EFRÎNÊ…
Şîlan Kobanê

Efrînê…
Di keleha dilê min de birca herî bilind e
Ya destê ti kesî nagihêjiyê…
Efrînê…
Dengê te di nav orkestreya dilê min de
Bilûra şivanekî li çiyayekî bi heybet e
Yê ti kes nikare rê bibe ser
Efrînê…
Efsaneya te di pirtûka dilê min de
Bi mîxan hatiye kolandin
Û tiştek nikare jê bibe
Efrînê…
Helbesta te di lênûska dilê min de hatiye xêzkirin
Tenê rêwîyên Rojê û heqîqetê dikarin bixwînin
Efrînê…
Kaniya te di nav deryaya dilê min de zelal e
Kesek nikare pêşî lê bigire
Efrînê…
Tu di qibleya dilê min de
Sonda herî giran e
Her kes nikare hilgire.




