiya fizîkî ya Rêberê xwe yê neteweyî Rêber Ocalan de dibînin.




