Şoreşa Rojava bi berxwedana jinên qehreman û çeleng hat mohrkirin

Asya Weşûkanî

Ger ku em weke jin û weke civak têkoşîn û kar, xebat û berxwedan û fedakariya jinên çeleng bigirin dest û bi nirxînin; wê demê wê hîn baştir rola Yekîneyên Parastina Jin ê YPJ ê, derkeve holê bêka wan jinên qehreman û çeleng berxwedanî û şerekî çawa raber kirine. Di serî de gerek jin, ciwan û hemû civak xwedî agahiyên dîrokî bin û gerek, demboriya xwe weke netew biberfirehî lêkolîn bikin û ferqa dîroka xwe ya; civakî beriya 53 ê salan û ya îro bibîne û bide berhev ji bo ku, rastiyên ku wê demê dihatin jiyan kirin bibînin. Rêber Apo beriya 53 ê salan Kurdê mirî keşif kir û sozda ku, wê Kurdê bêruh careke din zindî bike û bi têkoşîn û xebateke berdewamî; soza xwe pêkanî û gelê Kurd zindî kir û anî rewşa ku bibe yê xwe û  vîna xwe, temsîl bike û ji hemû cîhanê re da nîşandan ku Kurd hatiye guhertin û veguhertin.

Rêber Apo li ser mîrateya sosyalizma pêkhatî û têkoşîna jinên, Femînîst pirosa jinên Kurd ên welatparêz destpê kir û tevgera; jinên azadî xwaz birêxsitin kir gav bigav meşand û kire xwedî, ezmûn û bîrdûzî û jin jî bûn xwedî bîr û bawerî û roj bi roj pêşketin. Ew jinên Kurd ên ku her dihatin çewisandin û bawerî bi wan, qet ne dihat ku wan tenê bişînin ber derê malê vê carê jî dinava gel de; xebat kirin û derketin ser çiyan û weke mêran çek hilgirtin û bûn, gerîla û hemû nerîn û tewriyên    berê dinava civakê de vala derxistin. Û bi demê re jinên ku hejmara wan dinava Partiya Karkirên Kurdistanê de, li ser tiliyan dihate hijemartin roj bi roj zêdetir dibû; heta ku hejmara xwe gihaşte yekîneyan û fermandarên xwe jî çêbûn û têkoşîn û qehremaniya, wan dinava şer de hurmet û qedirbilindî da qezenc kirin.

Û tişta ku ez dixwazim balê bikişînim ser jî ewe ku jinên, Kurd hema wiha bi hesanî ciyê xwe dinava Partiya Karkerên Kurdistanê PKK ê de; girtin û hema wiha bêyî tu zor û zehmetîyan gavên wiha xurt avêtin û bûn artêş û partî! Tekez ger ku em wiha nêzîkatî raber bikin wê demê, nezanî û xerîbiyeke pir mezin ya Kurdan ji rastiya wan ya; civakî heye û gerek careke din em weke milet xususiyatên xwe yên civakî, diber çavan re derbas bikin û paşverûtiya xwe ya kûr bibînin; di heman demê de wê sebra mezin ya Rêber Apo û têkoşîna Wî ya bêhempa û rawestan, wê were famkirinû wê xwedî li wê têkoşînê were derketin. Û li kêleka ked, kar û xebata Rêber Apo ya ku ji tunebûnê hebûn çêkir û jina ku; dinava çar dîwaran de hatibû ye dîlgirtin derxiste ser çiyan û çekê, rumetê da destê wan ji bo ku xwe û welatê xwe pêbiparêzin.

Jinên Kurd jî weke jinên resen ên Dêrsim, Botan, Amed û Gerzanê xwedî li keda Rêber Apo derketin û sozdan Rêbertî, şehîdan, gel û jinên çalak ên 8 ê Adarê û 25 ê Mijdarê û roj bi roj; dinava wan çiyayan de weke gulên berfînê çalak bûn û baweriya, xwe bi xwe anîn û gelek ji wan jî bi qehremanî di eniyên şer de rola xwe leyîstin. Û weke Bêrîvan Îgab, Besê, Ezîme, Edalet, Zeyneb, Bêrîtan, Zîlan, Sema, Rojbîn Ereb û Viyanan; çalak bûn û navê xwe bi tîpên zêrîn li rupelên, dîrokê xêzkirin û bûn pêşeng û serkêş. Û roj bi roj artêşa jinan mezin bû û nav û dengê xwe li tevahî, perçên Kurdistanê belav bû heyanî ku bandora xwe li Ewropa jî kir û gelek; jinên biheybet û qedirbilind ji Kurdên li Ewropa jî beşdarî nava, refên gerîla bûn û bi dilêrî û qehremanî şer kirin û gihaştin şehadetê.

Kar, xebat û têkoşîna jinên Kurd ên çeleng bandora xwe, li jinên iyanî jî kir û gelek jinên entirnasyonalîst jî beşdarî nava tevgera; azadiya jinên Kurd bûn û gelek ji wan jinên pêşeng û serkêş jî gihaştin, şehadetê û bandora xwe li ser hemû jinên cîhanê jî kirin. Û bandora pêşveçûna jinên çiyayî û qehremaniya wan têna xwe da hemû jinên Kurd, li Rojava, Başûr û Rojhilat jî û bi têkoşîna gelê Kurd li Rojava û piştî; serhildana bajarê Qamişlo û binyad kirina partiya PYD ê li Rojava jinan jî xwe, dinava civakê de weke tenzîmat birêxistin kirin. Û di destpê kirina têkoşîna YPG ê li dijî pergala partiya Baas; jinan jî xwe weke Yekîneyên Parastina Jin birêxistin kirin û di sere, li dijberî tundrewiya DAÎŞ ê rola jinan hîn zêdetir derkete pêşde û jinan, bi wêrekî li dijî çeteyan şer kirin.

Ew çeteyên ku mêr ji ber wan direviyan jinên weke Arîn Mîrkan û Rêvan Kobanê; xwe dinava wan de teqandin û derbên giran li wan dan. Û weke ku tê zanîn 14 sale ku YPJ ê têkoşîn dike û bi dehan, şehîd û qehremanên xwe hene. Şoreşa Rojava bi berxwedana jinên qehreman û çeleng hat mohrkirin û gihaşte serkeftinê û qet hesan nine ku berxwedan, têkoşîn û dilêriya wan şêre jinên fedayî were jibîrve kirin yan jî ji nedîtîve; were temaşe kirin û em hemû jinên Kurdistanî em qebul nakin ku, azadiya jinan were biştguh kirin yan jî weke welatên Soveyytan piştî, şer jin vegerin mala xwe û koledariya xwe berdewam bikin. Weke jinên Kurd û nexasim jî weke jinên Rojavayê Kurdistanê tekez emê desturê nedin, ku careke din keda jinan hedir biçe û careke din jin vegere weke; serdema fewdaltî û paşverûtiyê û em di azadî û demokrasiyê de îsrar dikin, ji xwe gerek were zanîn ku ger azadiya jinê nebe azadiya, civakê jî nabe û wê her têkoşîn berdewam bike. Em weke hemû jinên Rojava dixwazin ku berhema ked û têkoşîna xwe ya 14 salan, azadiya xwe weke zayend û azadiya civakê pêk bînin, hişmendiya mêrsalar têk bibin û welatê xwe bigihînin asta ronesansê.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button